Heyeta MPKE'ê ya HDP'ê: Em bûn nûnerê kesên mafên wan hatiye dizîn

ENQERE - Heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) ya HDP'ê, diyar kir ku biryara "venêrtina siyasî" ya der barê Tirkiyeyê de ji ber îhlalên mafên mirovan hatiye girtin û wiha got: "Em wekî HDP bûn vîn û nûnerê kesên mafê wan hatiye dîzîn."

Heyeta Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) ya HDP'ê ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP Hişyar Ozsoy, Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu û Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu pêk, der barê konseya KE'yê de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anîn. Heyetê biryar nirxand. Li ser navê heyetê Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu bertekên li dijî HDP'ê û li dijî MPKE'yê rexne kir û wiha got: "Ez li hemberî vê cahaletiyê şaş bûm. Her tişt di Konseya Ewropa de derbas dibe. En endamê Konseya Ewropa ne. Meclîs delegasyona ji 18 endaman pêk tê dişîne. Em jî weki HDP'ê 2 asil, 2 yekek çûn. Konseya Ewropa Navenda Mafên Mirovan e. NE ne bi bazirganiyê ne jî wekî NATO bi çekan eleqeder dibe. Mijara wê mirov e. Mijara wê mirov û mafên mirovan e. Tirkiye bi rizaya xwe bû endam. Ji sala 1950’an heta niha endamê sazumankar e. Kesî bi zorê Tirkiye nekir endam. Konseyê Tirkiye îşgal nekir. Tirkiye di sala 2004’an de ji pevajoya çavdêriyê derket. Ji 2004'an heta niha ketiye pêvajoya diyalogê. Piştî hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an û hewldana 15'ê Tîrmeha dîsa îhlalan dest pê kir. Tirkiye sozên ku dabûn YE'ê pêk neanîn."

DAXWAZÊN KONSEYÊ YÊN JI TIRKIYE

Kurkçu, tişta Konseyê ji Tirkiye dixwest rêz kir u wiha got: "Konseyê ji Tirkiye xwest Tirkiye dawî li destnedayîna parlamenteran bîne. Xwest wekîlên girtî bên berdan. Xwest OHAL bê rakirin û rojnamegerên girtî serbest bên berdan. Xwest paqijiya komî bi dawî bibe. Xwest êdi bes mirov bên girtin. Xwest mal û milkên hatine desteserkirin dîsa paşve bê dayîn. Xwest necazakirina erkdaran bi dawî bibe. Xwest qedexeya li ser rapora komîteya Astengirina Îşkenceyê bê rakirin. Rê li pêş azadiya ramanê bê vekerin. Xwest zagona têkoşîna bi terorê re bê guhertin."

Kurkçu, anî ziman ku wan jî xwest ku Tirkiye ji nûve texin vênertina siyasî û wiha got: "Em bi vê biryarê kêfxweş in. Ji ber ku dema em bûn wekîl me sond xwar. Me got em destûr nadin mafên mirovan têkeve bin piyan. Tişta ku Qanûna Bingehîn bi israr pêk bîne, divê ji daxwazên MPKE'e re gotiba erê û pêk anîbûna. En endamê Çepa Yekbûyî ne. AKP û MHP jî nedamê Koma rastgir in. Em li meclîsê çawa dengan bikar tînin em li Konseyê jî wisa dengê xwe bikar tînin."


Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecioglu, jî anî ziman ku biryara Venêrtina Siyasî ya der barê Tirkiye de tê wateya ku KE bi rêk û pêk Tirkiye di warê mafên mirovan de bişopîne û wiha got: “Ji sala 2004’an heta niha parlamenteren ku piştgirî dan Tirkiye pir baş dizanin ku çima ev biryar dane. Lê ji nezanînê tên. Ewropayê dişibîn Erdogan ên ku ji reveberiya zordar a Tirkiye razîne jî ji destpêkê heta niha Tirkiye di YE'ê de naxwazin. Em helwesta CHP’ê jî rexne dikin. CHP'ê piştgirî da rakirina destnedayîna wekîlan. CHP bi biryara da peymanên Konseya Ewropa û pîvanên wan tev bê wate hişt."

Kerestecioglu,herî dawî anî ziman ku ew li meclîsê bûn nûnerê gelan û baweriyên ku maf û nirxên wan hatiye dizîn û mafê kesên ku heta niha nedihatin nasîn dan nasîn. Em bûn nûnerê Mamoste Ayşe, Berkin Elvan, Prof İbrahim Kabolu, û kesên mafên wan ji destê wan hatiye girtin. Em bûn nûnerê kesên mafê wan hatiye îhlalkirin û ji destê wan girtin. Em dê parastina mafan berdewam bikin û di vê rêyê de têkoşîna xwe bidomînin. Em wekî HDP'ê hem li hundir û hem li derve çi ket ser milê me me kir, em dê berdewam bikin.