ENQERE - Piştî di referandumê de encama ku AKP'ê dixwest bi dest nexist, di navbera wan de cudahiya derket kûr dibe û alozî zêde dibe. Tê payin ku piştî referandumê di nava AKP'ê de rêveber bên dûrxistin wan bavêjin ber derî.
Bingeha AKP'ê beriya referandumê di navbera "Erê" û "Na" De bûn du perçe û li ser "Erê" nebûn yek. Gelek endamên AKP'ê bê biryar man. Piştî di referandumê de AKP'ê encama dixwest bi dest nexist vê varê di asta rêveberiyê de jî alozî û nakokî derketin holê. Kadroyên AKP'ê yên berê yek bi yek tên dûrxistin û bê tesîr tên hiştin. Bi taybetî piştî biryara Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) biryar der barê Tirkiye de girt, alozî û kurbûna nakokiyan di nava AKP'ê de zêde bû.
PÊVAJOYA TASFIYE YA LI SALAN HAT BELAVKIRIN
Tasfiyekirina di nava AKP'ê ji Abdullah Gul û Bulent Arinç dest pê kir. Pêvajoya ku di lehê Serokomar Erdogan de dest pê kir, piştî Gul û Arinç, Ahmet Davutoglu û Ali Babacan jî di nava eniya kesên hatin bêtesirkirin de cih girtin. AKP'ê tekiliya xwe ya bi Cemaeta Gulan re xera kir û dest aloziya di navbera wê de zêde bû. AKP'ê heri dawi mudaxaleyi MAZLUMDER’ê jî kir û rêveberiya MAZLUMDER'Ê desteser kir. Kesên wekî Ahmet Faruk Unsal, Omer Gergerlîoglu yên berê di nava AKP'ê de cih girtibûn yek bi yek hatin tasfiyekirin.
NA ALOZÎ Û TASFIYE KÛR KIR
Piştî AKP'ê di referandumê de encama dixwest bi dest nexist û beşek mezin a bingeha AKP'ê negot "Erê" perçekirin kûrtir bû. Li ser gotina Cem Kuçuk a “Divê kesên îslamparêz ji AKP'ê bixetin", Nivîskar Ahmet Taşgetiren, jî di rojnameya Starê de nivîsand û diyar kir ku Erdogan kesê îslamperest e. Nivîskarê Yeni Şafakê Hayrettin Karaman jî li ser "Îslama Siyasî" niqaş pêş xist.
Piştî niqaşa li ser medya pêş ket kûrbûna perçebûna di navbera AKP'ê de jî zêde kir. Hin saziyên wekî ÎHH ku nêzî AKP'ê ne bertek nişanî van niqaşan dan. Dîsa tê diyar kirin ku AKP di nava xwe de li sekên "Na" parastine digern û hewl didin wan tasfiyebikin. Li ser fermana Serokomar Erdogan perçekirina kesên cuda difirin tên bêtesîrkirin. Kesên ku ji tasfiyê tidirsin vê carê ji bo ku neyên ji dûrxistin dê bêtir hev reş bikin. Di qada şaredariyan de jî hin endamên Meclîsên Şaredariyê yên dixwazin bibin Şaredar ji niha de dest bi xebatên xwe kirin û nerazibûnên xwe yên li hemberî şaredaran anîn ziman. Tê diyar kirin ku li bendê ye pêvajoya Qeyûmê di nava şaredariyên AKP'ê de jî dest pê bike. hin navên wekî Akif Beki ku berê ji Erdogan re û Etyen Mahçupyan ku ji Davutoglu re şêwirmendî kiribû tesên wan bûn mijara lêpirsînê.