STENBOL - Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya tehliye bû wiha got: "Hêvîdar im ku Tirkiye bibe Tirkiyeyeke demokratîk, mafên mirovan bêtir bi cih bên, girtîgeh bên girtin û her kes azad bibe. Em ê jî ji bo vê bitêkoşin."
Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya girtî, piştî rûniştina doza xwe ya li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê tehliye bû û ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kandirayê derket. Konca, piştî ji girtîgehê derket daxuyanî da.
Konca, bi bîr xist ku ew piştî 4 meh û nîvan tehliye bûye û wiha axivî: "Lê di van şert û mercan de tehliyebûn an jî nebûn ne pir girîng e. Mirov nikare bi vê kêfxweş bibe. Min wisa pênase kir; derve zindana mezin, hundur jî zindana biçûk e. Me vê pêvajoyê wisa jiya. Heke hesabê Zindana Amedê, Sînop û Mamakê yên salên 80'yî bihatanan pirsîn, dê îro li Tirkiyeyê bi sed hezaran mirov ne di girtîgehê de bûnan." Konca, anî ziman ku li her derê cîhanê bedêla azadî û demokrasiyê heye û wiha got: "Li her derê cîhanê ev qewimiye. Lê belê, yên li Tirkiyeyê tên kirin li tu derî nayên kirin. Li tu deverê cîhanê şert û mercên girtîghê yên ku evqas siyasî lê tên ragirtin tune ye. Îro li girtîgehên Tirkiyeyê bi awayekî zêde mafên mirovan tên binpêkirin. OHAL wek hincet tê nîşandan û li girtîgehan her cure derhuqûqiyan dikin."
'EM Ê BITÊKOŞIN'
Konca, dest nîşan kir ku girtina parlementerên HDP'î ne di çarçoveyeke huqûqî de ye, di çarçoveyeke polîtîk de hatine girtin û wiha axivî: "Ev jî îro derket holê. Pêvajyeke rehîneyî ye. Ev hîn jî didome. Hîn jî hevserokên me di girtîgehan de ne. 6 meh derbas bûn. Îdianameyên wan hatin amadekirin. Lê 3 meh in ku, hîn jî roja dadgehkirina wan nehatiye diyarkirin. Ev hemû polîtîkayên girêdayî referandûmê ne. Rakirina destnedayînînan, destnedayînên ku tenê ji bo parlementerên HDP'î hatin bikaranîn, di pêvajoya referandûmê de di pêbaziyeke ne demokratîk de hilbijartin hati kirin, astengkirina me ya bi gel re... ev hemû encamên vê pêvajoyê ne." Konca wiha domand: Hêvîdar im ku Tirkiye bibe Tirkiyeyeke demokratîk, mafên mirovan bêtir bi cih bên, girtîgeh bên girtin û her kes azad bibe. Em ê jî ji bo vê bitêkoşin."