ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, derbarê encamên referandumê de wiha got: “Dive hemû kes bizane di beşa demokrasiya hevbeş de dibe di demên pêş de îtifaqên nû pêk bên.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê giritye debarê encamên referandumê de peyamek şand. Demîrtaş, banga bendbendî nekirina civakê kir û diyar kir ku dibe di demên pêş de îtîfak pêk bên.
Peyama Demîrtaş wiha ye:
“Ez destpêkê hemû gel, partî û dostên xwe bi rêzdarî silav dikim. Bihêzbûna hêviya aştî û azadiyê ya piştî referanduma 16’ê nîsanê çêbûye me keyfxweş dike. Lê civak wekî du aliyên “Erê” û “Na” ji hev cudakirin rast nabînin û bitaluke ye.kesên gotin Erê wekî kesên dijdemokrat nîşandayîn tenê biçûkxisitna gele. Gelek kesên gotin Na û Erê, kesên ku hesreta azadî û demokrasiyê dikişinin. Ji ber wê tenê bolka demokrasiyê wekî ‘na’ dîtîn tê wateya îxmalkirina bêmaf a gel. Dive hemû kes bizane di beşa demokradiya hevbeş de dibe di demên pêş de îtîfak pêk bên. Divê saziya siyasetê ji vê re vekirî be. Dê heta 2019’an gelek di gelek parametreyên siyasî de guhertin pêk bên.”
'DIVÊ RÊGEZÊN KU HERDU ALÎ JÎ LIHEV BIKIN BÊ PÊŞXISTIN'
Em bi parastina pîvanên sekna xwe re ji çareseriyên demokratîk ên bipîvan re vekirîne. Lê ji niha ve li ser navên 2019’an nîqaşkirin ne raste. Ya rast divê ne nav pîvan bên nîqaşkirin. Bi vê boneye emê ji xebatên ji bo perspektîfa aştiya civakî ya bi pîvanên demokratîbûn û bingehên azadiyê re vekirîne. Ev xebat ji bo ‘Na’ jî ji bo ‘Erê’ jî derbasdarin. Kesek nikare gel wekî malê xwe yê siyasî bibine û kesek nikare peymanên bê pîvan li ser gel ferz bike. Em wekî HDP em ê di her şert û mercî de pîvanên xwe bingeh bigirin. Bi vê boneyê em spasiya hemû gelê xwe yê ku gotine ‘Erê’ yan ‘na’ dikin û silav dikin. Bila tu gumana we ne be wekî HDP em ê dersen rast ji encama referandumê derxînin ez we birêzdarî silav dikim.”