WAN - 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê ji bo parlamenterên HDP’ê yên Wanê Lezgîn Botan û Adem Geverî biryara bi zorê bînin dadgehê da.
Ji bo parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîn (HDP) yên Wanê Lezgîn Botan û Adem Geverî biryara bi zorê anînê hat dayîn. Di îdîanameya ku ji aliye 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin de derbarê herdu parlamenteran de bi sûcdariya “yeketiya dewletê xirakirine”, “propagandaya rêxistinê kirine” û “endamên rêxistinê ne” doz li wan hat vekirin, ji herduyan re “cezayê heta hetayê” û 35 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
Herdu parlamenter tevlî rûniştina yekemîn a doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ne bûn. Piştî îdîaname hat xwedin parêzerê Geverî Murat Tîmur mafê zxaftinê girt.
Tîmur, da zanîn sûcdariyên mijara gotinê yên derbarê muwekîlê wî de beriya dîroka biryara rakirina destnedanan ku li Meclisa Mezin a Gelê Tirkiyeyê (TBMM) hatiye dayîn, hêjî destnedana muwekîlê wî didome, piştî bûyerê wan bi kesayetî serî li Dadgeha Bilind daye û divê parastin piştî biyara Dadgeha Bilin bê kirin.
Piştî Tîmur, parêzerê Botan Erhan Çîftçî jî mafê axaftinê girt û heman gotin bikaranîn. Piştî daxwazên parêzeran, dadgehê biryar da ku Geverî û Botan ên tevlî dozê ne bûne bi zorê bînin rûniştina duyemîn a dozê û doz taloqî 27’ê Çileya 2017’an kir.