ENQERE - Serokomar Erdogan, OHAL'a di navbera salên 1987-2002'yan û ya niha berawirdî hevdu kir û qerîne pê kir ku OHAL'a niha "baştir" e. Bi OHAL'a ku Erdogan derpêş kir ku karê tu kesî asteng nekiriye re, hejmara kesên hatin îxrackirin 150 hezar derbas kirin. Muxalefet li hemberî vê bertekê nîşan dide û dibêje, OHAL'a berê li ber ya niha ne tu tişt e jî.
Serokomar Erdogan, piştî vegera xwe ya Hîndîstanê pirsên rojnamegeran bersivandin û balê kişand ser OHAL'ê. Erdogan, îşaret pê kir ku Rewşa Awarte (OHAL) a berê hatibû îlankirin nebaş bû, lê ya niha "OHAL'eke cuda ye û ji bo aramiyê ye" û wiha gotibû: "OHAL'a li Tirkiyeyê çi kiriye? Ma qey tiştek ji sermayeyê kêm kir, qey bandorê li karên mirovan kir? Dema di sala 2002'an de em bûn îktîdar OHAL hebû, lê ew cuda bû. Mirovan ji me xwestibû ku em wê rabikin. Me jî di dema Serokwezîrtiya Abdullah beg de, di nava mehekê de wê rakir. OHAL'a niha, bereksê ya sala 2002'yan nêvenga aramiyê peyde dike. Di warê têkoşîna li dijî terorê de karê me hêsantir dike. Heke ne ji OHAL'ê be me yê wisa bi rihetî nikaribûna li hemberî PKK û FETO'yê bitêkoşiyana. Li gel vê, rewşa me ji ya li Fransayê cudatir e. Ji ber ku çend bûyerên terorî qewimîn, Fransa OHAL îlan kir. Lê li cem me, terorê hewl da ku dewletê birûxîne. Yanî divê em têkoşîna xwe ya li hemberî terorê bidomînin. Ji bo memnûniyeta hinekan em nikarin dev ji vê têkoşînê berdin."
Piştî ku Erdogan got "OHAL'a me baştir e", vê carê çav vegeriyan ser OHAL'a ku piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin û encamên wê. OHAL'a ku di navbera salên 1987-2002'yan de hat îlankirin û bênavber 15 salan domand, bi binpêkirinên xwe yên mafan mirovên li herêmê bêzar kiribûn.
BÎLANÇOYA GIRAN A 'OHAL'A BAŞ'
Lê belê, bîlançoya OHAL'a ku piştî hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin, zaf giran e. Li gor daneyên 10'ê Çileyê yên Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî, 135 hezar kes hatine îxrackirin û ev hejmar heta niha 150 hezarî derbas kiriye. Di pêvajoya OHAL'ê de 60 hezar kes hatin girtin û der barê 130 hezar kesî de jî kirariya edlî hat kirin. Zêdeyî 150 saziyên çapemeniyê hatin girtin, 160 rojnamger di girtîgehê de ne. Hevserokên giştî yên HDP'ê, siyasetmedar, parlementer, hevşaredar jî di nav de hejmara girtî û hikumxwaran 210 hezarî derbas kirin. Her wiha hema bêje hemû şaredariyên DBP'î bi qeyûman hatin desteserkirin û dewrî rêveberiya navendî hatin kirin.
REHMETÊ LI OHAL'A 15 SALAN TÎNE
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, daxuyaniya Serokomar Erdogan a der barê OHAL'ê de nirxand. Yildirim ê ku got "Berawerdkirina di navbera OHAL'an de cihê şermê ye" dest nîşan kir ku, du xerabî nayên berawirdkirin û wiha axivî: "Lê teqez e ku OHAL'a niha rehmetê li OHAL'a 1987-2002'yan tîne. Mirov ji kar û barê xwe bûn, wan bi birçîbûnê terbiye dikin. Îro li Sûrê, li Geverê, li Cizîrê bi îstîmlaqkirinan dest datînin ser malên mirovan. Der barê lastîkên berfê de jî biryarnameyan derdixînin."
AK PARTÎ ARTÊŞA XWE AVA DIKE
Yildirim, balê kişand ser notirvanên ku bi OHAL û KHK'yan wan digirin jî û got ku, ev avaniya milîsî yên girêdayî AK Partiyê ne. Yildirim wiha got: "Bi biryarnameyan 7 hezar nortirvanan digirin. Li gor me ev milîsên AK in. Ji bo girtina vana ezmûn tune, krîter tune. Pîvana lîyaqatî ya der barê girtina 7 hezar kesan de tune ye. Dibêjin, dê kesên ku taxê nas dikin û karibin agahiyan ragihînin cihên eleqedar bên girtin. Ev muxbîr kî ne. Ev cerdevan û sîxurên partiyê ne. Di bin navê OHAL'ê de AKP artêşa xwe ava dike."
OHAL'A FRANSA Û TIRKIYEYÊ NAYÊ BERAWIRDKIRIN
Yildirim, berawirdkirina Erdogan a OHAL'a Tirkiye û Fransayê jî rexne kir û wiha got: "Em qet nirxandineke siyasî nekin, wisa bi çavekî ji rêzê lê binihêrin. Ji ber OHAL'a li Fransayê, tu binpêkirineke mafan di raporên saziyên navnetewî de cih nagire. Lê raporên RHEE'yê yên der barê Tirkiyeyê de li holê ne. Raporên NE'yê li holê ne. Raporên Ewropayê hene. Lê ji vana di yekê de jî der barê binpêkirinên mafan ên li Fransayê de tespîtek tune ye. Qet hewce nake ku em hevdu bixapînin. Di navbera OHAL'a Fransa û Tirkiyeyê de tu pêwendî tune ne."