ENQERE - Meclîsa Partiya CHP’ê, bi daxwaza Parlamenterê Mêrsînê Fîkrî Saflar bê îxrackirin biryara sewqkirina dîsîplînê da.
Civîna Meclîsa Partiya CHP’ê ya di bin serokatiya Kemal Kiliçdaroglu pêk hat bi dawî bû. di civîna li Navenda Giştî ya CHP’ê hat pêkanîn de, bi daxwaza “bi tedbîr îxraca misoger” sewqî Lijneya Dîsîplîna Bilind hat kirin. Sewq bi dengê 38 kesan hat erêkirin.
Saglar û berdevkê partiye Selîn Ayek a ku îstîfa kiribû jî tevlî civînê bûn.
Fîkrî Saglar di rojên beriya niha de ji rojnameya Akşamê re axivîbû, diyarkiribû ku di partiyê de Kiliçdaroglu bûye “yek zilam” û wiha gotibû: “Kiliçdaroglu di kampanyaya referandumê de propagandaya ‘em li dijî yekzilamiyê ne’ lê bi xwe bû yekzilam! Ev dişibe vê; ez li dijî şîdeta li ser jinê me. Çalakiyan li dar dixî lê diçî malê û li hevjîna xwe dixî.”
Saglar her wiha xwestibû ku CHP biçe kongreya awarte.