ENQERE - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê li ber AYM'ê daxuyanî da wiha got: "Tam 188 roj in edalet tê binpêkirin. Tam 188 roj in mafê bijartin û hilbijartinê ya 6 milyor kesan tê xespkirin. Hê duh parlamenteriya Akdogan hate xistin. Hê duh îradeya gel hate xespkirin. Nebin şîrîkê sûc."
Heyeta ji 17 kesan pêk tê ya endamên Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenteran pêk tê têkîldarî rewşa hevserokên giştî yê partiyê û parlamenteran li ber Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê heyetê Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivî û bi gotinên Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn ê ku berê kiribû ve banga wî kir.
'118 ROJ IN EDALET TÊ BINPÊKIRINI'
Baydemîr destnîşan kir ku piştî "darbeya 4'ê mijdarê" heta niha li ser navê bi milyonan kesan banga edaletê dikin û wiha axivî: "Tam 188 roj in edalet tê binpêkirin. Tam 188 roj in mafê bijartin û hilbijartinê ya 6 milyor kesan tê xespkirin. Hê duh parlamenteriya Akdogan hate xistin. Hê duh îradeya gel hate xespkirin. Nebin şîrîkê sûc."
BAYDEMÎR GOTINÊN SEROKÊ AYM'Ê ANÎ BÎRA WÎ
Baydemîr piştre ev gotinên Serokê Dadgeha Qanûna Bingehîn Zuhtu Aslan ê dema merasîma damezirandina Dadgeha Qanûna Bingehîn de kiribû xwend: "Di bingeha vî pirsgirêka girîng de bê guman têkîliya rast bi 'ya din re' danîn heye. Ji ber vê yekê jî rehetkirina wijdana gerdunî yekî din jî wekî mirov dîtin û qebûlkirina mafên mirovan a 'yê din jî' di heman de mafê mirovan e. Ev ji dike ku divê bê qebûlkirin ku mirov 'hebûna herî baş e'. Yê ku pêşengiya vî ferasetê dike wî mirovê dewletê û zanayê em hemû nas dikin. Ev kes Aliya Îzzetbegovîç e. Li navenda Ewropayê li ber çavên cihanê û di nava şerê herî dijwar de Aliya wiha digot: Mirov bûn û wekî mirov mayîn berpirsyariya me ya li hemberî xwedê û li hemberî xwe ye. Aliya ev gotina 'mirov bûn û wekî mirov mayînê' ya wekî exlaqî digire dest wergerandiya zimanê sîyasetê û gotiye ku tu kes ji ber ol, nasname an jî baweriya xwe ya siyasî nikare rastî zilmê bê û ev wekî qanûna bingehîn qebûl kiriye û gotiye ev jî tê wateya dewleta li gorî hiqûqê. Bi kurtasî 'mirovbûn û wekî mirov mayîn' di zimanê siyasî de wekî dewleta hiqûqê ya demokratîk hatiye îfadekirin. Ev aliyê 'mirov mayîn' di rewşên herî hesas de jî ji serdestiya hiqûqê û hiqûqê durneketinê îfade dike. Hêvîdar im ku mirovahiya ku wekî aqil û wijdanê wî hatiye girtin, mirovahiya ku ji bo nereheteyên wijdanê yên nû mehkum xuya dike dê guh bide ev peyama gerdunî ya Aliya Îzzetbegovîç."
Baydemîr piştî ku gotinên Serokê AYM'ê xwend daxuyaniya xwe berdewam kir û wiha got: "Hêvîdar im AYM a ku aqil û wijdana wî hatiye girtin dê peyamê bide ev peyama gerdunî ya Begovîç. Hêvîdar im serok û endamên AYM'ê dê pêwîstiya vî peyamê di demeke kin de bi cih bîne. Hêvîdar im AYM bêdengiya xwe ya 188 rojan bi dawî bike û îcdihada xwe ya navxweyî tune nahesibîne û dê bicih bîne. Edalet jixwe dereng maye û hatiye binpêkirin. Ji bo birînên mezin çênebin divê biryara pêwîst bê dayîn."
Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî diyar kir ku divê AYM xwedî li biryara xwe derkeve û wiha got: "Gelek caran me bang li AYM'ê kir ku xwedî li biryara xwe derkeve. Ger ku vê neke dê gel çawa bi wî bawer bike. AYM îradeya gel tune dihesibîne. Vê nekin. Divê gel bi darazê bawer be. Ya ku bikin divê biryara ku dane, pêk bînin."