Sebahat Tuncel: Xurtkirina hêviyê di dest me de ye

AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ya ku li Girtîgeha Sîlîvriyeyê tê ragirtin, diyar kir ku wan di pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê de coşa gel hîs kiriye û wiha got: "Xurtkirina hêviyê, pêkanî û peydekirina jiyaneke din di dest me de ye."

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a ku di 6'ê Mijdara 2016'an hat binçavkirin û paşê hat girtin, ji Girtîgeha Sîlîvriyeyê nameyek şand.

Nameya Tuncelê wiha ye:

YA KU DÎROKÊ DIKE DÎROK BERXWEDAN E

“Em di demeke zor re derbas dibin. Lê ya girîng jî ew e ku, mirov di demên wisa de hêzdar be û bimoral be, ji bo pêşerojê hêviya xwe zexm bike û baweriya serketina têkoşîna azadî û wekheviyê bi civakê re parve bike. Di her serdemên dîrokê de, serdest ji bo îktîdara xwe bi zilm û zordariyê bi ser bindest, kedkara û gelan de çûne. Lê di her serdemên dîrokê de, kesên li dijî vana li ber xwe dane jî hebûne. Ya ku dîrokê dike dîrok, ev îtiraz û ev berxwedan e. Ji ber vê, mirov dikare vê pêvajoyê bi taybetî jî polîtîkayên çewisandinê yên li dijî partiya me DBP'ê di vê çarçoveyê de binirxîne.

NE JI BO HER KESÎ, JI BO ÎKTÎDARÊ...

Vê navberê, heta niha min zaf xwend, firseteke xwendinê bi dest min ket. Heta niha min 50 pirtûk xwendine. Pirtûka Fatmagul Berktay 'Dunyayi Bugun de Sevmek' ji bo nirxandina pêvajoya niha pirtûkeke kêrhatî ye. Nivîsên Arendt ên li ser totalîtarîzmê esas girtine. Di wê pirtûkê de, bersivên pirsên wek civak çawa bêyî polîtîka tê hiştin, mirov çawa tên fuzûlîkirin, çawa li derî huqûqê tên hiştin, kampên temerkuzê û pirsên heqîqateke çawa cih digirin. Hebûna ferd, gotina ferd a di qada giştî de, rexne û pêşniyarên wî/ê baş rave dike. Niha siyaseta me, siyasetmedarên me derî vê qada giştî dikin. Yanî bi deh hezaran siyasetmedar li zindanên ku mirov ji wan re dikare bibêje kampên temerkuzê ne tên ragirtin. Huqûq ji bo dîzaynkirina siyasetê ya ji aliyê îktîdarê, dîzaynkirina muxalefetê, yanî ne ji bo her kesî ji bo îktîdarê...

XURTKIRINA HÊVIYÊ DI DEST ME DE YE

Mînak; astengkirina DBP û HDP'ê ya li qada giştî, ji bilî binçavkirin û girtinan wan nakin mijara nûçeyan, her çi qas partiya 3'yemîn a Tirkiyeyê be û 6 milyon mirov wê destek dikin jî, gotina partiyê û çalakiyên wê tune tên hesibandin û hwd... Dema em li gelek geşedanan dinihêrin, em dibînin ku em bi avakirina rejîmeke ku ber bi totalîtarîzmê ve diçe re rû bi rû dimînin. Lê belê, li vir a girîng ew e ku rawestandina li dijî van polîtîkayên nehesibandin, çewisîner û zilmê ye. Gotina 'ez heme' ji bo kesên pêşerojeke azad dixwazin gelekî biqîmet e. Xurtkirina hêviyê, pêkanî û peydekirina jiyaneke din di dest me de ye û ji bo vê xebat divê."

ME COŞA 8'Ê ADARÊ Û NEWROZÊ HÎS KIR

Pîrozbahiyên 8'ê Adar û Newroza îsal, bersiveke mezin dan pergala serdest a ku qada jiyanê ji me re nehiştiye û dixwaze bêhna me biçikîne. Her çi qas îsal em ne li qadan bin jî, lê li vir me wê coş û morala li qadê hîs kir. Wisa kir ku em hîn bihêvîtir li pêşerojê binihêrin. 10 sal berê van çaxan dîsa ez di zindanê de bûm. Belkî tesaduf be, wê çaxê jî ez di Mijdarê de hatibûm girtin. Dema mamoste Buşra hatibû girtin wiha gotibû 'Sebahat qedera min e, ku 40 salan carekê têm girtin.' Ez jî 10 salan carekê têm girtin. Hêvîdarim ev nebe kurm. Ji ber di zindanê de me, min hişyarbûna xwezayê nedît. Ez herî zêde ji wan rojên ewil ên biharê, hêşînbûna daran hez dikim. Lê îsal, li hewadariyê min ji bilî bayekî gewr pêvtir tiştek nedît. Wek ku bihar nehatibe. Baran gelekî bariya, lê dema ax tune be... Çawa ku xweza bedewiyekê berpêşî me dike, têkoşîna gelê me jî wek xwezayê tim zînde ye û her roj mizgîniya geşedanên nû dide me.

Sebahat Tuncel

Girtîgeha Sîlîvriyeyê"