Baydemîr: Kuştina zarokên di xewê de cînayet e

ENQERE - Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemîr, di civina koma meclîsê de diyar kir ku kuştina 2 zarokên li Sîlopiyê ya ji aliyê polîsan ve cînayet e û wiha got: "Çima Erdogan ji bo 2 zarokên li Sîlopya hatin kuştin qiyametê ranake û hêsiran nabarîne. Heta niha 141 zarok kuştin. Vana biçin doktor doktor nikare nexweşiya wan teşhîs bike. Lê ez ji doktor re dibêjim nexweşiya wan kurdofobî ye."

Berdevkê Koma HDP'ê Osman Baydemir, di civîna koma HDP'ê ya meclîsê de axivî û bal kişand ser geşedanên dawî. Baydemîr rêveberên HDP'ê yên ji Mêrsîn û Şirnexê hatibûn silav kir û dest bi axaftinê kir. Baydemîr, anî ziman ku HDP’ê her dem astengiyên li pêş xwe rakirine û bi ser ketiye û wiha got: "Niha 8,5 mîlyon mirov ji avantajê dûr in. Ev ji sedî 12’ê nifûsa Tirkiye ye. Dema mirov derkeve kolanan wekî ku kesên dijawantaj tune xuya dike. Ji ber ku li pêş kolanan astengî hene. Astengiyên li pêş tenduristî, perwerdehî û kolanan hatiye dayîn. Astengiya herî mezin astengiya siyasî ye. Berî ku rêveberiyên herêmî bên asteng kirin heft rojan 24 saetan xizmet dida gel. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin êdî gel ji vê xizmetê mahrum ma. Ji ber ku hişê wan asteng dare her tiştî asteng dikin.

Baydemir, da zanîn ku wekî HDP'ê heta niha gelek pêşniyarname û pirsname dane, lê hemû hatine asteng kirin û li ber çavan nehatiye girtin. Niha bi KHK'yan astengiyên nû derdixin. Bi KHK'yan herî kêm 2 hezar mirên astengdar dûr xistin. Astengiya herî mezin a li pêş mirovan nijadperestî ye. Îro Tirkiye bi nijadperestiyê dê rêvebirin. Di mîtînga 5'ê hezîranê ya li Amedê de Lisa Çalan ji ber polîtîkayên şer di teqînê de 2 piyên xwe winda kirin. Şer astengî û astengdarên nû pêş dixe. Niha lîsa di nava me de ye. Ji ber ku me şer neda rawestandin em lêborima xwe dixwazin. Em carek din bang li hikûmetê dikin. Ji ber şerê 2 salên dawî çiqas mirov hatin kuştin. Çend beden asteng bûn. Endamên DAÎŞ'ê her roj serbest tên berdan. Lê yên mexdûr tên girtin. Divê em li dijî zilm û zalîman heqê mazluman biparezin."

141 ZAROK HATIN KUŞTIN

Baydemîr bal kişand ser kuştina zarokên birayên hev Furkan û Muhammed ên li Sîlopiya ji aliyê polîsan ve di malên xwe de hatin kuştin û wiha got: "Zarok di xewê de kuştin. Ev ne qeza ye. Ev cînayet e.
Kuştina van zarokan zulm e. Niha alkolê dikin niqaş. Çima qiyametê ranakin. Çima Serokomar Erdogan hêsiran nabarîne. Ji ber ku zarokên hatin kuştin kurd in. Di demen dawi de 141 zarok hatin kuştin. Panzêra polîsan bi hinceta arîze 4 welatî kuştin. Ev cînayet e. Berpirsarê hemû kuştinan hikûmet e. Berpirsiyare kuştina Ceylan Onkol komkujiya Roboskê hikûmet e. Ne tenê hikûmet, hemû kesên li hemberî van kuştinan bêdeng û hêsirên çavan nabarinin tev şirîkê van kuştinan e. Mamoste Ayşe ji ber nexwest zarok bimirin ceza li wê hat birîn. Salek û 3 meh ceza dan wê. Yên dibêjin em dê xwînê birjînin jî wan xelad dikin.

Baydemîr, anî ziman ku niha Semih Ozakça û Nuriye Gulmen ji bo heq û edaletê di grevê de ne û wiha got: "Li pey vê yekê Wezîrê Dadê operasyona rizgarkirina Rezzayê dike. Dozger û dadger ji aliyê dadgerekî din ve tên girtin û xuya ye ku hemû dadger û dozger şirîkên sûc in. Hemû bang şirîkên sûcê diziyê ne."

SIYASETMEDAR BI FERMANA SIYASÎ HATIN GIRTIN

Baydemîr bal kişand ser girtina rêvebera KCD'ê Aysel Tugluk û Hevserokên Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag û wiha got: "Tugluk, Demîrtaş û Yuksekdag ji di navde siyasetmedarên girtî tev bi fermana siyasî hatine girtin. Wekîlek me tê berdan roja din dîsa tê girtin. Dadgeh berdide AKP û Qesr dîsa digire. Ji ber AYM biryarê nade û AYM bê biryar tev digere ev nehiqûqî mezin dibe.

Baydemir, alîkariya ku Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya sandalyaya bi teker ji welatiyê astengdar re kirî û qeyûmê desteser kir jî rexne kir û wiha got: “Xwedê tu nehêlî. Niha rojnameger girtî ne. Ger ku iro rojanemger ne girtî bûna dê ev rastî binivisandina.

Baydemîr, bang li Wezîrê Dadê Bekir Bozdag jî kir û wiha got: "Zarokên astengdar ên ji doza FETO hatin darizandin mehaneyên wan hatin qutkirin. Serokomar dibêje merhamet nekin. Zilim li kê bê kirin divê em li dijî zilmê rawestin. Em ji hemû zilmê re dibêjin Na. Li Edeneyê di dawetê de potê kesk, sor û zer tê desteserkirin. Di salên 1990’an de lambayên trafîkê hatin guhertin. Li Amedê jî niha lale yên zer hatin jêkirin da ku rengê kesk, sor û zer çênebe. Ev kesên bi vî rengî biçin doktor jî dê doktor nikaribin teşhîs dînin. Ez ji doktor re dibêjim nexweşiya vana kurdîfobî ye.

Baydemîr, polîtîkayên Erdogan û hikûmetê yên li dijî Rojava jî rexne kir û da zanîn ku bi polîtîkayên li dijî kurdan tu pirsgirêk çareser nabe û wiha got: "Em dibêjin bila aştî bê Sûriyê. Êrîşa li dijî kurdan polîtîkayên li dijî kurdan in. PYD ji bo we firsenda wekî zêr e. Dibe ku di pêşerojê de PYD û Rojava di aliyê aboriyê de bibe şirîkê herî mezin. Berê jî bangên Demîrtaş û Yuksekdag hebûn. Divê hûn van bangên wan li ber çavan bigirn. Em dibêjin hilbijartinên di 2019'an de dê ne rewa bin. Pergala ku di 1920’an de hat avakirni 90 salin aramî neda gelên Tirkiye. Mamosteyê kurd Ferzad Kemanger di sala 2010dan de ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Ez bang li gelê Kurd û Kurdistanê dikim. Xwediderketina şehîdan bi îittifaka neteweyî pêkan e.