Koçyîgit: Guh bidin dengê 'Na'ya kolanan

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di civîna meclîsa giştî de axivî û ji hikûmetê xwest ku guh bide "Na"ya kolanan û wiha got: "Dengê 'Na'ya ji kolanan bilind dibe dê Tirkiye azad bike.

Dengê xêrê ye." Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî xwest 1'ê Gulanê bikin cejna Eniya 'Na'yê û cejna xêrxwazan.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Otela Taksîn Hîll a Stenbolê Civîna Asayî ya 3'emîn a Meclîsa Giştî pêk anî. Di civînê de Hevberdevkên HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onur Hamzaoglu û endamên meclîsê amade bûn. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, axaftina vekirina civînê kir û wiha got: "Me referanduma bi şik, guman, û lîstik li pey xwe hişt. Di 15 salên serdema hikûmeta AKP'ê de saziyên dewletê yek bi yek ketin bin bandora îktîdarê. Herî dawî YSK ket bin kontrola AKP'ê. AKP ku her diçe dibe dewlet û dewletê dixe bin kontrola xwe. Mirov nikare bêje AKP bî vîna gel bûye îktîdar. Niha li hemberî me AKP ya bûye dewlet heye. Dixwazin li saziyan tevan faşizmê pêş bixin û faşîzmê bikin sazîbûn. AKP dixwaze birdoziya xwe li ser tevahiya civakê ferz bike. Piştî referandumê hêzên demokrasî bûn yek û hêzek mezin derxistin holê. Ji bo Tirkiyeyek demokratîk ava bibe hêza di referandume de derket holê encamek muhîm e. Li Tirkiye tevgerek demokratik ya muhîm derketiye holê. Helwesta CHP'ê ya piştî referandumê mijara rexneyê ye. CHP dixwaze hêza civakî ya herket holê sist bike. Dixwaze bi riya dewletê bibe muxalif. Divê hemû partî guh bide dengê kolanê. Naya li kolanan bilind dibe Naya xêrê ye. Naya Kolanan dê Tirkiye azad bike. Divê CHP guh bide kesên li kolanan deng da wan û li cem wan cihê xwe bigire."

Koçyîgît, xwest êdî ji bo qanûna bingehîn a demokratîk têbikoşin û wiha got: "Divê em li dijî qanûna yek perest têkoşîna qanûna demokratîk û pir rengî bimeşînin. Îro Roja Cejna Zarokan e. Di cîhanêde tenê Tirkiye Cejna zarokan pîroz dike. Lê li Tirkiye 2 hezar zarok girtî ne. Gelek pitik tevî dayikên xwe girtî ne. Ev dirûtiya Tirkiye ye. Li aliyekî cejna zarokan pîroz dike. Li aliyê din zarok girtî ne. "


Koçyiğit, bal kişand ser komkujiya Ermeniyan jî û wiha got: "Bi pêvajoya tehcîra 250 rewşenbir, nivîskar, parêzer û siyasetmedaran komkujiya ermeniyan dest pê kir. Ji 1915'an heta niha em bi heqîqetê re rû bi rû nebûne. Dewletê hêj rastî ronî nekiriye. Ev komkujî ye. Rengîniya Anadolu tune kirin. Ger ku Tirkiye di rastiyê de dixwaze demokratîk bibe divê divê rastiya xwe qebûl bike û guh bide dengê gelê kurd. Dixwaze di ser kurdan de encama referandumê manipule bike û berovajî bike. Dixwazin wekî ku kurdan dengê "Erê" dabe nîşan bide. Lê Kurdan ji sedî 70 got "Na" Gurdan li dijî qesrê derketin û gav ji daxwaza Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê paşve navêtin. Dengê Nayê yên Kolanan dê Tirkiye azad bike."

METNÊ ERDOGAN Û BAHÇELÎ NE REWA YE

Berdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî anî ziman ku metnê qanûna bingehîn ji aliyê Erdogan û Bahçelî ve hatiye amadekirin û ev metnê qanûnê ne rewa ye. Hamzagolu, anî ziman ku di şertên OHAL'ê de xebatên "Na" meşandin û wiha got: "Walî, Qeymeqam û hemû saziyên dewletê ji bo "Erê" xebitîn. Hemû cureyên astengiyan li pêş "Na" derxistin. YSK bû alîgirê AKP'ê. Ji ber vê yekê ev referandum ne rea û qanûnî ye"

Hamzaoglu jî xwest 1'ê Gulanê bikin cejna Eniya 'Na'yê û cejna xêrxwazan. Divê cejna 1'ê Gulanê bibe cejna Na û xêrê."