Parlamenterên CHP'ê: Divê parlamenter bên berdan

ENQERE - Parlamenterên CHP'ê yên ku li girtîgehên Edîrne û Sîlîvriyê çûn serdana parlamenterên HDP'ê yên girtî ne banga "Ev operasyonekî siyasî ye. Divê parlamenter bên berdan, bêyî girtî bên darizandin" kirin.

Parlamenterên CHP'ê Fîkrî Saflar, Eren Erdem, Alî Şeker û Orhan Saribal ên ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê çûn serdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û li Girtîgeha Sîlîvriyê jî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û rêveber û nivîskarên Cumhuriyetê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civîna li Meclîsê de li ser navê parlamenteran Fîkrî Saglar axiv3i.

Saglar anî ziman ku piştî serdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Girtîgeha Sîlîvriyê çûne serdana Ahmet Turk û rêveber û nivîskarên Cumhuriyetê û wiha berdewam kir: "Gotin ku Tirkiye di van rojan de pirsgirêka herî mezin demokrasî, hiqûq, binqêkirinên mafê mirovan a, ji ber ku Tirkiyeya demokratîk diparêzin bedelê didin, ewê ji bo aştî û demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin."

Saglar têkîldarî detayên hevdîtinê jî wiah got: "Rewşa wan tenduristiyê û moralên wan pir baş bû. Nêrîna hevpar pirsgirêka li Tirkiyeyê îro tê jiyîn remokrasî, hiqûq û binpêkirina mafan bû. Navên ku me hevdîtin pêk anî gotin ku ji ber ku ji bo Tirkiyeya demokratîk û laîq diparêzin bedelê didin ew ê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bidomînin. Berê tiştên ku dozgeren Ergenekonê dikirin niha jî dozgerên qesra qaçax û AKP a ku hemû muxalîfên ku wekî wan nafikirin, dikin. Li welatê me tenê deriyên şewatê yên waregehan na riyên ji derketina faşîzmê jî bi OHAL û KHK'an ve hatine girtin. Divê OHAL bê rakirin."

'DIVÊ HEMÛ PARLAMENTER, ŞAREDAR BÊN BERDAN'

Saglar destnîşan kir ku rêbaza gritina parlamenteran operasyonekî siyasî ye û wiha axivî: "Rêgeza bingehîn a hiqûqê heta ku sûc bê îspatkirin hemû kes bêsûc e bêyî ku bê jibîrkirin ev îdia divê bi darizandina adil bên îspatkirin. Dİ serî de Demîrtaş divê hemû parlamenter û şaredarên hatine girtin bên berdan. Rêveber û nivîskarên Cumhuriyetê yên ku tenê rojnamegerî kirine jî girtina wan dozên Ergenekon û Balyozê tîne bîra mirovan. Divê ev nêçîra pirhebakon bi dawî bibe."

'GIRTINA TURK ZÊ TERORÊ ZÊDE BIKE'

Saglan anî ziman ku ku divê pirsgirêka kurd û îradeya bihevre jiyanê bi riyên demokratîk bê çareserkirin nirxandina Ahmet Turk ê 74 salî yê ku gotina "bila aştî bê welatê me pêwîst be min bikujin" bi kar aniyê hatiye girtin, dîsa girtina parlamenterekî dê terorê zêde bike divê Ahmet Turk bê berdan, şaredarên ku hatine hilbijartin û bi KHK û qayûman ji peywir hatine durxistin vegerin li ser karên xwe.

'DIVÊ PÊŞIYA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ BÊ VEKIRIN'

Saflad bilêv kir ku divê ji bo pirsgirêkên ku tê jiyîn rêbazên demokratîk bên afirandin û banga Divê pêşiya demokrasî û aştiyê bê vekirin, pêyişa girtina siyasetê dê şîdetê zêde bike."