ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, dibistanên ku li Cizîrê wekî "Kaledibistan" tên avakirin ji Wezîrê Perwerdehiyê Îsmet Yilmaz pirsîn.
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî di navbera 14'ê Kanûna 2015'an heta Adara 2016'an qedexe hat îlankirin û polîsan û leşkeran bajar dorpêç kir û da ber tang û tapan bi hezaran xanî hatin xerakirin û gelek dibistanan zerar dît. Gelek dibistan hatin xerakirin û dest danin ser dibistanan. Hin dibistan jî ji nûve hatin avakirin û li ser baneyên wan kule hatin avakirin. Li ser rêya Hezex Cizîrê 5 dibistan tên avakirin û tê peyin ku heta dawiya salê înşaeta wan temam bibe. Dibistanên ku bi betonên perte tên avakirin li ser baneyên wan kuleyên çavdêriyê tên avakirin. TOKÎ vê carê ji yên berê cudatir kuleyên çavdêriyê ku karibe her derê bibîne û bişopîne ava dike û "Kuleyên çavderiyêyên "Kaleokul" (Kaledibistan) ava dikin.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, dibistanên ku li Cizîrê wekî "Kaledibistan" tên avakirin ji Wezîrê Perwerdehiyê Îsmet Yilmaz pirsîn. Îrmez ev pirs ji Wezîr pirsîn:
* Ji bilî dibistanên li gorî şert û mercên perwerderiyê tu projeyên we yên dibistanên bi kule hene ya na? Ji bo hûn dawî li ve yeke bînin tu xebatên we hene ya na?
* Agiyên ku dê li ser dibistanan kuleyên çavderiyên polisan bên avakirin rast in ya na?
* Li dibistanên ku wekî biryargeh tên avakirin dê li vir perwerde bê dayîn. Di van şertan de perwerdehiyek baş û bi tenduristî nayê dayîn. Ji bo xwendekar û mamoste di bin tundiyê de perwerde hebînin hûn çi dikin?
* Li Şirnex û navçeyên wê ku demek dirêj mafê perwerdehiyê hat îhlalkirin, xwendekarên ku ji mafên xwe yên ezmûnên zanîngehê bê par hatin hiştin, ev yek têr nake bi ser wê de jî kaledibistan tên avakirin. Armanca ve yekê çiye. Çima fikarên we yên perwerdehiyek baş û bi tenduristî tune ye?
* Li gorî zagona perwerdehiyê li avahiyên perwerdehiyê tenê perwerde tê dayîn. Di xala 42'an de her tişt aşkere tê gotin. Hûn vê hewldanê li gorî zagonan çawa dibînin?
* Dibistana bi vî rengî de bandorek neyînî li ser derûniya zarokan bike. Têkildarî mîmariya wê hûn bi pedagogan re axivîn ya na? Ger ku we serlêdan kiribe fikirek çawa derket pêş?
*Dibistanên ku bi mimariya kaleokulan tê avakirin li dijî mafên mirovan û li dijî zagona perwerdehiyê ye. Ev sîmgeya militarist e ya na?