Girtina Ahmet Turk îtîraz kirin

MÊRDÎN - Parêzerên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk têkildarî girtina Turk serî li Dadgerê Sulh Ceza yê Mêrdînê dan û girtina Turk îtiraz kirin.

Parêzerê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku piştî ji peyvirê hat girtin hat binçavkirin û girtin serî li Dadgehê Sulh Ceza yê Mêrdînê dan û girtina Turk îtîraz kirin. Parêzerên Turk Erdal Kuzu, serî li Dadgeriya Sulh Ceza ya Mêrdînê da û xwest Turk serbest bê berdan. Kuzu, anî ziman ku Turk li Girtîgeha Silivrî tê girtin û şert û mercên tenduristiya Turk rê nade ku girtî bê darizandin û xwest Turk bê berdan.