STENBOL - Wezîrê berê Ertugrul Gunay, ji bo îktîdarê encamên referandûmê wek neserketinbûnê pênase kir. Gunay, destnîşan kir ku hiş û aqilekî wek li herêmê piştevaniya AKP'ê zêde bûye nişan didin û wiha got: "Ev li dijî rewşa giştî ya dengên herêmê û vîna gel bêhurmetiyek e."
Ertigrul Gunay ê ku di hikûmeta AK Partiyê de şeş salan Wezîrtiya Çand û Turîzmê kir, encamên referandûmê yên ne fermî nirxandin. Gunay, dest nîşan kir ku ji bo îktîdarê ev encam neserketibûniyê nîşan dide û got, bîrbiriyeke wek li herêmê piştevaniya ji bo AK Partiyê zêde bûye didin der, lê belê ev li dijî rewşa giştî ya dengên herêmê û vîna gel bêhurmetiyek e.
'YSK QANÛN BIN PÊ KIR'
Gunay, dest nîşan kir ku dê referandûma 2017'an di dîroka Tirkiyeyê de wek referandûmên 1961 û 1982'yan ên ji wekhevî, edalet û demokrasiyê bêpar cihê xwe bigire û wiha got: "Li gel şer û mercên nehwekhve jî bi beşdarbûyîneke zêde dengdayîn çêbû. Lê di dema dengdayînê de YSK qanûn bin pê kir, pîvan guherandin û encam ber bi rewşeke derhuqûqî û nîqaşiyî ve birin."
Gunay, ji bo 'Na'ya ku li bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere, Îzmîr û Amedê derket jî wiha got: "Li gel hemû rewşên neyînî, derfetên dewletê û çewisandinan jî li navendên girîng ên wek Stenbol, Enqere, Edene û Amedê guherandinên Qanûna Bingehîn hatine redkirin û ev dide der ku baweriya gel bi demokrasyiyê heye. Heke li van navendên mezin awayê rêveberiyekê hatibe redkirin, pir zehmet e ku li tevahiya welat derbasdar be û heta ne pêkan e ku bi rê ve biçe."
'HERÎ ZÊDE LI ROJHILATÊ BAŞÛR Ê WELAT MUDAXILEYÎ SINDOQAN HATIYE KIRIN'
Gunay encamên li bajarên herêmê jî nirxandin û wiha axivî: "Der barê encama dengdayînê de -çapemenî, di serî de TRT, hemû TV û ajansa îktîdarê ya bi navê AA- xwestin li tevahiya welat bîbiriyekê biafirînin û her wiha ji bo rojhilatê başûr ê welat jî bîbririyeke taybet hat birêvebirin. Li rojhilatê başûr welatiyên me li gel hemû çewisandinên taybet jî gotine 'Na' û demokrasî parastine. Dema ev dengê 'Na'yê derket, divê em girtina hevserokên giştî yên HDP'ê, berdevkên wan ên girîng û gelek parlementer û rêveberên wan girtî ji bîr nekin. Her wiha baş tê zanîn ku, herî zêde li vê herêmê mudaxileyî sindoqan kirin. Bi van mudaxileyan, îktîdar wek dengên xwe zêde kiribe û herêm piştevaniya wê kiribe dide der. Ev bi awayekî aşkere li dijî rewşa giştî ya dengên herêmê û vîna gel bêhurmetiyek e.
Gunay, der barê YSK'ya ku di dema dengdayînê de pîvan guherandin jî wiha got: "Bi awayekî aşkere hikmên qanûnê bin pê kirin. Qebûlkirina pisûleyên deng û zerfên bêmohr, di warê encamên vê referandûmê de bûye cihê nîqaşan û hikmekî nehesibandinê daye der."
'ENCAM JI BO ÎKTÎDARÊ NESERKETIBÛN E'
Gunay ê ku encamên referandûmê "Ji bo bloka îktîdarê wek neserketîbûnê" pênase kir wiha got: "Yekûneya dengên AKP/MHP'ê di 1'ê Mijdara 2015'an de zêdeyî ji sedî 61'ê ye. Îro encam her duyan ku BBP'ê jî tevlî xwe kirin, di biniya ji sedî 51'ê de ye. Herî kêm 10 pûanan di biniya yekûneyê de ye. Ya ku min li kuçeyê dît -hefteya borî min li ser civaka medyayî hin texmîn kirin, heman tişt derket holê- MHP û BBP bi zor nêviyê dengên xwe girtin û AKP jî ji nav hilbijêrên xwe ji sedî 10 (di tevahiya hilbijêran de ji sedî 5) deng winda kiriye. Halbûkî di referandûma 2010'an de AKP bi tena serê xwe ji sedî 58 wergirtibû."
Gunay wiha domand: “Di van şert û mercan hemûyan de dengê 'Na'yê li dor ji sedî 50'î ye, lê baweriya min ew e ku ji vê rêjeyê zêdetir e. Ev jî nîşan dide ku gel girêdayî demokrasiyê ye û ji bo têkoşîna demokrasiyê hêviya têkoşînê dide der."