Ocalan hişyar kiribû: Ger çareser nekî dê veguheze qada navneteweyî

ENQERE - Serokê DYE’yê Trump, beriya ziyareta Erdogan biryara dê çekên giran bidin QSD’ê erê kir. Bêçareseriya di pirsgirêka kurd de gihişt qada navneteweyî, tê payîn ku dê di hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov a bi Trump re Rojava bê nîqaşkirin.

Piştî Tirkiye di pirsgirêka kurd de carekdin polîtîkayên xwe yên ewlehiyê xistin dewrê û vegereiya rewşa şer, di qada navneteweyî de ev pirsgirêk gihişt asteke din. Bi taybet geşedanên li Sûriye û Rojava çêdibin hişt ku bi destê Tirkiyeyê mesele bigihije navendên wekî Moskova û Washingtonê.

DI HEVDÎTINA SOÇÎ DE ROJEV ROJAVAYE

Herî dawî Serokomar Tayîp Erdogan di 3’ê Gulanê de bi Serokdewletê Rûsyayê Putin û Soçî re hevdîtin pêk anî bû û rojeva bingehîn a hevdîtinê Rojava bû. Erdogan wêneyên leşkerên Rûs ên bi YPG’ê re hatine kişandin nîşanî Putîn dan û xwest ku nêzîkatiya xwe ya li hemberî Rojava biguherîne. Lê tu îşaretek ku dê Rûsya di nêzîkatiya xwe de guhertinekê bike negirt.

ÊRÎŞA DAWÎ BÛ XALA ŞIKESTINÊ

Êrîşa Tirkiyeyê ya di 26’ê Nîsanê de ya li dijî Qereçoxa Rojava û Herêma Federal a Kurdistanê Şengalê yek ji xalên herî girîng ên şikestinê bûn. Piştî êrîşa hewayî li qada navneteweyî bertek bilindbûn. Êrîşa Tirkiyeyê ya bi hevkarên xwe re li dijî Rojava pêk anîn wekî “êrîşeke li dijî têkoşîna bi DAÎŞ’ê re ye” hat nirxandin. Hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo rewşê komîserhev bikin jî bê encam man. Ev êrîş ji bo kurdan bû xala şikestinê.

DYE’YÊ BIRYARA XWE DA

Hewldanên Serokomar Erdogan ên ji bo komîserhevkirina rewşê dabû destpêkirin di qada navneteweyî de hişt ku pirsgirêka kurd di qadan navneteweyî de bê nîqaşkirin, helwest û tevgerên xwe diyar bikin. Erdogan niha hewl dide hemleya herî mezin 16’ê Gulanê di hevdîtin bi Serokê DYE’yê Donald Trump de bike û mijarê bîne rojevê. Lê beriya hevdîtina Erdogan, biryara ku demek dirêje tê nîqaşkirin û biryara dayîna çekên giran a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku di çarçoveya operasyona Reqayê de hêzên operasyonê ne ji aliyê Trump ve hat erêkirin. Balkêşe ku biryar, beriya Erdogan biçe ji bo riyên dîplomasiyê bên avakirin Berdevkê Serokomar Îbrahîm Kalin, Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan û Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar şandin DYE’yê, bi Trump re li ser piyan hevdîtin pêk anîn hat dayîn.

TEZÊN TIRKIYEYÊ NE HATIN PERJIRANDIN

Carekdin derket holê ku nêzîkbûna Tirkiyeyê ya “Kurdan derve bihêlin em û hêzên OSO operasyona Reqayê bimeşînin” li DYE’yê ne hat pejirandin. Serberdevkê Pentagonê Dana White duh derbarê mijarê de daxuyaniyek da û qebûlnekirina tezên Tirkiyeyê bi van gotinan anî ziman: “Serok ji bo Wezareta Parastinê li Reqayê dijî DAÎŞ’ê serkeftinê bidest bixe destûr da ku çek bide aliyên kurd ên di nava Hêzên Sûriyeya Demokaratîk de ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên bi hêzên koalîsyonê re din ava hevgirtinê de ne dê bibe hêza yekane ya ku Reqayê rizgar bike.”

DI ROJEVA ZIYARETA LAVROV DE JÎ ROJAVA HEYE
Piştî DYE’yê ev biryar da, Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî Serokê DYE’yê Donald Trump hat hilbijartin dê cara yekemîn hevdîtinek wiha di asta bilind de pêk bîne. Tirkiyeya ku hewl bide Rojava bi tenê bihêle piştî Moskovayê dê di hevdîtinên li Washingtonê pêk bîne de jî mijara krîtîk a rojevê Rojava ye. Tirkiye beriya demek kurt, li ser daxuyaniya lihevhatinên Îran û Rûsyayê ya ji bo Sûriyeyê ya “herêmên agirbestê” ku dê bê rojevê, dê nîqaşa gelo Rojava jî dê tevlî van herêmên agirbestê bê kirin an na.

SALIH MUSLÎM DESTPÊKA ENQERE ZIYARET KIRIBÛ

Pirsgirêka ku Tirkiyeyê bi destê xwe gihand qada navneteweyî beriya salan hatibû xwestin ku bi Tirkiyeyê bê çareserkirin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm hewldanên xwe yên dîplomatîk destpêkê li Enqereyê kiribû û pêşniyara bi dostana çareserkirinê kiribû. Piştî ev hewldanên ku ji bo çareseriya pirsgirêka ya ku hişt li Tirkiyeyê “Pêvajoya Çareseriyê” bê destpêkirin hat xirakirin û Tirkiye vegeriya perspektîfa “ewlehiyê” hişt ku mesele bihigije qada navneteweyî û navendên cûda. Di hevdîtina Erdogan a 16’ê Nîsanê ya bi Trump de jî dê mijar div ê çarçoveyê de bê rojevê.

OCALAN HIŞYAR KIRIBÛ

Beriya salan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên “pêvajoya çaresriyê” de xwestibû ku Tirkiye pirsgirêkan Kurd û Rojava li ser “Yekîtiya kurd-Tirk” çareser bike û hişyariya “ger pirsgirêkê neye çareserkirin dê veguheza qada navneteweyî” kiribû.