Baydemir: Ji bo dengekî be jî biçin ser sindoqan

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, diyar kir ku ew di şert û mercên "rêveberiya awarte" de kampanyaya xwe bi rê ve dibin û li gel her tiştî jî "Na" bi ferqeke zêde li pêş e. Baydemir, anî ziman ku dê bi "Na"yê re deriyên nû vebibin, xwest tu kes nebêje "Dengekî min heye, ma dê çi bibe" û banga çûyîna ser sindoqan li her kesî kir.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir, têkildarî pêvajoya kampanyaya referandûmê û encamên ku dê ji sindoqan derkevin pirsên dîhaberê bersivandin.

*Ev demeke dirêj e ku hûn li qadan kampanyayê bi rê ve dibin û bi gel re hevdîtinan çêdikin. Çavdêriyên we yên ji bo vê çawa ne? Di atmosfereke çawa de ber bi referandûmê ve diçe?

Li du hêlên Tirkiyeyê, kampanyaya referandûmê li nêvengeke adil bi rê ve naçe. Bêedaletiyeke mezin, newekheviyeke mezin heye. Di warê rikberiya partiyên siyasî de, nehevsengiya hêzan û quwetan heye. Li Kurdistanê, di şert û emrcên rêveberiya awarte de kampanya tê birêvebirin. Yanî di atmosfereke ku hew maye ku bêjin gotina 'Na'yê îxaneta li dijî dewletê ye de tê birêvebirin. Di heman demê de, AKP kampanyay 'Erê' jî bi navgîninên çekdarî yên propagandayê bi rê ve dibe. Em di şert û mercên rêveberiya awarte ya bi tang, top, operasyonên leşkerî û binçavkirinan de kampanyeyê bi rê ve dibin.

*Rewşa kurdan çawa ye?

Em di atmosfereke ku hevserokên giştî yên HDP'ê, parlementerên wê girtî, bi hezaran hevalên me girtî de pêşengiya kampanyaya 'Na'yê dikin. A rast, wisa bawer dikim ku dê hewldanên me yên heta îroyîn tekabulî serkeftineke mezin bike. Mîmarê sereke yê vê serketinê ne HDP ye, gelê kurd bi xwe ye. Ciwanên wan, jinên wan, ji 7'an heta 70'yan hemû gel bi xwe ye. Di du salên dawîn de polîtîkaya bi darê zorê, ya çewisandin û tepisandinê li gelê kurd ferz kirin. Di her firsendê de îfade kirin; 'kurdan êdî pişta xwe daye HDP'ê, kurd dev ji doza wekheviyê berdan'. Tam du salan vê propagandaya reş domandin. Ev di asasê xwe de polîtîkaya tasfiyekirinê ye û hedefa plana tasfiyeyê bû. Dixwastin encameke wisa bi dest bixin.

Di Newroza 2017'an de di serî de li Amedê, milyonan nîşan da ku vê plana tasfiyeyê îflas kiriye, bi qasî serê derziyê jî negihaştiye mexseda xwe û kefenê tirsê qetandiye. Di kampanya ku me heta niha bi rê ve biriye de, mînak; li 28 cihên cuda derfeta xwegihandina gel bi destê min ket. Bi rastî jî em deyndarê gel in, wisa difikirim ku mirov wekî din nikare bi tu peyvê vê vebêje. Niha em wek HDP'ê, wek ewladê vî gelî ez bi wê wêrekiya ku gel daye min bi rê ve diçim. Li gel mafdariya doza me, li gel mafdariya me, em bi wêrekiya ku gel daye me dimeşin. Em bi hesta xwedîderketinê bi rê ve diçin.

‘DÊ BI 'NA'YÊ RE DERIYÊN NÛ VEBIN'

*Ji referandûmê re bi qasî sê rojan maye. Ji bo kurdan dîmena ku dê derkeve holê tê çi wateyê?

