Ji Ozel bersiva ‘Sefîrê DYA': Ger îspat nekin dê bedêla wê bidin

STENBOL- Seokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel piştî doza TIR’ên MÎT’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Ne roja îniya borî, di hemû jiyana min a borî de, berdin bi Sefîrekê Amerîkî re civîn pêk anînê ger min silav dabe, an pê re rûniştibim an jî hevdîtin pêk anîbe divê îspat bikin. Ger îspat nekin dê bedêla wê bidin.”

Parlamenterên CHP’ê piştî doza TIR’ên MÎT’ê ku Derhênerê Weşana Giştî yê berê yê Cumhuriyetê Can Dundar, Nûnerê Enqereyê Erdem Gul û parlamenterê CHP’ê Enîs Berberoglu têde tên darizandin li ber Edlişyeya Stenbolê ya Çaglayanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

'DÊ LI PÊŞ DÎROKÊ BÊN DARIZANDIN’

Li ser navê palamenteran Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel daxuyanî da. Ozel, diyar kir ku ew ê şopdarê doza ku taloqî 24’ê gulanê hatiye kirin bin û wiha got: “Kesên ku bêyî li dadê bigerin fermanan digirin û dixwazin ser bûyerê de bigirin dê li pêş dîrokê û rojekê jî pêşberî dadgehê nên darizandin.”

‘BILA ÎSPAT BIKI’

Ozel, derbarê îdîayên bi Seferê DYE’yê re havdîtin pêk aniye û hevserokatî hatiye rojevê de wiha got: “Heta niha min tu caran rojname û rojnameger ne derxistine pêşberî dadgehê lê ew rojname ji ber wê manşeta derveyî rastiyê û nûçeyeke operasyonele dê li heberî hiqûqê hesab bide. Ne roja îniya bihûrî, di hemû jiyana bin a bihûrî de, berdin bi Sefîrekê Amerîkî re civîn pêk anînê ger min silav dabe, an pêre rûniştibim an jî hevdîtin pêk anîbe divê îspat bikin. Ger îspat nekin dê bedêla wê bidin. Hevdîtinek wiha tu caran pêk nehatiye. Ji ber vê nûçeyê ez ê li pêşberî darazê hesab ji wan bixwazim.”

ÎSTIFAYA BOKE

Ozel darbarê îstîfaya Selîn Sayek Boke de jî wiha axivî: “Me di civîna duh ya meclîsa partiyê de rewşa wê û hevalê me yê din nirxand. Parlamenterê CHP’ê û endamê meclîsa partiyê ye. Peywira ku serokê me yê giştî dayê bi serkeftî pêk aniye, bi xwestin hevdîtin bi serokê giştî re pêk aniye û xwestiye îstîfa bike. Endama koma parlamenterên me ye û dê xebatên wê yên ji bo partiya me bidomin. Ne wekî daxwaza hinekan bi şer berovajî wê me civînek ku yeketiyê xurt dike paşde hişt.”