ENQERE - Berdevka CHP'ê Selîn Sayek Boke têkîldarî biryara qebûlkirina denên bêmohr ên di referandumê de hatin bikaranîn daxuyaniya "CHP çi bikev li ser milê wî dê bike pêwîst be em ê xwe ji meclîsê vekişînin."
CHP'ê daxuyand ku ger ku referanduma bi guman dibînin neyê nûkirin vekişîna ji Meclîsê nîqaş bikin. Berdevka CHP'ê Selîn Sayek Boke piştî civîna MYK'ê ya partiyê daxuyanî da û ji vekişandina meclîsê jî di nav de gelek biryar girtine rojeva xwe. Boke wiha got: "Em wekî CHP vî referandumê nas nakin. Encam Na derketiye. Em ê heta dawî xwedî li îradeya milyonan derkevin. Bi vî armancê em ê hemû biryaran nîqaş bikin. Dema ku dibêjin hemû di nava vî de vekişîna meclîsê jî berdewamkirina xebatan jî dikeve nav."