HDK dê di Hezîranê de komcivînekê çêbike

STENBOL- Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, dest nîşan kir ku tu hikmên referandûmê tune wiha got: "Dive "Na" li her derê bê belavkirin. Ji bo atmosfera di referandûmê de derket holê bêtir dewlemend bibe, HDK dê di hefteya ewil a Hazîranê de komcivînekê çêbike."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), beriya referandûma 16'ê Nîsanê li tevahiya Tirkiyeyê xebatên berfireh kirin. Der barê xebatên HDK'ê yên yên piştî referandûmê de, Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu ji dîhaberê re axivî. Hamzaoglu, bal kişand ser pevrebûna derdorên cuda yên dengê xwe dan "Na"yê û wiha got: "Di sindoqa referandûmê de pevrebûna 'Na'yê çêbû. Ev pevrebûn jî tiştekî biçûçik bû. Em ne kêmjimareke biçûk in. Pevrebûneke ku dengê wê bilind, li gor armancên xwe tevdigerîneke hevpar, dizane çi dibêje derket holê."

'HIKMÊ REFERANDÛMÊ TUNE YE'

Hamzaoglu, diyar kir ku ew di pêvajoya referandûmê de bi pêvajoyeke xeyrî rewa re rû bi rû mane û wiha got: "Dijhiqûqî dema ku li Meclîsê parlementeran ji bo guherandina Qanûna Bingehîn ji dêvla bi awayekî nepen, bi awayekî vekirî deng bi kar anîne dest pê kiriye. Ev derhuqûqî, di 16'ê Nîsanê de bi bikaranîna dengên bêmohr û yekirin û veguhastina sindoqên li bajarên kurdan berdewam kir. Li tevahiya Tirkiyeyê, ji sedî 95'ê derhuqûqiyan li herêmê xwe dan der. Xeyrî rewatiya din jî pakêtên Qanûna Bingehîn metnên mutabiqiya civakî ne. Lê belê, mirov dikare vê pakêtê wek pakêta Erdogan û Bahçelî pênase bike. Kesên şert û mercên OHAL'ê çêdikin, di heman demê de propagandaya 'Erê' dikin. Lê kesên propagandaya 'Na'yê dikirin jî bi qedexe, çewisandin û girtinan hatin astengkirin. Îjar dema mirov li derhuqûqî û xeyrî rewabûnê dinihêre, tu hikmên vê referandûmê tune ne."

'DIVÊ EM 'NA'YÊ BERBELAV BIKIN Û BI PÊŞ VE BIÇIN'

Hamzaoglu, dest nîşan kir ku li gel hemû derhuqûqî û xeyrî rewabûnan jî, di referandûmê de 'Na'yek ku dikare atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê biguherîne derketiye û wiha axivî: "Hegemonyaya 'Na'yê atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê guherandiye. Tenê ew e ku em platformên 'Na'yê yên di pêvajoya nû de çêbûn li gor xwemaliya wê bidomînin. Li gel birêvebirina betalkirina KHK'yan, betalkirina referandûmê û rakirina OHAL'ê, divê em nasnameya çînî, mekdariya şexsî, tazmînata kidemî, fonên jîngehan ên ku çav berdane çend qurîşên di bêrîka kesên ku nikarin xaniyan bikirin û pergalên bi vî rengî di vê esra 1'ê Gulanê de têxin naveroka van platformên 'Na'yê. Divê bi vî awayî em rojevê nû bikin, girseya 'Na'yê xurt bikin û bêtir berbelav bikin û bi pêş ve biçin. Ev îqlima ku diguhere rasterast nîşan dide ku nêvenga muxalefeta ku dikare pevre hin tiştan bike peyd edike. Ev jî nîşanî me dide ku dê rê li ber demokrasiyê vebe."

