Wezîrê berê Konca: Divê sindoqên hilbijartinê bên parastin

KOCAELÎ- Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û parlamenterê HDP'ê yê berê Alî Haydar Konca, têkîldarî referandumê diyar kir ku ev guhertin di darê hiqûqa qanûna bingehîn de handîkapek e û bi gotina "Divê mirov biçin ser sindoqan, da şansê derketina 'Erê' kêm bibe. Teqez divê sindoqên hilbijartinê bên şopandin û parastin" vê ji banga çûyîna li ser sindoqan û parastina sindoqan kir.

Huqûqnas Ali Haydar Konca yê ku di dema hilbijartina 7'ê Hezîranê de ji HDP'ê wek Parlamenterê Kocaeliyê hatibû hilbijartin û di dema hikûmeta demborî de Wezaretiya Yekîtiya Ewropayê jî kir, têkildarî referandûma ku dê roja Yekşemê bê kirin axivî û pakêta guherandina Qanûna Bingehîn nirxand.

'QANÛNÊN BINGEHÎN STÛNA CIVAKÊ NE'

Konca, anî ziman ku guher,îna ku tê pêşniyarkirin hem di warê teşeyî de hem jî di warê esasî de li dijî normên huqûqa bingehîn û exlaqa siyasetê ye û got, qanûnên bingehîn peymanek in û ji ber vê divê bi lihevkirinê bên çêkirin. Konca wiha got: "Qanûnên bingehîn stûna civakê ne. Ji ber vê dema qanûnên bingehîn bên amadekirin, divê hemû derdor û saziyên civakê esas bên girtin. Lê di vê guherînê de tiştekî bi vî rengî esas nehat girtin. Heta di vê pêvajoya ku guherandin hat amadekirin de parlementerên AKP û MHP'ê jî hay ji naverokê tune ne."

Her wiha Konca wiha got: "Guherandina hatiye amadekirin, di warên huqûqa Qanûna Bingehîn de 'handîkap' e."

'EV GUHERÎN LI PAŞ QANÛNA BINGEHÎN A 82'YAN E JÎ'

Konca, balê kişand ser kêmasiyên demokratîk ên Qanûna Bingehîn a 1982'yan û wiha axivî: "Me her timd iparast ku, divê bi awayekî giştî Qanûna Bingehîn a 1982'yan jî bê guherandin û li şûna wê modeleke demokratîktir bê. Lê ev guherandin li paş Qanûna Bingehîn a 82'yan e jî. Hemû maf û azadî bêtir ber bi xerabiyê ve diçin. Dixwazin rêveberiya 'yekzilamî' ava bikin. Meclîsê tê bypasskirin. Her wiha Serokomar di heman demê dibe serokê giştî yê partiyekê. Dê Serokomar hemû parlementeran diyar bike. Serokomar dê karibe endamên Lijneya Bilind a Dadwer û Dozgeran (HSYK) û Dadgeha Qanûna Bingehîn wezîfedar bike. Di heman demê de dê Serokomar budçeyê jî amade bike. Ji xwe çêkirina budçeyê bi tena serê xwe tê wateya guherandina pergalê."

Konca, dest nîşan kir ku divê mijar di şexsê Tayyip Erdogan de bê nîqaşkirin û got, pêşeroja Tirkiyeyê bi talûkeyê re rû bi rû ye.

'MEKANÎZMAYEKE KU DÊ SEROKOMAR HESAB BIDE TUNE YE'

Konca, ragihand ku pergala tê pêşniyarkirin ji venêrîn-hevsengê (check-balance) bêpar e û wiha got: "Li gel hemû rayeyan, mekanîzmayeke ku dê Serokomar hesab bide tune ye. Meclîs nikare Serokomar kontrol bike û pirsan jê bike, nikare pêşniyaznaameyên lêkolînê bide. Serokomar hemû burokratên bilind tayîn dike. Dê îlankirina OHAL'ê tim bê kirin."

Konca, anî ziman ku her çi qas ji referandûmê re pir hindik mabe jî, divê dengê "Na"yê hîn bêtir bê zêdekirin û wiha got: "Divê gelek mirov biçin ser sindoqan, da şansê derketina 'Erê' kêm bibe. Teqez divê sindoqên hilbijartinê bên şopandin û parastin."

Konca, da zanîn ku wî li Amedê, Mêrdînê lêkolîn kirine û got, li aliyekî hêza dewletê xebatên "Erê" bi rê ve dibe, li aliyê din jî xebatên "Na"yê tên binpêkirin.

KRÎZÊN POLÎTÎKAYA DERVE

Wezîrê Yekîtiya Ewropayê yê berê Konca, balê kişand ser krîzên bi welatên Ewropayê re û wiha axivî: "Tu carî bi vî rengî polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê wisa neketibû nav dest û piyan. Ji roja avakirina Komara Tikriyeyê heta niha, bi qasî niha rûmet û xurûra komarê nehatibû şikandin. Yanî ev krîz bi xwe skandal e. A rast hesab ev e ku, bi van krîzan tehwîlê dengan bike. Çimkî, mirovên li wir jî gotin 'Neyê welatê min. Hilbijartina min heye. Ji xwe qanûnên te yên navxweyî destûra propagandaya li derveyî welat nadin û qedexe dikin.' Lê li gel vê jî çûn wê derê."

'JI BO KURD MAFÊN XWE BI DEST NEXIN TIrKIYE TEVDIGERE'

Konca, balê kişand ser polîtîkaya Tirkiyeye ya têkildarî kurdên Sûriyeyê û wiha got: "Tirkiyeyeke baqil dikaribû pirsgirêka xwe ya kurd çareser bike û gavên hîn stratejîk biavêje. Ji ber hebûna kurdên li Sûriyeyê girêdayî pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê ye, diviya Tirkiye bi baldarî nêz bibûna û piştevaniya kurdên li vir bikirana. Lê wisa dixuyê kur, rêveberiya Tirkiyeyê naxwaze li tur derî jî kurd mafên xwe bi dest bixin û ji bo vê jî tevdigere. Bi ya min dê konjuktura heyî û erdnîgariya Rojhilata Navîn destûra vê nede. Ji xwe Salih Muslim jî gelek caran got, 'Armanceke me ya ku em nava Tirkiyeyê li hev bixin tune ye'."