Ji bo Sariyildiz û Hezer li Meclîsê komîsyonek hat avakirin

ENQERE - Ji bo parlamenteriya parlamenterên HDP’ê Feysal Sariyildiz û Tugba Hezar bên xistin bi hinceta “nehatinê” li Meclîsê komîsyonek hat avakirin.

Ji bo parlamenetiya Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer bên xistin bi hinceta “neghatinê” li Meclîsê komîsyonek hat avakirin. Serokê Dîwana Meclîsê di civîna bi mijara “Ji ber di mehekê de bê destûr û bêlêborîn tevlî 5 hevdîtinên li meclîsê ne bûne” ji bo Sariyildiz û Hezer, îro civînek li darxist û biryara da ku komîsyonek bê avakirin.

Komisyona ku di bin serokatiya Amîrê Îdarî yê Meclîsê Salîm Uslu hat avakirin û ji 9 kesan pêk tê hat zanîn ku dê îro dest bi kar bikin.

Sariyildiz û Hezer, ev saleke li derveya welat li ser navê HDP’ê têkiliyan ava dike.