HDP’ê ji bo referandumê serî li AYM’ê da

ENQERE - HDP’ê der barê biryara YSK’ê ya referandumê ya “Dê dengên bê mohr bên qebûlkirin” û binpêkirinên di vê demê de hatin jiyîn serî li AYM’ê da.

HDP’ê der barê biryara YSK’ê ya referandumê ya “Dê dengên bê mohr bên qebûlkirin” serî li Lijneya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. Di daxwaznameya bi îmzeya nûnerên qanûnî yên HDP’ê dayîn AYM’ê de cih da pêvajoya referandumê û binpêkirinên mafan ên di roja dengdayînê de hatin jiyîn.

Di daxwaznameyê de hat gotin ku riyên serlêdana AYM’ê vekirîne. Di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku ji ber madeya 67’emîn a Qanûna Bingehîn a mafê hilbijartina azad, pîvan û bingehên di pêkanîna hilbijartinê hatine binpêkirin, di çarçoveya îfadeya azad de rêveberê ku mecbûre îfade û çalakiyan biparêze, girtina parlamenter û endamên wê, bi gefên girtinê re rû bi rû mayîn û ji ber her tim rastî astengiyan hatin, xweseriya belavkirin û gihandina fikir, azadiya rêxistinkirinê û ji ber mafê wan ê civîn, çalakî û meşan hatiye binpêkirin, divê AYM biryara maf hemû hatine binpêkirin bide.