Onen: 90 salin li Kurdistanê ambargo heye

ANKARA - Parlamenterê HDP'ê Mithat Sancar, diyar kir ku OHAL'a ku 9 meh li pey xwe hişt dê heta hilbijartina Serokomariyê ya 2019'an bidome. Serokê Sazumankar ê HDP'ê Yavuz Onen jî anî ziman ku li Kurdistanê 90 salin OHAL û ambargo heye.

Li Tirkiye piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, di 20'ê Tîrmehê de OHAL hat îlankirin û heta niha 3 caran hat dirêjkirin. Zêdeyî 9 mehin li Tirkiye OHAL heye. Têkildarî rêveberiya OHAL'ê û pêşeroja Tirkiye Parlamenterê HDP'ê û akademîsyen Mithat Sancar û sazumankarê HDP'ê Yavuz Onen nirxandinên girîng kirin.

Sancar, diyar kir ku xuya dike ku OHAL heta hilbijartina Serokomar a 2019'an berdewam bike. Sancar, da zanîn ku Erdogan OHAL'ê wekî amûra “Paqijkirina astengiyên li pêş xwe" bikar tîne û wiha got: "Daxuyaniya Erdogan a dawî ya der barê OHAL'ê de tu cîddîyeta wê tune ye. Dixwaze em ji 2 tiştên xerab yekê hilbijêrin. Dixwaze me bê çare bihêle. Di salên 90’an de ew qas KHK nehatin îlankirin. Em ne mecbûrin di nava 2 OHAL û 2 zuliman de hilbijartinê bikin. Em tu carî serpêhatiyên OHAL'ên 90’î ji bîr nakin. Şertên OHAL'ê çi dibe bila bibe li Kurdistanê OHAL'ê serdema zilmê ye. Niha jî gund tên valakirin, mirov bi awayekî kujer nediyar tên kuştin. Mirov rastî îşkenceyê tên. Rejima OHAL'ê divê kesî mahkum neke. Di serdema OHAL'ê de hemû hiqûq binpê dibe. Em bi tu awayî OHAL'ê naxwazin. OHAL'a serdema 90’an jî ji niha cudatir bû. Wê demê Dadgeha Qanûna Bingehin sînorê KHK'yan bi sînor kiribû. Lê niha sînorê KHK’ê firehtir kirine. Niha Dadgeha Qanuna Bingehîn sîro fireh kirine û hemû serlêdanên îtîrazê red dike. Êdî OHAL bûye rêveberiyek mutlak a keyfî. Bi qasî ez dibînim xuya ye ku dê heta hilbijartina Serokomariyê ya 2019'an bidome. Difikire ku di hilbijartinê de bi ser bikeve û AKP hilbijartine bi dest bixe. Dixwazin civakê fêrî OHAL’ê bikin.

OHAL NAVÊ TESLÎMGIRTINA KURDAN E


Siyasetmedar û parazvanê mafên mirovan û Serokê sazumankar ê HDP'ê Yavuz Onen jî anî ziman ku Tirkiye bi pêvajoyek nû re rû bi rû ye û wiha got: "Pergala Serokatiyê bi gotina "Em dê terorê xelas bikin. Tirkiye bêtir bi ewle bikin" referandum bi rêve bir. OHAL di rastiyê de li diji kurdan hatiye îlankirin. Dixwazin bi OHAL'ê kurdan hal bikin. Dixwazin bi OHAL'ê kurdan xelas bikin. Erdogan bi dizîbe jî destnîşanî dijminantiya kurdan dike. Niha li dijî kurdan dijminantî tê meşandin. Beriya Referandumê bi OHAL’ê hemû kurd û siyasetmedarên kurd kirin hedef.

JI KOMARÊ HETA NIHA 90 SALIN KURDISTAN DI BIN AMBARGOYÊ DE YE

Onen, dazanîn ku di pêvajoya çareseriya kurd de li dijî siyasetmedarên kurd kemîn danîn û wiha berdewam kir: "Berê jî minaka Derismê heye. Niha rîska kurdan ji berê mezintir e. Lê nikarin li dijî kurdan bi ser bikevin. Ji roja Komar hatiye avakirin heta niha li Kurdistanê ambargo heye. Tu serdemê ambargoya li ser kurdan û Kurdistanê nehat guhertin. Her çend partî hatin guhertin jî polîtikayên li dijî kurdan nehat guhertin. Ambargoya li Kurdistanê 90 salin didome. Niha li dijî kurdan plana îmha û sofistike heye. Di salên 90'an de polîtîkayên li dijî kurdan derket asta herî jor.

SOSLAYÎSTÊN TIRKIYE BÛNE HEDEF

Onen, da zanîn ku çawa di salên 1960'an de hêzên sosyalîst bûn hedef niha jî li Tirkiye hêzên soslayîst dibin hedef û wiha got: "Niha hemû kesên muxalif û tevgerên sosyalîst bûn hedef. Em di serdemek ku pîvanên NY'ê jî li ber çavan nayê girtin de dijîn. Divê li Tirkiye di navbera kurdan û tirkan de pêvajoya çareserî û aştiyê ji nûve pêş bikeve. Li Tirkiye dewlet ji bilî kurdan bi civakên din re jî ne li hev e. Li dijî hemû hêzên muxalif di nava şer de ye. Guhertina qanûna bingehin armanc dike ku hemû tiştên birdozî biguherîne û dixwaze li ser vê yekê pergal û rejîma OHAL'ê ava bike. OHAL tu carî ranebû û niha jî bi rengên cuda didome. Niha her tişt di Qesrê de asê maye. "