Rêdûr Xelîl: Em ji bo dostaniyê jî, ji bo parastinê jî amade ne

RIHA - Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl, destnîşan kir ku mebest ji êrîşa TSK'ê ya li dijî Qereçoxê ew e ku, operasyona Reqayê asteng bikin û bi vî awayî piştevaniya DAIŞ'ê bikin û wiha got: "Em ji bo têkiliyên dostane jî amade ne û li dijî êrîşan em ji bo parastina xwe û gelê xwe jî amade ne."

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Rêdûr Xelîl, der barê êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Qereçoxê û pevçûnên ku ji Herêma Federe ya Kurdistanê û heta sînorê Efrînê qewimîn nirxandin.
Xelîl, bombebarankirina baregeha YPG/YPJ'ê ya li Qereçoxê wek piştevaniya ji bo DAIŞ'ê wesfand. Xelîl, diyar kir ku piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya ku hevgirteya wan e DAIŞ li Reqayê hat tengijandin êrîş hatiye kirin û got: "Tirkiye bi awayekî aşkere piştevaniya DAIŞ'ê kiriye." Xelîl, anî ziman ku di serdema ku DAIŞ hêzdar bû, Tirkiye bi destê wan xwestiye rêveberiyên xweser ên kurdan û rêxistinbûyîna wan tasfiye bike û wiha axivî: "Dema ku DAIŞ nikaribû vê bike, dewleta tirk bi xwe ketiye dewrê û xwestiye li hemberî wan eniyekê çêbike."

'XWESTIN OPERASYONA REQAYÊ RAWESTÎNIN'

Xelîl, bal kişand ser daxuyaniyên ku Tirkiye ji bo êrîşê agahî daye koalîsyon, DYA û Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê û wiha got: "Kesî tiştek ji me re negotiye. Me jî ji muxatabên xwe re got çawa çêdibe ku hayê we ji êrîşeke wisa tune ye. Pêşî ji me re gotin 'Agahî nedane me. hayê me jê tune bû.' Paşê, bi awayekî fermî daxuyandin ku piştî êrîşê bi saetê wan agahî wergirtiye. Yanî di demeke kêmî saetekê de dê tevdîreke çawa bê stendin, dê çawa agahdar bikiranan. Ev di warê teknîkî de tiştekî zehmet e. Ji xwe armanca Tirkiyeyê jî ew e ku bêje 'Min agahdar kiriye' û bi vî awayî navbera me û koalîsyona navnetewî xera bike. Li dijî DAIŞ'ê bi koalîsyonê re têkiliyeke me ya hêzdar û baş heye. Dixwazin vê têkiliy xera bikin. Û dixwazin me bitengijînin û bi vî awayî pêşveçûyîna operasyona Reqayê rawestînin."

'DÊ BERSIVA ME TUND BE'

Xelîl, diyar kir ku piştî êrîşa hewayî li seranserê sînor di warê bejahiyî de jî êrîş li wan hatine kirin û wiha bilêv kir: "Me li dijî van êrîşan mafê xwe yê parastinê bi kar aniye. Parastin mafê me yê herî xwezayî ye û di çarçoveya huqûqa navnetewî de ye. Me di bersivdayînan de derbeyên giran li wan xistin. Tirkiye dibêje 'Êrîşîme kirine û me jî bersiv daye.' Ev derew e. Yên êrîş kirine û yên bersiva wan hatine dayîn ew in. Ma beriya êrîşa 25'ê Nîsanê qey êrîşek çêbû ku, bi balafiran êrîşî me kirin. Rast e, belkî balafirên me tune bin, lê heke di bejahiyê de êrîşek çêbibe em ê xakên xwe û mafên xwe biparêzin, yanî hêza me ya parastinê heye. Divê dewleta tirk baş bizanibe ku, di êrîşeke herî biçûk de jî dê bi awayekî tund bersiv bê dayîn."

'DÊ GELÊ KURD QEBÛL NEKE'

Xelîl, bal kişand ser operasyona Reqayê û ya Tebqayê ya ku li ber temambûnê ye û wiha domand: "Di mijara operasyonê de QSD û odeya operasyonê ya "Xezaba Firatê" xwedî raye ne. "Koalîsyona navnetewî ua li dijî terorê derket holê, divê li gel hêzên ku bi wan re bi awayekî hevpar operasyonê bi rê ve dibe be. Li dijî van êrîşên dewleta tirk, divê xetek, sînorek bê çêkirin. Dema em li Reqa û Tebqayê şer bikin, heke dewleta tirk ji pişt me ve êrîşî mewziyên me bike, dê ev bandoreke neyînî li operasyonê bike. Ev rastiyek e. Dê gelê kurd jî dema ciwanên wan, keçên wan li Reqa û Tebqayê şer dikin, bê parastin nemîne û dê hedefgirtina şervanên xwe qebûl neke. Divê koalîsyon hay ji vê berpirsiyariya xwe hebe. Heke xet an jî sînorek ji dewleta tirk re bê kişandin, dê ewçax serketina li Reqa û Tebqayê zêdetir bibe."

DIVÊ ROJAVA BÊ PARASTIN

Xelîl, diyar kir ku wan ji koalîsyonê daxwaza "Herêma tampon an jî herêma ji firînê re qedexe" nekiriye û wiha pêde çû: "Ev têkildarî qada siyasetê ye. Ger tenê herêmê "Ji firînê re qedexe" bikin têr nake. Pêdiviya Rojavayê bi parastineke navnetewî heye. Dema wê hatiye. Divê hêzên navnetewî garantiya vê bidin. Dê ev tişt şerê me yê li dijî terorê lezgîntir bike û dê bi xwe re serketinê bîne. Dê garantiya parastina ji bo destkeftiyên gelên Sûriyeya Bakur vê serketinê lezgîntir bike."

'JI BO DOSTANIYÊ JÎ, JI BO BERSIVÊ JÎ EM AMADE NE'

Xelîl, dest nîşan kir ku 6 sal in Şoreşa Rojavayê çêbûye, li Sûriyeya Bakur ew kontrola sînorekî zêdeyî 600-700 kîlometreyî dikin, wan li hemberî Tirkiyeyê êrîşek jî pêk neaniye û ew musade jî nakin û got, ew naxwazin ew û Tirkiyeyê bibin dijminên hev û eniyeke çêbikin. Xelîl wiha axivî: "Her tim em dixwazin bi welatên cîran re têkiliyên me yên dostane hebin. Lê belê, dewleta tirk çete û çek bi ser me de şandin. Ev nebes bûn, îjar wê bi xwe êrîşî me kir. Em dubare dikin; em ji bo têkiliyên dostane jî amade ne û li dijî êrîşan em ji bo parastina xwe û gelê xwe jî amade ne."

'EM Ê BIPARÊZIN'

Xelîl, herî dawî anî ziman ku êrîşên dewleta tirk bi tu awayî nikare hêza wan bişkîne û wiha got: "Em bawerî gelê xwe yê li pişta me dikin. Me soz daye bi ehzaran şehîdî. Em ê heta dawî destkeftiyên gelên xwe biparêzin. Em bawerî hêza xwe dikin û em jê amin in."

Erdogan Altan - dihaber