STENBOL - Dr Arzu Yilmaz a êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî Rojava û Şengalê nirxand wiha got: "Ewlehî û îstikrara Rojava, Şengal û Başûr ji hev nikare bê qutkirin. Yekîtiya di navbera kurdan êdî şert e. Di şertên îro de tişta herî rast a ku aktorên siyasî yen kurd bikin divê nekevin nava nêzîkatiyên ku jê vegere nabe."
Seroka Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Amerîkayê ya li bajara Dohuka Herêma Federal a Kurdistanê Dr. Arzu Yilmaz, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Şengal û Rojava û têkiliya PDK û Tirkiyeyê nirxandin.
Yilmaz, diyar kir ku di çarçoveya têkiliyên stratejin ên PDK-Tirkiyeyê de bi êrîşên DAÎŞ’ê bi dawî bûye û wiha got: “Dema Hewlêr ket bin gefa DAÎŞ’ê, helwesta Tirkiyeyê bû sedema kişandinê. Piştî vê demê PDK’ê bi gotina rast ‘Hemû hêk danîna nava selikê’ di polîtîkaya xwe ya derve de dît ku ger Tirkiyeyê tercih bike dê şaştiyekê bike. Ji ber wê di 3 salên dawî de bi Îranê re jî têkilî hatin danîn û polîtîkayek wiha hat meşandin. Têkiliyên DYE-Îran ên li ser Peymanên Nukler û têkoşîna bi DAÎŞ’ê re tên meşandin hişt ku di polîtîkayê de zemîn ji xwe re bibine.”
Yilmaz, da zanîn ku armanca PDK’ê, pêşiya ketiyan Tirkiyeyê ya Başûrê Kurdistanê ye û wiha pêde çû: “Îro li Başûrê Kurdistanê gelek kes difikirin ku armanca ketina Tirkiyeyê ne Şengal û PKK ye armanca wan pêşî li xweseriya Kurdistanê girtine. PDK jî li dijî van gefan hewl dide bi Tirkiyeyê re bikeve nava yeketiyek taktîkî de. Ji PKK’ê berdana Şengalê xwestin, ketina Pêşmergeyên Roj ên Rojava jî bûn mijarên vê têkiliya taktîk. Di vê çarçoveyê de armanca bingehîn a PDK’ê pêşî li ketina Tirkiyeyê ya Başûrê Kurdistanê ye. Ewlehî û îstîkrara Rojava, Şengal û Başûr ji hev cuda nayê destgirtin. Tişta niha derketiye pêş çar parçeyên Kurdistanê niha bi destê kurdan ‘ev kurdistana te ev ya me’ tê parçekirin. Ger kurdistana we yan a me em wiha berdewam bikin dê encama ku kurdistan ne gihije me hemûyan derkeve holê. Ez bawerim ku siyaset kurd dikare vê tabloyê biguhere.”
‘TIRKIYE HEMÛ HÊZA XWE DIDE SER KURDISTANÊ’
Yilmaz , derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Şengalê û agahdarbûna PDK’ê de wiha got: “Tu hêzek leşkerî yan jî siyasî ya ku destûrê bide yan jî nede Tirkiyeyê tune ye. DYE yan jî Rûsya ku vê hêzê destê xwe de digire, wekî ku tê zanîn dê destûr nede ku ev êrîş bibin operasyonek bejahî. Tirkiye hemû hêza xwe dide ser Kurdistanê; Li Rojhilata Navîn tene cihek maye xwe lê biqeliqîne ew jî Kurdistane; Ji bo vê qadê jî winda neke bi hemû hêza xwe li berxwe dide.”
‘KURDISTAN DI HIŞ DE DIYAR BÛ’
Yilmaz, anî ziman ku kurdan îro fersendekî dîrokî bi dest xistiye, bila gumana kesê ji vê tune be û wiha axivî: “Rojava û Başûr ev fersend di aliyê leşkerî re baş nirxandin. Kurdistan wekî erdnîgariyek siyasî di hiş de diyar bû. Lê mayîna van destkeftiyan girêdayî pêngavên siyasî û dîplomasiyê ne. Hem civaka navneteweyî hem jî aktorên siyasî yên kurd ji vê ne amade ne.”