ENQERE - PDK'ê piştî TSK'ê di 25'ê Nîsanê de êrîşî Şengal û Rojava kir, diyar kir ku ji ber "PKK li Şengalê ye" Tirkiyeyê êrîş kiriye. Siyasetmedara kurd Mulkiye Birtane PDK'ê hişyar kir û bi bîr xist ku, Seddam jî PDK'ê hincet nîşan dabû û bi vê hincetê êrîşî Helebçeyê kiribû û wiha got: "Ev êrîş bi feraseta "kurdê herî baş, kurdê mirî ye" hatiye kirin."
Demeke dirêj e ku Tirkiye bi vegotinên wek "Em ê destûrê nedin Şengal bibe Qendîla duyemîn" û "Em ê li bakurê Sûriyeyê jî nehêlin ku rêxistineke wek a li bakurê Iraqê çêbibe" Şengal û Rojavayê ji xwe re kiriye hedef û bi balafiran êrîşî wan kir. Ji aliyê TSK'ê ve Çiyayê Qereçoxê yê di navbera Çiyayê Şengal û Rojavayê de ye hat bombebarankirin. Di êrîşê de 18 YPG-YPJ'yî û 5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û 9 şervan jî birîndar bûn.
‘DI BIN VÊ ÊRÎŞÊ DE FERASETA KURDÊ HERÎ BAŞ KURDÊ MIRÎ YE'
Parlementera Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) ya berê Mulkiye Birtane ya ku demeke dirêj xebatên Konferaseya Kurdî û bi PDK'ê re xebatên dîplomasiyê bi rê ve birin, vê êrîşa TSK'ê nirxand. Birtane, diyar kir ku divê ev êrîş tenê wek êrîşeke li dijî PKK'ê neyê nirxandin û got di bin vê êrîşê de feraseta "Kurdê herî baş kurdê mirî ye" heye.
‘DIXWAZIN BI ÊRÎŞAN XWE JI TENGAVIYÊ SAFÎ BIKIN'
Birtane, diyar kir ku ev êrîş li dijî perspektîfa jiyana azad a tevgera siyasî ya kurd a li Rojavayê hatiye kirin û got, di bin vê êrîşê de nerihetiya ji ber feraseta li dijî pergala kapîtalîst hatiye afirandin heye. Birtane wiha axivî:
“Rayedarên hikûmetê û Serokomar Erdogan dibêjin 'Me şaşî kir ku li bakurê Iraqê destûra avayiyeke kurd da, lê em ê li bakurê Sûriyeyê heman şaşiyê nekin.' Niha Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin. Ev demeke dirêj e ku hesabên hemû hêzên serdest, li Rojhilata Navîn bicihkirina DAIŞ'ê û planên hin dewletan li ser vê şikil digirin. Lê rastiyeke kurdan a ku van planan hemû serobino kir heye. Bi taybetî Tirkiye ji bo xwe ji wê xitimandina polîtîkaya navxweyû derve safî bike û ji bo peyameke wisa bide raya xwe ya giştî êrîşî Rojava û Şengalê kir."
‘DIVÊ NAVEROKA YEKÎTIYA NETEWÎ BÊ TIJEKIRIN'
Birtane, balê kişand ser xebatên Yekîtiya Netewî jî û got, di warê ziman, çand, erdnîgarî û siyasî de mafê çêkirina yekîtiya netewî ya kurdên ku ji aliyê 4 netew-dewletan hatine perçekirin heye. Birtane wiha domand: "Tevî hin dewletan û bi taybetî jî tevî Tirkiyeyê talûkekirina destkeftiyên Başûr an jî tenê hesibandina wek menfeatên avahiyeke siyasî, bi tu awayî xizmeta yekîtiya netewî ya kurd nake. Di vî warî de divê PDK baş tevbigere. A rast divê em jî bi her awayî hundurê vê tije bikin û ji bo pêkanîna wê divê em hewl bidin."
‘DÊ EV ÊRÎŞ JÎ BI SER NEKEVIN'
Birtane, balê kişand ser gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu yên "Dê êdî kes navê PKK'ê zikir neke" û got, hemû îktîdarên ku gotin "Em ê PKK'ê biqedînin" ew bi xwe qediyan. Birtane wiha axivî: "Îro hûn dikarin Qendîlê, Şengalê an jî bajarên Rojavayê bombebaran bikin. Her roj bi dehman balafir ji Amedê radibin, lê li aliyê din jî rastiyeke kurdî ya ku li her çar aliyê Tirkiyeyê û cîhanê belav bûye heye û têkoşîneke ku 40 sal in bênavber didome û her ku diçe xurtir dibe heye. Ji ber têkoşîneke bi baweriyî, ji bo maf û azadiyan e, dê wek êrîşên din ev êrîş jî bi ser nekevin."
‘MESELE NE PKK YE, HEBÛNA KURDA YE'
Birtane, balê kişand ser nêzîkatiya PDK'ê ya ku êrîşa Tirkiyeyê ya hewayî bi hebûna PKK'ê ya li herêmê ve girêda û bi mînakekê vegot. Birtana ev tişt gotin:
“Rejîma Baasê, dema Helebçeyê bombebaran kir PDK'ê wek hincet nîşan dabû. Niha her çi qas bibêjin PKK heye, a rast di asasê xwe de kurd hene. Ji bo wan PKK an jî PDK, YNK an jî Tevgera Goranê, PYD, YPG, YPJ û YBŞ ferq nake. Taliya talî bîrdoziya 'kurdê herî baş kurdê mirî ye' heye. Em li kuderê dibin bila bin, divê em bi tu awayî xizmeta hesabên serdestan ên li Kurdistanê nekin. Em vê daxuyaniyê jî wek daxuyaniyeke bêtalih dinirxînin. Tekane riya kurdan ew e ku, ji bo destkeftiyên hatine bidestxistin winda nekin, divê hemû kurdên li her çar perçeyî bi ruh û hişmendiyeke hevpar, bi bîra yekîtiya netewî tevbigerin."
Selami Aslan - dîhaber