Ji CHP'ê derbarê endamên YSK’ê de serlêdana sûc

ENQERE - CHP’ê derbarê 10 endamên YSK’ê de serlêdana sûc kir.

CHP’ê derbarê 10 endamên Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) de ji ber biryarên derbarê referanduma 16’ê Nîsanê de girtine serlêdan sûc kir. CHP’ê ji bo endamên dadgeha bilind, li Dadgeha Bilind û ji bo endamên şureya dewletê jî serî li Şureya Dewletê dan û di serlêdanê de ev tişt hatin gotin:

“Di debgdayîna gal a 16.04.207’an ya Lijneya Hilbijartina Bilind de, derbarê qebûlkirina dengên bê mohr de, di biryara 16.04.2017’an a bi hejmara 560, ji ber li dijî hiqûqê ne, em dixwazin derbarê endamên li jor hatine diyarkirin de lêpirsîn bê vekirin.”