TUSÎAD: Bila OHAL rabe

ENQERE - Serokê Lijneya Rêveber a TUSÎAD’ê Cansen Başaran Symes, diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê asayîbûnê heye û wiha got: “Em li bendê ne ku OHAL di demek kinde bê rakirin û rêveberiya bi KHK’ê bi dawî bibe.”

Serokê Lijneya Rêveber a TUSÎAD’ê Cansen Başaran Symes, di civîna Konserya Rawêj a Bilind a TUSÎAD’ê de axivî. Symes, da zanîn ku ev sal bi geşedanên hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo cîhanê ne dihatin hêvîkirin re derbas bû, piştî geşedanên di mehên destpêkê yên li Tirkiyeyê û travmayên piştî darbeya 15’ê Tîrmehê hemû kes hejandine.

Symes, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Muzakereyên ji bo endamtiya Yeketiya Ewropayê yên ku beriya 11 salan destpê kirin bi awayekî fîîlî hatine rawestandin. Ez dixwazim hemû pirsgirêkên me bi vekirî bi we re parva bikim. Birêz serokwezîr em pêşniyarên we yên ji bo aboriyê bi dilxweşî dişopînin lê divê em bibinin ku dem her ku diçe kêm dibe. Îsal dane didin diyarkirin ku di qada aboriyê de ji sêyan çarêkek tengbûn çêbûye. Di bêkariyê de tengavbûn zêde ye. Hilberîna senayiyê paş dikeve û zextên faîzan ên li cîhanê her ku diçe bêhtir tê hîskirin. Bilinbûna di kurdakê de bi herîkîna cîhanê re hevsenge. Em ji yek welatên ku herî zêde di yekîneya pereyan de winda dikinin. Ger em pergala hiqûqê ya ku mercên bikaranîna aboriyê pêk tînin û serxwebûna dadgeriyê baş nekin, dê çareseriyên teknîkî yên ji bo aboriyê kêm bimînin.

DIVÊ DAWÎ LI RÊVEBERIYA KHK’Ê BÊ ANÎN

Fikarên derbarê têkoşîna bi terorê û darbeciyan re zêde dibin. Lê hinek pêkanînên OHAL’ê di aboriyê de bêbaweriyek çêkiriye. Em li bendê ne ku OHAL di demek kin de bê rakirin. Em li bendê ne dawî li rêveberiya bi KHK’ê bê. Pêwîstiya Tirkiyeyê bi asayîbûnê heye. Heta pergalek bihêz û adil a hiqûqê neyê pêkanîn, heta sererastkirinek di dayîna bacan de neyê çêkirin, ne mimkûne ku aborî li gorî mafê xwe bê bikaranîn. Divê em demildest çîrokek a mezin kirina aboriyê çêbikin.

Şikestina di krîza nasnameya Yeketiye Ewropayê de nayê wateya ku dê YE ji aboriya cîhanê bê paqijkirin. Têkiliyên Tirkiyeyê yên bi YE’yê bi zimanekê raya giştî dana nîqaşkirin dê zirarê bide welatê me. Têkiliyên me yên bi YE’yê re berfirehin. Divê Tirkiye ji biryarên xwe yên kuberiya salan dane venegerin. Em nîqaşên darvekirinê bi fikar dibinin. Têkiliyên Tirkiye û YE’yê di nava bêbaweriyê de derbas dibin.”