CHP û EMEP'ê piştgirî dan baga Demîrtaş a ‘îttîfakê’

EDENE - Parlamenterê CHP'ê yê Edeneyê Îbrahim Ozdîş û Seroka EMEP'ê ya Edeneyê Sevil Aracı Bek piştgirî dan banga Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş. Ozdîş û Bek, xwest eniya "Na" guh bide vê bangê û mezin bikin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş, piştî encama referandumê bang li eniya "Na" û "Erê" kir û xwest îtîfaqê pêk bînin. Parlamenterê CHP'ê yê Edeneyê Îbrahim Ozdîş û Seroka EMEP'ê ya Edeneyê Sevîl Araci Bek piştgirî dan banga Demîrtaş. Ozdiş, anî ziman ku ew erênî li îtîfaka ku li ser rêgez û pîvanan bê avakirin dinere û wiha got: "Divê em di aliyê xêrê de bibin yek û welat ji kaosê rizgar bikin. Erka ku di sala 1923'an de bidin qesrê ji 2017’an de didin Qesrê. Pergala demokrasî û parlamenterê tune tê hesibandin. Em baş li ser zerar û ziyana "Erê" ranawestin. Divê em baş tarîbata ku "Erê" bi xwe re bîne vebêjin. Ya esil bê parastin pergala demokratîk a parlamenteriyê ye. Seroka EMEP'ê ya Edeneyê Sevil Aracı Bek jî anî ziman ku ji bo pêşeroja welat nikarin welat radestî pergala yek zilamî bikin û wiha got: "Divê em pergala yek zilamî red bikin û di îtîfaqê de bibin yek. AKP 15 salin li ser kedkar û muxalifan zextan pêş dixe. Divê em van zextan bişkînin û li şûna wê hêza ked û demokrasiyê mezin bikin û pêş bixin.