Sakik: An em dê rêyekê bibînin an em dê rêyekê bibînin

ENQERE - Parlamenterê DEP'ê yê berê Sirri Sakik têkîldarî binçavkirin û girtinên parlamenterên HDP'ê û xistina parlamenteriya wan diyar kir ku bi bedela ku wan beriya 23 salan dane AKP niha heye lê îro heman polîtîka ji aliyê AKP'ê ve li ser kurdan tê ferzkirin. Sakik anî ziman ku bi van polîtîkayan pirsgirêka kurd nayê çareserkirin û got: "An em dê rêyekê bibînin an em dê rêyekê bibînin."


Parlamenterên DEP'ê piştî destnedayîna wan hat rakirin di 2'ê Adara 1994'an de hatin binçavkirin û girtin. Parlamenterên DEP'ê 9 salan girtî man. 23 sal derbas bûn, lê polîtikayên li dijî siyaseta kurd nehat guhertin, Dîsa parlamenter, rêveberên kurdan tên girtin û rastî cezayan tên. Destûr nayê dayîn ku kurd siyasetê bikin. 23 sal berê parlamenterên DEP'ê hatin girtin, 23 sal şûnde di 2017'an de parlamenterên HDP'ê girtî ne û wekîltiya wan tê xistin. Di 2'ê Adara 1994'an de destnedayina parlamenterên DEP'ê bi dengên DYP, ANAP, MHP, BBP û hin parlamenterên CHP'ê hat rakirin. Piştî destnedayîna wekîlên DEP'ê hat rakirin parlamenterên DEP'ê Orhan Dogan, Hatip Dicle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik û Mahmut Alınak ji aliyê 1'emîn Dadgeha Ewlehiya Dewetê ya Enqereyê ve hatin darizandin. Serdozgerê DGM'ê yê Enqereyê der barê wekîlan de îdîaname amade kir û wekî "Xaniyê Welat" bi nav kir. Dadgehê jî li 4 wekîlên DEP'ê 9 sal ceza birî.

AKP JÎ HEMAN RÊBAZAN BIKAR TÎNE

AKP dema nû hat îktîdarê siyaset û polîtîkayên berê yên li ser DEP'ê rexne kir û destnîşan kiribû ku dê pêvajoya demokrasiyê bide destpêkirin. Lê piştî AKP'ê îktîdara xwe mîsoger kir dîsa heman polîtîka xistin meriyetê. AKP niha li polîtîka û rêbazên 23 sal berê vegeriya û heman polîtîkayan li ser HDP'ê bikar tine. Li ser daxwaza Serokomar Erdogan hilbijartina 7'ê Hezîranê hat betalkirin. Piştî wê bi fermana Erdogan destnedayîna wekîlên HDP'ê hat rakirin. AKP, MHP û CHP bûn yek û destnedayîna wekilan rakirin. Hevserokên HDP'ê jî di navde wekîlên HDP'ê hatin girtin û wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan hat xistin. Hevşaredra ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê hatin kirin. Bi hezaran endam û rêveberên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin û hêj girtî ne.

Têkildarî polîtikayên salên1994'an û niha Parlamenterê berê yê DEP'ê Sirri Sakik, diyar kir ku tiştek ji bo kurdan nehatiye guhertin. Sakik anî ziman ku hemû hevşaredarên DBP'ê ji peywirê hatin girtin û wiha got: "Qeyûm tayînî şaredariyan hat kirin. Wekîl hatin girtin û wekîltiya parlamenteran tê xistin. Hêj pirsgirêka kurd li cihê xwe ye û nehatiye çareserkirin. Heta niha gelek rêbaz hatin ceribandin. Yek jî nebû çareserî. Dîsa dubare OHAL tê îlankirin. Parlamenterên DEP'ê hatin girtin û rastî 10 sal ceza hatin. Lê dîsa pirsgirêka kurd bi girtina parlamenteran nehat çareserkirin. Îro rêbazên nû bikar tînin û dîsa ev rêbaz nabin çareserî. Rêya siyaseta demokratîk li gel tê girtin. Bi girtina hevşaredaran û wekîlan û bi dûrxistina hevşaredaran pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi van zext û zordariyan êdî hilbijartin bê wate ye. Hem hilbijartinan dikin û hem jî darê zorê wekîltî û şaredariyan ji destê wan digirin. Wê demê vîna gel li ku dimîne. Divê siyaseta kurd li dijî vê yekê bertekên xurt û bi rêxistin nîşan bide. Divê wekî ku tiştek nebûye mirov tev negere. Ji ber ku bertekên xurt nehat nîşandan gav bi gav şaredarî hatin desteserkirin û wekîl hatin girtin. Ji ber bertekên lawaz îro heta Nursel Aydog jî wekîltiya wê hat xistin. Divê koma me ya parlamentoyê vê rewşê bi lezgîn di ber çavan re derbas bike. Divê heta dawî zorê li siyaseta demokratîk bikin. Her wiha divê destûr nedin van polîtîkayên tunekirinê.

GOTIN HÛN ÎSTÎFA BIKIN LÊ ME GIRTIN DA BER ÇAVAN

Sakik, da zanîn ku wê demê berî ku parlamenteriya wan bixin peyam ji wan re şand û xwest îstîfa bikin û wiha got: "Lê me îstîfa nekir. Me got bila em bên girtin û em istîfa nakin. Me medel dan û zagon guhertin. Ger ku me wê demê bedel nedabûya ev zagon nedihatin guhertin. Ger ku wê demê me bedel nedabûya wekîlên Partiya Refahê dê wekîltiya wan bihata xistin. Dê îro AKP û ne jî şopa wê hebûya.

Îro hemû hevalên me yên tên darizandin û hatin girtin tev ji ber axaftên xwe tên darizandin û hatin girtin. Dadgerek biryar dide wekîl serbest tên berdan, dozgerekî din îtîraz dike û dîsa tên girtin. Dadgerê biryara berdanê dide tê sirgûnkirin. Ger ku wisa bidome dê wekîltiya gelek hevalên me bên xistin. Ger ku wisa bidome dê bi qasî Çiyayê Agiriyê pirsgirêka kurd mezintir bibe.
Mixabin pirsgirêka kurd nabînin Ger ku pirsgirêka kurd bibînin dê şaredarî nekirina qişlaya leşkerî. Hevşaredarê partiyekê nedigirtin. Divê polîtîkayên xwe biguherînin. An em dê rêyekê bibînin an em dê rêyekê bibînin û vê pirsgirêkê çareser bikin.

Kenan Kırkaya - dihaber