ENQERE - Piştî referandûmê, nîqaşên der barê pêvajoya siyasî yên Tirkiyeyê de gur dibin. Li gel vê yekê, Koma Meclîsê ya HDP'ê û Lijneya Navendî, dê li ser rewşa nû civîna du rojan pêk bîne.
Li Tirkiyeyê piştî referandûma ji bo guherandina rejîmê, niha jî her diçe nîqaşên der barê pêvajoya wê ya siyasî de gur dibin. Li gel gurbûna nîqaşan, partiyên siyasî jî rewşê dinirxînin. "Pergala Serokomartiya Partiyî" ya ku muxalefet wê wek "Serokatiyê" diwesfîne, bi qebûlkirina dengên bêmohr ên ji aliyê YSK'ê (Desteya Hilbijartinê ya Bilind) ve hatin qebûlkirin û daxuyandina encamên fermî hat qebûlkirin. Her çi qas muxalefet îdiayên der barê şaîbe û qusûrên hilbijartinê de bidomînin jî, Serokomar Tayyip Erdogan gava ewil avêt û bi awayekî fermî bû endamê AK Partiyê. Bi vê endamtiyê re hema bêje "Pergala Serokomartiya Partiyî" resmen dest pê kir.
REFERANDÛM BERPIRSIYARÎ LI MUXALEFETÊ BAR KIR
Di referandûmê de rêjeya dengên "Na" û "Erê" nêzî hev derketin. Ev encamên nêzîkî hevdu, di heman demê de berpirsiyariyên muhîm li muxalefetê bar kirin. Di vî warî de, HDP ji roja ewil vê weziyeta ku di referandûmê de derket holê, li desteyên rayedar nîqaş dike.
DÊ REFERANDÛM BI AWAYEKÎ BERFIREH BÊ NÎQAŞKIRIN
HDP'ya ku hevserokên wê, parlementerên wê, hevserokên wê yên bajaran, endamên wê yên Meclîsa Partiyê, rêveberên wê yên navçe û bajaran girtîne, dê di 6-7'ê Gulanê de civînekê çêbike. Dê di vê civîna ku bi Koma Meclîsê û MYK'ê re bê çêkirin de, ev mijar bê nîqaşkirin. Di civîna ku dê li Stenbolê bê çêkirin û du rojan bidomîne de, wê mijara sereke pêvajoya referandûmê be. Di civînê de wê careke din li ser encamên fermî, xeyrî fermî û analîzên ku der barê vê mijarê de hatine amadekirin bê sekinandanin. Her wiha dê di civînê de, berpirsiyariya ku referandûmê li HDP'ê bar kiriye û bersiva ji bo vê berprisiyariyê bê nîqaşkirin.
RÊBAZÊN TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ ÇEWISANDINAN
Dê di vê civînê de, li gel encamên referandûmê pêvajoya siyasî ya ku Tirkiye ber bi wê ve diçe û geşedenên ku ji niha û pê ve dê xwe bidin der jî di rojeve HDP'ê de cih bigirin. Di nav mijarên sereke de, dê pêvajoya OHAL'ê, KHK'yên hatin derxistin, çewisandinên li ser muxalefetê, binçavkirin û girtin jî hebin. HDP, dê di ser van nîqaşn re bi taybetî der barê rêbazên "têkoşîna li hemberî çewisandinê" de jî hin nêrîn û pêşniyaran binirxîne û biryarên nû bide.
ÊRÎŞÊN LI ŞENGAL Û ROJAVAYÊ HATIN KIRIN
Di civînê de, dê geşedanên der barê polîtîkaya derve de jî bên nirxandin. Di vê mijarê de bi taybetî dê pêvajoya YE ya Tirkiyeyê, êrîşên wê yên li dijî Şengal û Rojavayê jî di nav mijarên sereke de cih bigirin. Dê HDP li ser tespîta ku ev "li hundur jî îşaret bi "konsepta şerekî dike" raweste û li hemberî vê dê polîtîkayan bi pêş ve bixe. HDP, der barê êrîşên li dijî Rojava û Şengalê de berê daxuyandibû û gotibû "Ev li dijî hemû kurdan û pêşeroja demokratîk a herêmê ye." Di vê çarçoveyê de ji bo dubare têgehên wek "Neteweya demokratîk, welatê hevpar" têkevin rojeva civakê, dê rê û rêbazan lêkolîn bike.
HDP MÎSYONA XWE YA PÊŞENGITIYÊ DAXUYANDIBÛ
HDP, di ser van nîqaşan hemûyan re heta niha wek partiyeke bi feraseta "Mudaxilî pêşeroja civakê dibe û di vê mijarê de polîtîkayên kartêker diafirîne" tevgeriya û niha mebesta wê ew e ku vê ferasetê bi awayekî hîn kartêker bi rê ve bibe.
Dê HDP, bi dirûşmeya "Ne pêşeroja xwe, em pêşeroja welat nîqaş dikin" civînê çêbike. Her wiha dê pêşniyarên hevserokên giştî û parlementerên girtî jî daxilî nav civînê bên kirin.
KONGRE DI 20'Ê MEHÊ DE YE
Di heman demê de, ji ber "diviyatiya zagonî", dê HDP di 20'ê mehê de kongreya xwe li dar bixe û dê di civînê de li ser amadekariyên kongreyê jî raweste. Lê dê amadekariyên dawî yên kongreyê, di civîna komîsyona ji bo kongreyê ya ku dê di 8'ê Gulanê de bê çêkirin, bên temamkirin. Her wiha kongreya HDP'ê ya ku dê ji ber betalkirina endamtiya partiyê ya Figen Yuksekdagê ji mecbûrî bê lidarxistin, dê rojekê berî kongreya AK Partiyê bê lidarxistin.