Dê di êvara 16'ê Nîsanê de nexşeyeke siyasî ya wisa derkeve holê ku, dê ji hikûmetê re bê gotin; 'Ez polîtîkaya te ya qeyûmî esas nagirim, red dikim, dibêjim 'Na'. Ez ji polîtîkaya te ya rûxandin û şewitandina bajaran re dibêjim 'Na'. Ez li dijî girtina hevserokên giştî yên HDP'ê, parlementeran û hevşaredaran re dibêjim 'Na''. Dê ev 'Na' bi xwe re deriyên nû vebike.

*Ji bo tevahiya Tirkiyeyê atmosfereke çawa heye û li gor we rewşa heyî çawa ye?

Koalîsyona ku AKP û MHP'ê ne koalîsyoneke du libî ye, koalîsyoneke sê libî ye. Di nav vê de Ergenekon jî heye. Asasê vê koalîsyonê dijminatiya bi kurdan e. Koalîsyoneke ku li ser reda kurdan hatiye avakirin. Em dibînin ku, hemû hewldanên wan, argumanên wan li rojavayê Tirkiyeyê jî rastî piştevaniyê nayên. Niha li tevahiya Tirkiyeyê 'Na' bi ferqeke mezin li pêş e. Lê belê, divê ev ferqek bi tu awayî nebe cihê rehavetekê. Ez careke din bang li her kesî dikim, teqez divê biçin ser sindoqan.

‘DÊ BI 'ERÊ' RE YEKPERESTÎ BÊ AVAKIRIN'

*Heke ji sindoqan 'Erê' derkeve, dê rewşeke çawa xwe bide der? Em ê di 17'ê Nîsanê de çavê xwe li Tirkiyeyeke çawa vebikin?

Heke ev pakêt bi tehdît û çewisandinê bê tesdîqkirin dm çi bibe? Beriya her tiştî dê Qanûna Bingehîn 82'yan a cûntayê bê xurtkirin. Heta niha 13 guherîn hatin kirin. Dê ev13 guherîn hemû destkeftiyên maf û azadiyan yên gel paqij bikin. Li gel vê dê ji sedî 50'yî civakê li hemberî vê derkeve. Dê civakeke yekdengî, yekrengî û yekzimanî bê avakirin. Dê ew derdora ji sedî 50 tim li dijî vê derkeve û dê tim bibêje 'Na'. Dê bîad neke.

Dê sibeha 17'ê Nîsanê qanûneke bingehîn a bi tu awayî rewabûna wê tune ye bê zeximkirin û dê Tirkiye bi qadeke pirsgirêkan a nû r erû bi rû bimîne. Ji hêla me ve, dê têkoşîna demokratîk a legal li gel hemû zehmetiyên xwe jî bidomîne. Lê taliya talî dê zilm têk biçe. Di derbeya leşkerî ya 1980'yan de çi bûbû? Ma civakê careke din xwe nefirand? Careke din li be rxwe neda? Yanî dê nebe dawiya cîhanê. Wisa difikrim dê têkoşîn çetintir be, lê ji hêleke din ve jî dê bihişmetir be.

'NA' TÊ WATEYA KU DÊ JI NÛ VE LI DERIYÊ KURDAN BIXIN'

*Lê heke "Na" derkeve dê çi bibe?

Mebest ku em dibêjin 'Na', ji xwe civak gelekî hat rûxandin, êş kişand. Çûyîna ser sindoqan û bikaranîna 'Na'yê, tê wateya ku em ji poltîkayên du salên dawîn re dibêjin 'Na'. Di heman demê de dê bi xwe re rûpelekî nû bîne. Dê di warê kurdan de hikûmet bibîne ku bi polîtîkaya tecrîdê, bi rejîma OHAL'ê encam nayên girtin. Dê careke din berê xwe bide deriyê Îmraliyê. Gotina 'Na' tê wateya bidawîbûna tecrîdê. Gotina 'Na' tê wateya ku dê ji nû ve li deriyê kurdan bidin û tê wateya ku dê pirsa 'Hûn çi dixwazin?' ji kurdan bikin. Heke 'Na' derkeve dê zemîna qanûneke bingehîn a nû derkeve holê.

