ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, dê tevlî merasîma cenazeyê Serokê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro bibe.
Parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, li ser navê partiya xwe dê tevlî merasîma cenazeyê Fîdel Castro ku dê 3’yê Kanûnê bi tevlîbûna mêvanên navneteweyî pêk bê û 4’ê Kanûnê jî k udi xweliya wî bispêrên axê bibe.
Her wiha hat diyarkirin ku Kurkçu dê bi nûnerên hikûmeta Kubayê re jî bê cem hev.
Cenazeye Castro ku ji Havanayê bi rêket, dê di 4’ê Kanên de li Goristana santaÎfîgenîa ya Santîago yê, li rex gora serokê dîrokî yê têkoşîna azadî û serxwebûnê Jose Martî bê definkirin.