STENBOL - Li ser nûçeya me ya Serpîl Kemalbay wekî Hevseroka Giştî hatiye diyarkirin, HDP’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Kemalbay beriya du mehan wekî Cigira Hevserok Giştî hatiye dayînkirin, û di civîna îro de jî tu biryarek derbarê vê mijarê de nehatiye girtin.
Li ser nûçeya me ya dê Serpîl Kemalbay heta kongreya nû peywira Hevseroka Giştî ya HDP’ê berdewam bike HDP’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Kemalbay beriya du mehan wekî Cigira Hevseroka Giştî hatiye tayînkirin û di civîna MYK’ê a îro pêkhatiye de li ser vê mijarê biryarek ne hatiye girtin.
Di daxuyaniya partiyê de ev tişt hatin gotin:
“Di hinek çapemenî û medyaya civakî de derbarê civîna HDP’ê ya berdewam dike de nûçeyên wekî ‘HDP’ê Hevseroka Giştî hilbijart’ tên parvekirin ev nûçe rastiyan nîşan nadin. Cigira Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay di 12’ê Adara 2017’an de, di civîna Meclîsa Partiyê de ji ber sedemên hiqûqî û mecbûrî wekî Cigira Hevseroka Giştî hatibû tayînkirin. Ev peywira wê dê heta 20’ê Gulana 2017’an jî berdewam bike. HDP di 20’ê Gulana 2017’an de dê di 3’yemîn Kongreya Awarte de Hevseroka Gişrtî, Meclîsa Partiyê, Navenda Lijneya Dîsîplînê û Lijneya Lihevanînê hilbijêre. Di rojeva civîna niha didome de ev mijar tune ye.”