STENBOL - Di civîna MYK’ê ya HDP’ê de li şûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgan Yuksekdag, cigira Hevseroka Giştî û endama MYK’ê Serpîl Kemalbay hat hilbijartin.
Tê payîn k udi civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ku duh li Stenbolê destpêkir û dê sibe jî berdewam bike derbarê dema pêşiya me de biryarên girîng bên girtin. Di civîna ku parlamenter û endamên MYK’ê beşdar bûn de mijara dê li şûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag ku parlamenteriya wê hatiye rakirin û ji endamtiya partiye hatiye derxistin kê bê bicih kirin hat nîqaşkirin.
HETA KONGREYA NÛ DÊ DEMÎRTAŞ Û KEMALBAY DÊ HEVSEROKATIYÊ BIKIN
Di civînan de piştî endamtiya Yuksekdag hat xistin, hat zanîn ku Cigira Hevseroka Giştî û endama MYK’ê Serpîl Kemalbay a k udi qada kedê ya HDP’ê xebatan dide meşandin hatiye bicih kirin. Sibê piştî civîn bi dawî bû dê bi daxuyaniya bê dayîn hevserokatiya Kemalbay bê ragihandin.
Li aliyê din hat zanîn heta kongreya nû ya dê Kemalbay û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku girtiye dê hevserokatiya partiyê bidin meşandin.