Baydemîr: Dê ji Evren xirabtir derbasî dîrokê bibin

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê rapora binpêkirinan a referandumê ya HDP'ê aşkera kir wiha got: "Ji ber ku di dîroka komarê de hilbijartina herî bi guman kirine dê ji Evren xirabtir derbasî dîrokê bibin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkîldarî binpêkirinên mafan ên di referandumê de qewimin rapora ku amede kiribû li Navenda Giştî ya HDP'ê bi civîna çapemeniyê aşkera kir. Berdevkê HDP'ê Osman Başdemîr rapor aşkera kir û diyar kir ku tenê ne di dema refenadumê de dema ku paket hate Meclîsê heta niha binpêkirin berdewam dike.

Di axaftina Baydemîr de hin xal wiha ye:

"Pîvana dengdana veşarî tasnîfa aşkera hê patek di meclîsê de bû hate binpêkirin. Pêvajoyê bi binpêkirina dengên veşarî ve dest pê kir.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê jî di nav de 14 parlamenter, 750 rêveberên bajar û navçeyan girtîne me referandum bi vî rengî derbas kir.

Dewletê hemû çavkaniyên xwe û dezgehên xwe ji bo kampanayaya "Erê" bi kar anî. Wekheviya derfetan ji holê hate rakirin.

Bêedeletiyê di polîtîkaya weşanê mirov nikare wekî xweîfadenekirina HDP'ê binirxîne. Di hemû kampanyayên ku hikûmetê meşand de televîzyonên neteweyî û TRT bi sûcdarkirinên li dijî HDP'ê, mafê bersivdayînê nedan HDP'ê.

Ligel hemû pêkanînan dema ku em li nexşeyê dinêrin dîsa vî encama ku dixwazin negirtine.

Dema ku em li pêvajoya referandumê dinêrin zêdetirî 2 hezar binçavkirin hate jiyîn. Rojê nêzî 5 kes hatin girtin.

Parlamenter dema kampanya dimeşandin hatin binçavkirin. Qada me ya mîtînga Geverê hate guhertin derxistin 5 kîlometre derveyî bajar.

Bi hinceta OHAL'ê li Riha, Colemêrg û gelek cihan bername hatin qedexekirin.

Li gelek bajaran 140 namzetên me yên sandoqan hatin betalkirin. Me nekarî navûdeng bi wan bidin ecibandin Lê niha navûdengê herî xirab ya hikûmetê ye. Ji ber ku di dîroka komarê de hilbijartina herî bi guman kirine dê ji Evren xirabtir derbarî dîrokê bibin.

Di referandumê de muşahîdên HDP'ê hatin astengkirin.

Hema ku bikaranîna 3 milyon dengan hate astengkirin.

Li gelek gundan dengên komî hatin avêtin, di bin siya çekan de deng hatin avêtin. Ev bûyerên şenber in.

Tabloyeke çawa derket holê. Li gelek bajaran di 420 sandoqan de qet Na derneketiye.Ev hemû herêmê çolter in.

Di 1118 sandoqan de radeya dengên Erê ji sedî 80 zêdetir e. Ji 200 hezarî zêdetir hilbijêr hene. Di 791 sandoqan de endamên lijneya sandoqan a HDP'ê tuneye.

Bi milyonan dengên bêmohr hatin bikaranîn. Ger ku dengên Na ji sedî 50 zêditin bûye ev pusulayên dengan dê ji bo betalkirina referandumê bihata bikaranîn. Ev dezgeh berî hatibû amadekirin.

Wekî encam derveyî qanûnê hejmartina dengan hate guhertin. Referandum li gorî standartên navneteweyî nebû.

Ligel hemû pêkûtiyan jî şukur gelê kurd serî netewand."