Buldan: Wezareta Dadê wekî kor û keran tevdigere

ÎZMÎR- Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin axivî. Buldan, diyar kir ku Wezareta Dadê wekî kor û keran tevdigere

Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya ku li Girtîgeha Şakranê dest pê kir û 58 roj in didome, li gelek girtîgehanên li herêm û Tirkiyeyê belav bûn. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, greva birçîbûnê ya girtiyan nirxand û got, ji hevdîtinên wan ên bi Wezareta Dadê û rayedarên dewletê re hatin çêkirin, tu encam derneketine.

Buldan, diyar kir ku demeke dirêj e ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome û got, ji bo tecrîda li ser Ocalan bê rakirin dem bi dem hem li hundur û hem jî li derve grevên birçîbûnê hatine destpêkirin û wiha axivî: "Bi tu awayî hayê me ji tenduristî û ewlehiya Birêz Ocalan tune ye. Ji 5'ê Nîsana 2015'an ve ji Heyeta Îmraliyê tenê birayê wî Mehmet Ocalan pê re hevdîtin çêkiriye. Ji wê rojê heta niha hevdîtin nehatine çêkirin. Têkildarî bidawîbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan li gelek girtîgehên Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Me bi Wezareta Dadê re hevdîtin çêkirin û me daxwazên girtiyan ragihandin. Me got, divê demildest mafên însanî yên tên daxwazakirin bên çareserkirin. Lê mixabin, wek her carê vê carê jî Wezareta Dadê li hemberî vê mijarê xwe li nedîtî û nebihîstinê danî."

‘HEKE BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN ÇÊKIRIN DÊ GREV BI DAWÎ BIBIN'

Buldan, anî ziman ku heke grevên birçîbûnê bi awayekî neyînî bi encam bibin berpirsiyar Wezareta Dadê ye û wiha domand: "Me ev daxwaz ragihandin wan. Di warê çareseriya van daxwazan de bi awayekî baş nêz nebûn. Îro li derve jî malbatan dest bi grevên birçîbûnê kirine. Berî ku ji girtîgehan cenaze derkevin divê demildest diyalog bên destpêkirin û teqez divê ev daxwaza bên çareserkirin. Ez şahidê pêvajoya 2012 me. Wê demê girtî demeke dirêj di grevê de man. Piştî ku bi Birêz Ocalan re hevdîtin hat çêkirin, girtiyan dawî li greva birçîbûnê anî bû. Wisa difikirim heke îro jî bi Ocalan re hevdîtin bê çêkirin, dê girtî dawî li greva birçîbûnê bînin. Dixwazim vê bibêjim; Birêz Ocalan aştiyê dixwaze û ji bo bi rê û rêbazên aştiyane pirsgirêka kurd bê çareserkirin gelek hewldanên wî hene."

Buldan, bi bîr xist ku di pêvajoya muzakere û aştiyê ya bi Birêz Ocalan re li Tirkiyeyê nêvengeke aramiyî xwe dabû der û wiha axivî: "Wê demê cenaze nehatin Tirkiyeyê û bi qasî serê derziyê jî rewşên neyînî xwe nedan der. Ev hemû girêdayî hevdîtinên ku bi Birêz Ocalan re hatin çêkirin bû. Heke îro dubare vegereke ji bo pêvajoya muzakere û aştiyê çêbibe û bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên çêkirin, dê dîsa li Tirkiyeyê rewşên neyînî xwe nedin der. Îro bi tu awayî rewşa Tirkiyeyê ne tu rewş e. Wisa difikirim sedema vê jî tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Helbet aştî diyardeyeke bivê nevê ye. Êdî demildest pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke civakiyî heye."

‘ÊDÎ DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN'

Buldan, anî ziman ku îro tenê di rojeva hikûmetê de pergala serokatiyê û referandûmê heye û wiha domand: "Mafên mirovan, huqûq, edalet û aştiyê daye kêlekekê û tenê ji bo serokatiyek kesekî siyasetê dikin. Bi tu awayî fêdeya vê li Tirkiyeyê tune ye. Îro li her deverên Tirkiyeyê bayê 'Na'yê bi awayekî zêde hêl dibe û dê ev ba di sindoqan de jî xwe bid eder. Bi serketina 'Na'yê re dê êdî hikûmeta AKP'ê mecbûr, aştî, biratî, azadî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê têxe rojeva xwe. Lê belê, heke ev çi qas zûtir bê kirin dê evqas bi kêrî Tirkiyeyê bê. Êdî pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye, divê gavên demildest bên avêtin. Di serî de Wezîrê Dadê û bi giştî hemû rayedar divê bi berpirsiyarî tevbigerin."

‘DÊ DIYALOGÊN ME BIDOMIN'

Buldan, anî ziman ku hevdîtinên wan hem bi Wezareta Dadê û hem jî bi malbatan re didomin û wiha axivî: "Em diyalogê bi îdareya girtîgehên ku grevên birçîbûnê lê didomin re datînin. Dê hevdîtinên me berdewam bikin. Lê rayeya me ya ku em bi girtiyan re hevdîtinan çêbikin tune ye, lê belê em di ser malbatan re pêwendiyê bi wan re datînin. Dê hewldanên me bidomin."