'DYA, ji ber bi Îsraîlê re li hev nekir êrîşî Esad kir!'

ENQERE - Hîndekarê Zanîngeha Gaziyê Haydar Çakmak anî ziman ku, ew ne di wê qenaetê de ye ku dê DYA û Rûsye ji ber meseleya Sûriyeyê bi hev re şer bikin û wiha got: "DYA, ji ber bi Îsraîlê re li hev nekir, êrîşî Esad kir."

Piştî Donald Trump bû serokê DYA'yê, DYA hîn bêtir mudaxilî hevkêşeya Sûriyeyê bû. Piştî bû serok, Trump peyamên wek "Bi Rûsyayê re danîna têkiliyên hîn nêzîktir" dabûn. Lê bi êrîşa duh a li dijî Sûriyeyê re, ew û Rûsyayê hatin pêşberî hev.

Her wiha Rûsyayê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku, hindik maye ew pev biçin. Li ser vê Tirkiye jî wek tişta ku li bendê bû pêk hatibe, tevî Siûdî Erebîstanê piştevaniya vê êrîşê kirin.

Pisporê Têkiliyên Navnetewî û Hîndekarê Zanîngeha Gaziyê Haydar Çakmak, vê êrîşê nirxand. Çakmak, diyar kir ku ev "lîstikeke nû" ye. Li gor Çakmak, DYA li leha Îsraîlê mudaxilî bûyerê bûye û di bin vê de jî "Ji ber Esad di warê Girên Golanê de bi Îsraîlê re li hev nekiriye" heye.

Çakmak, der pêş kir ku cara ewil e ku DYA li Sûriyeyê "guleyê berdide" û wiha axivî: "Sedema ku DYA'yî dest nadin Esad ew e ku, di quncik de Esad asê bikin, da di warê girên Golanê de tawîzan bide. Yanî di wî warî de Esad çavtirsandî bikin. Her wiha di daxuyaniya Rûsyayê de jî tiştekî wisa berbiçav tune ye. Rûsya tenê îhtar dike. Heke DYA û Rûsya pev biçin, dê şerê 3'yemîn ê cîhanê biqewime. Lê bawer nakim ku dê ev çêbibe. Heke bibûna dê ev li Ûkraynayê bibûna. Ji ber Sûriyeyê ev çênabe. Ji bo Sûriyeyê du hêzên cîhanê bi hev nakevin."

Çakmak, diyar kir ku di heman demê de DYA peyama "lê binihêr em ê jî daxilî lîstik bibin" daye Rûsyayê. Çakmak parast ku dê Rûsya ji bo Esad şer neke û wiha got: "Tu carî dostên rûsan çênabin. Ew dikarin her pêşengî bifiroşin, tenê mesele meseleya buha ye. DYA'yî jî vê dikin."

Çakmak, bi bîr xist ku rayedarên tirk jî dîsa daxuyaniyên wek "Divê Esad biçe" dane û wiha axivî: "Esad bi 20-30 fuzeyî naçe. Divê wek ya li Lubnan, Kuveytê bikin, lê vê nakin. Tenê peyamek dan. Wisa difikirim ku dê bûyer zêde mezin nebe. Esad naxwaze bi Îsraîlê re li hev bike. Ji ber vê yekê, DYA li Esad da. Li ser kaxezê dixwazin Girên Golanê bidin Îsraîlê."

Her wiha Esad jî parast ku her kes DAIŞ'ê dike behane û wiha axivî: "Binihêrin heke li Sûriyeyê biqede jî, dê sibê dusibe DAIL li Qafqasan, li Turkîstana Rojhilat filan û bêvan derkeve holê."