'DIVÊ PLATFORMÊN 'NA'YÊ CEWHERA XWE BIPARÊZIN'

Hamzaoglu, dest nîşan kir ku divê platformên "Na"yê wek malên hin derdoran neyên nîşan dan, heke wisa bibe dê cewhera van platforman bê mêtandin û wiha domand: "HDK, bi meclîsên xwe tenê ne ji bo aîdiyetên siyasî meclîsên ku dê bi nasname, bawerî û pirsgirêkên herêmî bên cem hev ji xwe re kiriye hedef û ji bo parastina cewhera vana em bi hemû hewldan û keda xwe dimeşin. Ev qad armanca hebûna HDK û li gor rêbaza wê ne... Yanî derdekî me yê ku 'bila yê me bin' tune ye û dê nebe jî. Divê cewhera wan bê parastin. Divê ev der bi vîna xwe ya azad pêşerojê hembêz bikin û li gor wê gavan biavêjin. Ji xwe rojeva wan nan e, kar e, aştî ye û azadî ye. Divê li gor vê berekê em van deran bidin ser hevdu.

'DIVÊ KRÎZA LI TIRKIYEYÊ BÊ DÎTIN'

Hamzaoglu, bal kişand ser bêîstîkrariya siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê jî û wiha axivî: "Wisa dixuyê ku bêsîstikrariya siyasî û aborî ya li Tirkiyeyê êdî di asteke ku nayê veşartin de ye. Li Tirkiyeyê hewldanên ji nû ve zîndekirina kapîtala fînansalî heye, lê ev hewldan badilhewa ne. Divê ev krîz bê dîtin. Îro li Tirkiyeyê karker, kedkar, betal, gundî û esnaf di refeşeke zehmet de ne. Xizaniya wan kûrtir dibe. Êdî li malan qûşxane nakelin. Hejmara malên ku qûşxane lê nakelin zêde dibe. Herî kêm divê em û muxalefeta ku em ê hevkariya hev bikin vê bibînin. Ji bo çareseriya vê divê em bi perspektîfa rêxistinbûyînî, rêxistinbûyîna siyasî pêşerojê bibînin û plansaziya vê bikin. Ya din jî, bombebarankirina Federasyona Sûriyeya Bakur e. Federasyona Sûriyeya Bakur ne rêxistinek û filan û bêvan e. Bereksê wê di warê siyasî, aborî, leşkerî, çandî de êdî pergalek e. Divê ev bê dîtin. Êdî cîhan baweriya xwe bi meseleya 'li wir rêxistinek heye, em wê bombebaran dikin' nayîne. Li wir pergaleke kurdan a ku tevî ereb, tirkmen û suryaniyan ava kirine heye. Ji ber vê mudaxileyeke li hemberî wir, dê rasterast bandorê li atmosfera siyasî ya Tirkiyeyê bike. Divê em bi perspektîfeke ku vana hemûyan dibîne, bi rê ve biçin."

Hamzaoglu, gotinên Serokomar Erdogan ên der barê "dardakirinê' de jî rexne kir û wiha axivî: "Bi vê re dixwaze derdora ku deng daye 'Na'yê, pevrebûna perçe û belav bike. Ji bo vê xistiye rojevê. Bi ya min divê li Tirkiyeyê kesên di warê siyasî de muxalîf in û yên ku hedefa wan di pêşerojê de avakirina civakekê heye, vê lîstikê bibînin û deşîfre bikin."

'EM Ê DI HEFTEYA EWIL A HEZÎRANÊ DE KOMCIVÎNEKÊ ÇÊBIKIN'

Hamzaoglu, yê ku got "Ji bo dewlemendkirina platformên 'Na'yê, ji bo astengkirina belavkirina wan, divê em wan bi pêş ve bibin û bidomînin" wiha axivî: "Fealiyeta herî mezin a vê serdemê ev e. Bi vê perspektîfê wek HDK'ê di demeke nêzîk de dewlemendkirina wan. Li hemû qadên jiyanê, bi awayekî dewlemend em ê çawa dîsa hebûna xwe biparêzin, em ê pev re bin, em ê bi hemû derdorên civakê re çi bikin... em vana hemûyan di ber çavan re derbas dikin. Di hefteya ewil a Hezîranê de em ê tevî hevgir û delegeyên HDK'ê komcivîneke ji bo rojek an jî du rojan li dar bixin û em ê vê bernameya xwe di ber çavan re derbas bikin. Em ê hewl bidin ku navgînên têkildarî vê serdemê bi pêş ve bibin."