NAVENDA NÛÇEYAN - Tura yekemîn a hilbijartinên serokomariyê ya Fransayê bi dawî bû. Di tûra yekemîn de Emmanuel Macron û Marine Le Pen bo tûra duyem a hilbijartinan serkevtin bi dest xistin.
Duh li Fransayê hilbijartinên serokomariyêbû û bi beşdariya 11 namzetan hilbijartin destpêkir û di satên êvarê de encamên wê diyar bû. Li Fransayê ku 47 milyon hilbijêr hene, li gorî encamên destpêkê, namzedê serbixwe Emmanuel Macron zêdetirîn rêjeya dengan bi dest xistiye û %23.9'ê xelkê deng dane wî namzedî. Marin Le Pen namzeda Partiya Eniya Niştimanî %21.7'ê dengan bi dest xistiye û namazedê Partiya Komarî François Fillon %19’ê dengan bi dest xistiye. Namzedê Partiya Çep Jean-Luc Melenchon jî %19.5'ê dengan û namzedê partiya Sosyalîst Benoît Hamon %6’'ê dengan bi dest xist. Bi vî awayî du namzedên ku zêdetirîn deng bi dest anîne, yanî Emmanuel Macron û Marine Le Pen derbasî tûra duyem a hilbijartinan bûn. Tûra duyem a hilbijartinên serokomariya Fransa wê di 7’ê Gulanê de pêk bê.