NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Salîh Cuma Pîr, di qunciknivîsa xwe de encama referandumê nirxand û diyar kir ku gel bi berxwedanê zilm şikandiye. Pir, da zanîn ku gel tevî hemû cureyên zilmê li qadên xweseriyên demokratîk lê hatin îlankirin gotin "Na" û li Kurdistanê dengê "Na" bi ser ket.
Gunçiknivîsê Rojnameya Rojeva Medya Salih Cuma Pîr, der barê encama referanduma 16'ê Nîsanê de nirxandinên girîng kir. Pîr, anî ziman ku aşkere hat dîtin ku AKP, MHP û MÎT bûn yek û Tayyip Erdogan ev yek vekirî îtiraf kiriye. Pîr, bilêv kir ku tevî hemû cureyên lîstik û êrişan gelê Kurdistanê got "Na" û "Na" bi ser ket. Nivîsa nivîskar Pîr ya îro di rojnameya Rojeva Medya de hat weşandin wiha ye:
Ji 20’ê tîrmeha 2015’an heta roja me li Kurdistanê zilmeke ku ne hate meşandin nema. Ev zilm bi hejmartinê xelas nabin. Kurdistan bi bajar, tax, gund, çiya û deştên xwe vegeriya welatekî qedexe. Du salên ku zorbetiya di dîroka Kurdistanê de di asta herî jor de pêk hatin. Kurdistan tu deman mîna van du salên dawîn nehate wêrankirin. Salên bi vî rengî yên ku leşker û polîsan her dera Kurdistanê bi potînên xwe perçiqandin, nehatibûn dîtin.
Dîsa xiyanet û hevkariya dijmin a di nav kurdan de tu caran di vê astê de nekete bin xizmeta tevkujeran. Bi xwespartina van rewşan gotin ku dê di biharê de êdî navê PKK’ê jî bê jibîrkirin. Jixwe HDP bi şêwazeke pratîk hatibû tesfiyekirin. Dema digotin dê navê PKK’ê neyê bilêvkirin û HDP nemîne, wan hesab dikir ku di referandûma 16’ê nîsanê de dengên “erê” dê bi ser bikevin. Tevî hemû zilmê di serî de li qadên bexwedana xwerêveberiyê li Kurdistanê dengên ‘na’ bi ser ketin. Herî zêde li qadên berxwedana xwerêveberiyê dengên ‘na’ derketin, ev jî di nezera gelê me de ji bûyîna sûcdarên giran pê de tu encam, a di van du salên dawîn de bi dest xistibin, tune ye. Tenê li pêşberî gel pozîsyona wan a sûcdariyê zêde bûye.
Jixwe gelê Cizîrê ji bo helwesta xwe nîşanî yên sûc kirine û qatilan nîşan bide, di asta herî bilind de dengên ‘na’ bi kar anîne. Li Kurdistanê xiyanet û hevkariya dijmin ji bo boykotê tê wateya dengên ‘erê’ pêk bînin gelekî hewl dan. Li Kurdistanê boykot di kîjan astê de bûya dê dengê ‘na’ di wê astê de biketa û “erê” bilind bibûya.
Li ser vê yekê jî dê mêtingeriya tevkujer û Wezîrê Karên Hûndir ê ji exlaq, wijdan û her cure nirxên mirovahî û civakî nesîbê xwe negirtiye, serkeftina xwe îlan bikira. Dê propagandaya ku kurd tirsiyan û xwe spartin dewletê, bikira. Dê xiyanet û hevkariyê di dîroka kurdan de careke din rola xwe bilîsta. Lê belê gelê kurd lîstika xiyanetê ya kesên digotin; “Ev referandûm kurdan eleqedar nake” xera kir. Her çi qas li hin cihan bandoreke wê ya bisînor hebe jî li piraniya Kurdistanê nekarîn bibin asteng ku dengên ‘na’ di asta bilind de derkevin. Gelê kurd di nava têkoşîna dehan salan de gihaştiye asteke wisa ku tu zilm û zext nikare çongan pê bide şikandin. Gelê kurd ê di 8’ê Adarê û Newrozê de rabû ser pêyan, bi helwesta xwe ya di referandûmê de tirseke mezin xistiye dilê mêtingeriya tevkujer. Li Kurdistanê êdî polîtîkaya zilmê ya mêtingeriya tevkujer derbas nabe. Zilm, bi gelê kurd re hêrsê zêdetir dike. Dayîna dengê herî zêde ya ‘na’ li bajarên kurdan ên hatin rûxandin û şewitandin hatin dayîn ku ev yek tespîta me jî piştrast dike. Dîsa li gundê Xirabê Baba yê ku beriya demekê hat şewitandin û gundî di îşkenceyê re hatin derbaskirin, derketina dengê ‘na’ ji sedî 95 tê wateya piştrastkirina vê rastiyê. Di Împaratoriya Osmanî de gotina, “Bila zilma te zêde bibe da ku dawiya te zû were paşa” hebû.
Rewşa desilata AKP-MHP’ê ya heta niha ev e. Rewşa Wezîrê Karên Hûndir ê tirk ku xwe mîna paşayê paşayan dibîne û difikire ku tişta kesî nekiriye dê bikare bike û serî bi kurdan bide tewandin, wisa ye. Li Kurdistanê hilbijartin tu caran di mercên wekhev de pêk nehatin. Hilbijartin di çarçoveya polîtîkayên mêtingeriya tevkujer de mîna amûrên şerê taybet hatin bikaranîn. Dewletê her dem piştgiriya partiya ku wê demê desthilat e kiriye. Bi taybetî jî di demên şer û pevçûnan de hilbijartin di mercên newekhev de û di bin zexta dewletê de pêk hatin. Lê belê di tu deman de di vê astê de zexta hilbijartinê û hîle nehatibûn dîtin.
Di serî de Mûş û Riha li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê hîle û bêrêtiyên mezin hatin kirin. Cihê ku herî zêde pûsûlayên dengan û zerfên bêmohr hatin dayîn, Kurdistan bû. Dîsa li hin cihan derketina ji sedî sed dengên ‘erê’ nîşan dide ku bi şêwazeke bêperwa hîle hatine kirin. Referandûm mîna pêngaveke şerê psîkolojîk li Kurdistanê li dijî gelê kurd hate bikaranîn. Lê belê ji ber ku gelê kurd di jiyana azad û demokratîk de bi israr bû, ev lîstika şerê psîkolojîk jî têk bir. Di vê referandûmê de ne tenê dewleta tirk a tevkujer her wiha yên hevkariya wê kirin jî bi têkçûneke mezin re rû bi rû man. Bi vê yekê re yên hevkarî bi desthilata AKP-MHP’ê re kirin, yên di referandûmê de banga boykotê kirin, mîna yên di dema herî teng de xiyanet li kurdan kirin, derbasî dîrokê bûn.
Di vê referandûmê de têkiliya hizbûlkontraya hevkarê desthilata faşîst a tevkujer a AKP-MHP’ê ya bi MÎT’ê re jî careke din hate dîtin. Spaskirina Tayyîp Erdogan a ji bo rêxistineke ku di salên 1990’î de bû sebeba kuştinên faîlnediyar û malên gorî, nîşan dide ka dewleta tirk li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd polîtîkayên çawa dimeşîne û têkiliyên kirêt ên bi çi rengî bi kar tîne. Yên di salên 1990’î de li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd hatin bikaranîn, niha jî bi şêwazên cuda tên bikaranîn. Tayyîp Erdogan ev rastî vekirî îtîraf kiriye.