NAVENDA NÛÇEYAN – Nivîskar û Lêkolînerê rewşa Tirkiyê û Rêveberê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Beyrûtê Dr. Mihemed Nûredîn, diyar kir ku êrîşên Tirkiyê pêngava yekemîn e û destnîşan kir ku piştre hin pêngavên din jî hene.
Dr. Nûredîn Mihemed ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û destnîşan kir ku Tirkiyê li benda bidawîbûna refrandumê bûn ku agahî û sozên xwe yên derbarê pêkanîna operasyonên leşkerî di bin navên cuda de, ku li ser erdê pêk bîne û wiha got: "RojnameyênTirkiyê jî nemaze rojnameya Huriyet destnîşan dikirin ku hin pilan hene li benda bidawîbûna refranduma 16`ê nîsanê bûn."
Dr. Nûredîn derbarê êrîşên Tirkiyê de wiha got: "Ev pêngava yekemîne û wek naskirina bertekan bû, ez bawer dikim dê pêngavên din piştre hebin. Hesta neteweyî ya Tirkiyê ku di refrandumê de lawaz bû, xurt kir, bi taybet piştî ku piraniya bingeha partiya tevgera neteweyî li dijî guhertina destûrê deng dabûn."
Dr. Nûredîn texmîn kir ku ev pêngava dijberiya li dijî PKK`ê be, di heman demê de wek nameyekê ji hêzên Iraqê û Heşd El- Şaebî ku ber bi Til Lefer ve pêşve neçin. Mihemed Nêredîn ev êrşa yekemîn PKK hedef digre , duyemîn YPG`ê li Sûriyê hedef digre û sêyemîn jî nameyeke ku hevsengiya di nava hêzan de serweriya Til Lefer neyê guhertin. Di dawiya axaftina xwe de Dr Mihemed Nûredîn texmîn dike ku herêmê rûbirûyî qonaxeke nû dibe ku berê heye û Tirkiyê hewil dide peşek ji wê."
Dektor Nûredîn wiha di dawiya axaaftina xwe de wiha got: "Dibe ku êrîşên Tirk ne tenê li ser hedefên destnîşankirî be, dibe ku hedefên din bi alîkariya Amerîka hebin, ew jî girêdayî kesayeta serokê Amerîka Dunald Trump e, Ev yek bi taybet derbarê rewşa Sûriyê derbasdare."