STENBOL - Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuçoglu û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Antalyayê di 5'emîn Cİvîna Koma Plansaziya Stratejîk a Hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê de hatin cem hev.
Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuçoglu û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Antalyayê di 5'emîn Cİvîna Koma Plansaziya Stratejîk a Hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê de ya li Rubi Platinum Otel a navçeya Alanya ya Antalyayê hatin cem hev. Beriya civînê wezîran dîmen dan çapemeniyê.
Çavuşoglu wezîrê Rûsyayê bi "rojbaş" a rûsî silav kir. Herdu wezîran piştî sohbetekî kurt bi çapemeniyê re girtî hevdîtina xwe pêk anîn. Di civînê de dê mijara Sûriyeyê û mijara aboriyê bê nîqaşkirin.