AMED – Serok û berdevkên partî û saziyên Kurdistanî yên li Amedê li dijî gotin û gefên Erdogan û hikûmeta AK Partiyê yên li hember daliqandina ala Herêma Federal a Kurdistanê bertek nîşan dan û daxuyaniya Erdogan a li hember alê wek durûtiyê nirxandin.
Li bajarê Kerkûkê beriya niha bi demekê ala Herêma Federal a Kurdistanê hatibû daliqandin. Ev yek ji aliyê kurdan ve bi awayekî kêfxweşî hat pêşwazîkirin. Lê di serî de dewleta Tirkiyeyê û gelek dewletên din li hember ala Herêma Federal a Kurdistanê bi gotinên ne xweş daxuyanî dan û gef li alê xwarin. Ala ku di serdaneke Serokê Herema Fedaral a Kurdistanê Mesûd Barzanî de li Stenbolê hat daliqandin, lê niha jî serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmeta AK Partiyê bi gotinên “Dê ew ala bê daxistin an jê dê bedelê wê giran be” li hember alê helwestek nijadperestî nîşan dabûn.
Nûner û rêveberên sazî û partiyên Kuristanî yên li Amedê, li hember bêtehamulî û gefên li dijî daliqandina ala Herêma Federal a Kurdistanê ya li Kerkûkê ji dîhaberê re axivîn û nerazîbûn nîşan dan û piştevanya daliqandina alayê kirin.
‘LI HEMBER GEFAN ROJ ROJA YEKÎTIYÊ YE’
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîzm û Azadiyê (OSP) Sînan Çîftyurek diyar kir ku, daliqandina alê li Kerkûkê ji bo lidarxistina referandûma serxwebûnê gavek baş e û got, helwesta YNK'ê ya daliqandina alayê gavek erênî ya aramiya di navbera partiyên li Başûr e. Çîftyurek, helwesta hemû dewletan a li hember daliqandina alayê rexne kir û wiha got: “Hemû dewlet li hemberî kurdan û ala wan xwe dikin yek. Lê divê gelê kurd û partiyên kurd PDK, YNK û PKK jî ji bo Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin. Li hember helwesta dewletên dagirker roj roja yekîtiya gelê kurd e.”
‘JI BO DENGÊN KURDAN ALAYÊ LI STENBOLÊ DALIQANDIN’
Çîftyurek da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê dixwaze astengiyan li pêşiya siyaseta Başûr derbixe û wiha axivî: “Tirkiye dixwaze Kerkûkê jî wek mesela Şengalê bike hedef. Lê wê Kerkûk û Şengal guhdariya wan neke. Erdogan dixwaze bi gef û gotinên xwe peyamê bide siyaseta kurdan. Destûrdayîna daliqandina ala Kurdistanê ya li Stenbolê jî ew bû ku di referandûma li Tirkiyeyê de dengê kurdan ên ‘erê’ bigire. Daxuyanî û helwesta Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya li hember ala Kurdistanê durûtî ye.”
‘KÎ ZILMÊ BIKE WÊ BIÇE’
Berdevkê Hereketa Azadî Sedat Dogan jî destnîşan kir ku, gelê kurd bi hezar salan e li ser vê axê dijî û got, navê kurdan û Kurdistan wek ku navek nû be û civakek nû be manîpule dikin û dixwazin kurdan bieciqînin. Dogan dest nîşan kir ku, dewleta Tirkiyeyê û dewletên din ên cîran dixwazin reng, deng, ala û zimanê kurdan tune bikin û wiha got: “Gelo sûcê kurdan çî ye bajarê wan xera dikin û gotinan li hember ala wan bikar tînin. Ez dipirsim ma biratî ev e. Heke ku em birayê we bin, lê çima hûn hebûna kurdan qebûl nakin. Gelo birayên mirov bajarê mirov xera dikin. Wê feraseta yek ala, yek dewlet, yek ziman û yek ol winda bike. Lê wê daxwaziya kurdan bi ser keve. Me dawiya Seddam û zilma wî jî dît. Esad jî heman zilmê kir me wî jî dît. Lê em zilmê naxwazin. Bila bên bi kurdan re rûnên û em dawî li şer bînin. Makezagonek nû tê çêkirin, lê peyva kurd û navê kurdan tê de derbas nabe. Lê li aliyekî jî dibêjin em û kurd bira ne. Li hember van hemûyan û bêtehamuliya daliqandina ala Kurdistanê divê gelê kurd jî yekitiya xwe ava bike.”
‘DALIQANDINA ALAYÊ MAFÊ KURDAN E’
Serokê Rêxistina Partiya Azadiyan û Mafan (HAK-PAR) a Amedê Vasif Kahraman jî balê kişand ser gefên li hember ala Kurdistanê û wiha domand: “Em Erdogan û cihê jê hatiye jî baş nas dikin. Di nêrîna wî de her tim tunekirina kurdan heye. Li dijî kurdan yekîtiya xwe bi MHP’ê re ava kiriye. Lê dema mijar dibin kurd û Kurdistan hemû partiyên li Tirkiyeyê dibin yek. Heke Erdogan bibe ‘serok’ dê ji bo kurdan çi bêje em baş dizanin. Lê wê dem her tiştî bide nîşandan. Kurd gelê herî qedîm û xwedî hêza xwe ya dewletbûnê hene. Çawa mafê tirk, ereb û farisan ên dewletê û alayê heye, mafê kurdan jî yê dewletê û daliqandina alayê heye. Kurdan dest daneniye ser axa tu kesî. Lê hemû dewlet dixwazin dest deynin ser axa kurdan û hin bêtir kurdan ji hev perçe bikin. Êdî gelê kurd dikare xwe bi rê ve bibe. Daliqandina ala Kurdistanê mafê herî xwezayî yê kurdan e. Bila êdî tirk, ereb û faris destê xwe ji qirika kurdan bikişînin.”
‘LI HEMBER KURDAN DURÛTIYÊ DIKIN’
Kahraman gotinên Erdogan ên li hember daliqandina ala Kurdistanê wek durûtiyê binav kir û wiha got: “Ji bo tu dengê kurdan bistînî tu her roj derdikevî ser ekranên televîzyonan û behsa biratiya bi kurdan re dikî. Lê tu li aliyekî jî li hember mafê herî xwezayî yê daliqandina ala kurdan derdikevî siyasetek ne rast a li hember kurdan e. Hikûmeta Tirkiyê bi kurdan re ne rast e. Her çi qas ji bo kurdan bêjin bira û dostanî jî, lê li ser ziman dimîne. Lê di derheqê kurdan de çi di serê wan de ye em baş dizanin û ji bo kurdan nebaş difikirin.”
Bîlal Guldem – dîhaber