HEWLER - Civîna YNK û PDK’ê ya têkildarî referandûma erêkirina serxwebûna Herêma Kurdistanê ku li Pîrmamê pêk hat, bi dawî bû. PDK û YNKê li ser pêkanîna komîteyekê bo diyarkirina dema referandumê li hev kirin.
Civîna Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya bi beşdariya Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmam ya ser bi parêzgeha Hewlêrê saet di 11:00’an destpêkir, bi dawî bû. Şandeya hevdîtinê ya PDKê ya di serokatiya Mesûd Barzanî de ji Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîranî û endamên polîtburoya PDK’ê Mesrûr Barzanî, Hûşyar Zêbarî, Roj Nûrî Şawês û Azad Berwarî pêk hat. Şandeya YNK’ê jî Cigirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kûsret Resûl Elî, berpirsê Polîtburoyê Mela Bextiyar û endamên polîtburoyê Qadir Hemecan, Omer Fetah, Aso Mamend û Rizgar Elî pêk hat.
YNK'ê di civîna li gel PDK'ê de ragihand ku referandum û çalakirina parlamentoyê du mijarên giring lê ji hev cuda ne û tekez kirin ku ew her du mijar ne girêdayî hev in. Di civînê de, PDK û YNKê li ser pêkanîna komîteyekê bo diyarkirina dema referandumê li hev kirin.