*Ev çend roj in ku nîqaşên wek dê hilbijêrên kurd bibêjin "Erê" hene. AK Partiyî bi awayekî zêde vê tînin ziman. Ji bo çi ev nîqaş tên kirin? Hûn vê çawa dinirxînin?

Van ji sibehê heta êvarî, du rojê carekê 5 wextan derewan dikin. Kurdan got 'wekhevî', kurdan got 'Em dixwazin li herêma xwe xwedîgotin bin.' We bajarên wan bi ser serê wan de rûxand. Ev derew e. Di hundurê vê pakêtê de firdikeke heqiyê jî ji bo kurdan tune ye û di esasê vê pakêtê de dijminahiya bi kurdan heye. Ev pakêt pakêteke yekparêz e, nîjadperest e. Binihêrin di bernameyekê de spîker ji Birêz Serokomar re dipirse 'Min bi kurdan re hin hevpeyvîn kirine, ez bi we bidim guhdarkirin?' Serokamar dibêje 'Van tiştan tevlîhev neke.' Em behsa xwediyê pakêteke ku tehmul nake dengê kurdan bibihîse dikin. Yanî her tiştê ku dibêjin hemû ji bo xapandinê ne. Heke ev pakêt bê tesdîqkirin, dê polîtîkaya xwe ya rûxandinê ku li ernîgariya kurdan bi rê ve birin tesdîq bikin. Dê rejîma OHAL'ê tesdîq bikin. Li dijî vana gotina 'Na'yê sekna herî demokratîk, rew û herî exlaqî ye. Gotina 'Na', tê wateya ku dê kurd li erdnîgariya xwe bi nasnameya xwe ya xwemal bijî. Ji bo kurd mafên xwe bi dest bixin hêvî 'Na' ye.

'EM JI PROVAKASYONAN DÛR BIKEVIN'

*Heke ev banga we ya dawîn bûna, we yê ji gelên Tirkiyeyê re çi bigotana?

Beriya her tiştî çi dibe bila be, divê her kes biçe ser sindoqan û divê em ji zilmê re bibêjin 'Na'. Ji bo em nebin hevparê webala wan divê em bibêjin 'Na'. Bi taybetî jî ez bang li xwişk û birayên xwe yên warên wan hatin şewitandin dikim. Baş dizanim birîna we, birîna me zaf kûr e. Ji wan riyên hesabpirsînê yek jê jî çûyîna ser sindoqan e û bikaranîna 'Na'yê ye. Hûn li kîsan bajarê dijîn bijîn, heke hûn biçin Şirnexê deng bi kar bînin, hûn biçin Nisêbînê deng bi kar bînin, hûn ê biçin Amedê deng bi kar bînin, serî li teşkîlatê me yên navçe û bajaran bidin em ê piştevaniya we bikin. Divê dengek me jî heba nebe. Teqez divê em xwe ji provakasyonan dûr bixînin. Divê em bi hestiyarî xwedî li sindoqan derkevin.

‘NEBÊJIN 'DENGEK MIN HEYE MA DÊ ÇI BIBE''

Ev du salên dawîn hikûmet li ser zilmê hebûna xwe ava dike. Şidetê wek argumana xwe ya hebûnê bi kar tîne. Ji bo em şidetê û polîtîkayên hikûmetê rawestînin, divê teqez em biçin ser sindoqan û mohrê li 'Na'yê bixin. Di vê mijarê de wisa bawer dikim tercîha gel diyar bûye. Hem li Kurdistanê hem jî li hêla rojavayê Tirkiyeyê 'Na'yeke mezin heye. Ji kerema xwe em bedbîn nebin. Em nebêjin 'Dengek min heye ma dê çi bibe.' Yanî em biçin dengê xwe bi kar bînin û bibêjin 'Na'. Gotina 'Na', tê wateya ku em ê li ser sindoqê ji zilmkar hesabpirsin.

Hayri Demir / Selman Gozelyuz - dîhaber