AMED - Wekîla Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, anî ziman ku şaîbe daxilî referandûmê bûye û got, li gel vê jî gelê kurd xwedî li pergala wan a hevserokatiyê û jiyana wek hev derketiye.
Wekîla Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, encamên referandûmê nirxandin. Şimşek, diyar kir ku xebatên referandûmê di şert û mercên wekhev de nehatine birêvebirin û got, encama ku derketiye holê encameke biqusûr û şaîbe ye. Şimşek, anî ziman ku kurdan gotiye "Na" û ev di xwe de peyama "Gelê kurd li Kurdistaneke demokratîk û azad em ê bi xwe jiyana xwe biafirînin" dihebîne.
‘JI SEDÎ 50'YÊ TIRKIYEYÊ GOT 'NA''
Şîmşek, encamên hilbijartina 7'ê Hezîranê bi brî xist û wiha got: "Ji sedî 50'yê Tirkiyeyê got 'Na'. HDP a ku di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi 80 parlementerî çû ser sindoqan, wek partiyeke ku navnameyên cuda di nav xwe de dihebîne peyamek daye birêveçûne siyasî ya Tirkiyeyê. Peyma ku hat dayîn ew e ku, bi hemû reng û dengên civakê qanûneke bingehîn bê çêkirin."
Şîmşek, dest nîşan kir ku di pêvajoya piştî 7'ê Hezîranê de zemîna ku dê qanûneke demokratîk çêbike hatiye rûxandin û got, bi OHAL'ê re berê hemû tîran dane gelê kurd û destkeftiyên wî. Şimşek wiha axivî: "Bi tifaqa MHP-AKP'ê û OHAL'a ku piştî 15'ê Tîrmehê xwe da der, berê hemû tîran dan gelê kurd. Berê wan dan çanda me, zimanê me, awayên jiyana me, vîna me û bi awayekî giştî dan hemû destkeftiyên kurdan. Wek encam jî, ev veguherî qanûneke bingehîn a ku bi tu awayî kurd, ciwan, jina û gelên Tirkiyeyê tê de tune ye."
‘XEBATÊN REFERANDÛMÊ DI ŞERT Û MERCÊN WEKHEV DE NEHTAIN BIRÊVEBIRIN'
Şîmşek, anî ziman ku bi OHAL'ê re bajar hatine dorpêçkirin û li Kurdistanê bi tu awayî nêvenga hilbijartinê çênebû û wiha domand: "Hevdîtinên me yên bi gel re, mîtîngên me hatin astengkirin û xwestin bi polîtîkayên tirsê û binçavkirinan rê li ber xebatên gel ên hilbijartinê bigirin. Li her bajarî rêveberên me hatin girtin, wesayîtên me hatin desteserkirin û belavokên me hatin qedexekirin. Di şert û mercên wekhev de pêvajoyeke referandûmê tune bû. Li gel van zehmetiyan hemûyan jî, ji sindoqan 'Na' derketiye. AKP, vê pêvajoya nedemokratîk ji bo xwe veguherandiye destkeftiyekê. Muşahid û serokên me yên sindoqan hatin astengkirin û binçavkirin. Beriya hilbijartinê bi 2 rojan li Amedê 300 kes hatin binçavkirin."
‘2 MILYON Û NÎV DENG NE LI HOLÊ NAXUYÊN'
Şîmşek, balê kişand ser hîle û xurdeyên di referandûmê de û wiha got: "2 milyon û nîv deng li holê naxuyên. YSK, ji bo vê rewa bike tim daxuyaniyan dide. Ma heke ev deng derkevin holê qey aîdî 'Erê' ne? Hel bet, na. YSK, bi biryara ku daye dixwaze ser vê binixumîne. Ev nayê qebûlkirin. Peywira YSK'ê ew e ku, bi awayekî demokratîk van îhlalan raçav bike û biryara bide. Îtiraz hene. Ev îtiraza ji bo mohrên pusûleyên dengan ên li ser nivîsa 'Erê' ne, ji bo dengên bi awayekî vekirî hatine bikaranîn bi xwe ne."
‘LI SINDOQAN VÎNA GELÊ KURD WEK 'NA'YÊ XWE DA DER'
Şîmşek, anî ziman ku li sindoqan vîna gelê kurd wek 'Na' xwe daye der û wiha domand: "Di sindoqan de vîna Kurdistanê wek 'Na' xwe da der. Ji Sûrê heta Cizîrê, ji Silopiyayê heta Şirnexê gelê kurd gotiye 'Na'. Nîqaş li ser gelê kurd tên birêvebirin, lê gelê kurd vîna xwe da der. Çawa ku di 7'ê Hezîranê de dabû der, çawa ku di hilbijartinên herêmî de da der û 106 şaredarî bi dest xistin, îro jî bi dengê 'Na'yê da der."
Şîmşek, dest nîşan kir ku gelê kurd peyameke nû daye û wiha axivî: "Gelê kurd peyama em ê li Kurdistana azad û demokratîk xwe bi xwe jiyana xwe biafirînin da. Gotin hûn nikarin bi çewisandin, înkar, îmhayê û OHAL'ê me bitepisînin. Li Cizîr, Sûr, Silopiya, Licê ev peyam dan. Mînak, li Sûrê bi polîtîkaya rûxandinê tevgeriyan, lê gel di sindoqan de bersiva wan da. Hin sindoq hatin veguhastin, hin hilbijêr ji lîsteyan hatin derxistin lê li gel vê jî, ji sedî 64 dengê 'Na'yê derket. Nisêbînê bi vîneke ji sedî 78 nîşan da. Li gel van rûxandinan hemûyan jî dixwaze xwe bi xwe jiyana xwe ava bike."
‘XWEDÎ LI PERGALA ME YA HEVSEROKATIYÊ Û JIYANA WEKHEV HAT DERKETIN'
Şîmşek, diyar kir ku di vê referandûmê de xwedî li pergala wan a hevserokatiyê û jiyana wekhev hatiye derketin û got, AK Partî dîtiye ku êdî bi zorê nikare kurdan ber bi bîadê ve bibe. Şimşek wiha axivî: "Ji sedî 83'yê ku çûye ser sindoqan ji sedî 50'î jê gotiye 'Hûn nikarin vî welatî li gor kêfa xwe bi rê ve bibin, hûn nikarin rejîmê biguherînin.' Jinan got 'Na'. Di serî de jin bi her awayî xwedî li pergala me ya hevserokatiyê û jiyana wekhev hatiye derketin. Divê hikûmeta AK Partiyê demildest qeyûman bi paş ve bikêşe. Çimkî, li vir gel beyan kir ku ew qeyûman naxwazin. Qeyûman li şaredariyan navendên jinan girtin, malên hêwirandinê rakirin û bê erk hiştin."
‘NA BI SER KET'
Şîmşek, dest nîşan kir ku dê DBP xwedî li vîna gel a bi 'Na'yê derket holê derkeve û wiha got: "Encama 'Na'yê tê wateya ku ez jiyana bi darê zorê qebûl nakim. Divê hikûmeta AKP bi rêzgirtinî nêzî vê vîna ku derketiye holê bibe. Em ê jî xwedî li vê vîna gelê xwe derkevin û her tim bitêkoşin. Na, bi ser ketiye."