Ji Serokwezîr re liv û tevgera derveyî sînor hat pirsîn

ENQERE - Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, êrîşa hewayî ya li dijî Şengal û Rojavayê veguhast rojeva Meclîsê û wiha pirsî: "Gelo rast e ku artêşa tirk li sînorê Efrînê leşker bi cih kirine? Heke rast be, ji bo çi?"

Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, êrîşa balafirên şerî yên tirk a li dijî Şengal û Rojavayê veguhast rojeva Meclîsê. Atalan bi daxwaza ku Serokwezîr Binali Yildirim bibersivîne pêşniyazpirs berpêş kir û diyar kir ku di vê êrîşê de gelek sivîl mirine.

Atalan, ev pirs berhêlî Yildirim kirin:

*Hêzên ku tevî Koalîsyona Navnetewî li dijî rêxistina terorî DAIŞ'ê şer dikin, ji ber çi ji aliyê artêşa tirk ve tên bombebarankirin?

*Ev êrîşa hewayî di çarçoveya normên huqûqa navnetewî de ye?

*Gelo rast e ku di êrîşa li dijî Şengalê de qadên sivîlan hedef hatine girtin?

*Gelo rast e ku Radyoya Dengê Rojavayê hatiye bombebarankirin, heke rast be ji bo çi?

*Gelo rast e ku Radyoya Çira ya li Şengalê weşana xwe dike hatiye bombebarankirin, heke rast be ji bo çi?

*Agahiyên wek xebatkarên radyoyê û sivîlên li herêmê birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane hen. Gelo ev agahî rast in?

*Gelo rast e ku artêşa tirk li sînorê navçeya Şiyeyê ya Efrînê leşker bi cih kirine? Heke rast be, ji bo çi?

*Êrîşên bi balafirên şerî yên li dijî Şengal û Rojavayê tên kirin, di çarçoveya kîjan operasyonê de ye?

*Tê îdiakirin ku ev êrîş ji bo astengkirina pêşveçûyîna ber bi Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku li dijî DAIŞ'ê têdikoşin in. Gelo ev îdia rast in?