Erdogan işaretê dide ku lêborînê YE'yê bixwaze

ENQERE - Di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) de berî referandumê krîz derketibû. Piştî referandumê Erdogan îşaret da ku dikare lêborînê bixwaze. Erdogan ê berî referandumê YE bi “Nazi” tawanbar kir niha sinyalê lêborînê dide û derdiyê xwe yi YE'ê vekir.

Tirkiye ku berî referandumê bi Yekîtiya Ewropa (YE) re di nava krîzê de bû, piştî referandumê îşaretên ku lêborînê bixwaze da. AKP'ê ku bigelek welatan re pirsgirêk jiya, piştî referandumê îşaretên ku leborînê ji YE'ê bixwaze dide. Erdogna beriya referandumê gef li YE'ê xwaribû û gotibû "Hûn kî ne. Em dê hesab ji bermahiyên naziyan bipirsin." Serokomar Erdogan duh li Stenbolê di civînekê de îşaret da ku dê karibe lêborîn bixwaze. Erdogan di mîtînga 9'ê Nîsanê ya li Îzmirê de gotibû zilmê li gelê wan ê wir dikin û gelê wan dê hesabê vê yekê bipirsin. Erdogan li Enqereyê jî dîsa gef li YE'yê xwaribû û gotibû 16'ê Nîsanê roja hesabpirsîna YE'yê ye.

Erdogan ku beriya referandumê gef li YE'ê xwarin, di civîna duh a li Stenbolê de nerm bû û dijberî gotinên xwe yên berê axivî. Erdogan, di civînê de got: "Dest ji mijarên berdê berdin û defterên bere bigirin. Li hesabê ku hûn dê awa bi Tirkiye re munasebetan pêş bixin binerin. Em li gel wê kampanyaye dîsa deriyê xwe vedikin. Erdogan ku got "Em biryara MPKE'ê nas nakin" Erdogan berê jî bi Îsrail, Rusya, Misirê re jî ketibû nava rageşiyê û piştre gotinên xwe ji bîr kiribûn û wekî ku tiştek nebûbe bi wan re tev geriya.

Erdogan berê di 2007'an de kirîza hilbijartina Serokomariyê, di sala 2009'an de krîza Îsraîlê, di sala 2015'an de bi Rûsya re, krîz jiya bû û piştre lêborîn ji wan xwestibû. Erdogan piştî hikûmeta Mursî hilweşiya û li dijî darbekar Sisî gotinên hişk pêk anîbû. Piştre têkiliyên xwe bi Misir, Îsraîl û Rûsyayê re ji nûve nerm kirin û disa bi wan re têkilî danî.