ENQERE - Selîn Sayek Boke ku ji berdevkiya CHP’ê îstîfa kir da zanîn ku helwesta CHP’ê ya ji bo destnedayînan şaş bû û wiha got: “Ev yek ji hincetên min ên îstifayê bû. Kolan ji bo lêgerîna mafan rewaye.”
Parlamentera CHP'ê Selîn Sayek Boke ku piştî nîqaşên di nava CHP’ê de ji peywira berdevkî û alîkarê serokê giştî îstîfa kir ji rojnameya cumhuriyetê Çîgdem Toker re axivî. Boke, da zanîn pêvajoya îstifaya wê encama îtirazên wê kiriye, yek ji van îtirazan jî helwesta CHP’ê ya ji bo destnedayînan bû û ev tişt anîn ziman:
CHP’Ê DI MIJARA DESTNEDAYÎNAN DE ŞAŞTÎ KIR
“Min her tim hizirî ku bibin dengê siyaset û hilbijêrên ku ez nûnertiya wan dikin û di hemû demên krîtîk de min îtirazên xwe anîn ziman. (ji pirsa Destnedayîn yek ji van îtirazan bû? bersiva)
Destnedayîn pêvajoya ku her yek ji me di wijdana xwe de deng dayê ye. Wijdana min li wir pêwîstî bi gotina ‘Na’ dît. Helwesta min a bi israr a divê partiya me jî bêje na, min her tim ligel serokê giştî û civînên MYK’ê de anî ziman. (li ser pirsa Ger piştgiriya CHP’ê nebûya dê îro siyaset û parlamento çawa buya? Bersiva)
Ez dihizirim ku dê siyaset Tirkiyeyê cuda bûya. Lê di biryara ku siyaset rê di guhere de hat dayîn li ser ‘ger ev ne bêya dê ev bûbûya) xwendin şaşe. Divê em ê sibê çibikin wiha li pêşerojê binêrin.”
LI DIJÎ AKP’Ê ÎTIRAZEK BI HÊZ NEHAT NÎŞANDAN
Boke, nerihetiya xwe ya CHP’ê ya piştî referandumê anî ziman û wiha got: “Me ji milyonan re got derdên xwe yên kesayetî deynin aliyekê, ger hûn nexweş bin jî biçin ser sindoqê. Me got ‘ger hûn nebin demokrasî kême’. Peywira dikeve ser me jî vîna wan daniye holê bi heman biryardariyê û israrê xwedî lê derbikevin bû. Min ev nêrîna xwe bi wan re parvekir. CHP mecbûre ku bibe siyaseta alternatîf kensên bindest ên ku di bin siyaseta AKP’ê de tên perçiqandin. Di hemû cihên ku ez hizirîm ev alterfantîf bi hêz nehatiye danîn min îtirazên xwe anîn ziman.”
REWŞA MIN ANÎN BER LÊPIRSÎNÊ
Boke, li ser pirsa daxuyaniyên derewandin û sine-i milet jî wiha got: “Er ê rast emin ew têgîn bikar ne anî lê wekî pirs hat pirsîn. Min jî bi biryardariyek mezin a siyasî û xwebaweriyê li ser navê partiya xwe wiha bersiv da: ‘CHP ji bo vîna milyonan ava bike, divê çi bike dê hemû alternatîfan li ser masayê rûne û binirxîne.’ Ev girîng bû. Ji bo biryaradariya siyasî vebêjim min daxuyaniyek da, ev bes bû lê ji ber derewandinê ez rastî lêpirsÎna ‘saziya peyvan’ hatim.”
KOLAN REWANE
Boke, bi lêv kir ku yek ji hincetên îstifaya wê têkoşîna kolanan bû û wiha axivî: “Têkoşîna nava meclîsê di şertên nû de divê jinûve bê pênasekirin. Ji bo li kolanan mafê demokratîk bikar bîne, ez dihizirim ku ji kesên dibêjin ‘ez li virim’ bê gotin ku kolan ne tişta jê bitirsiye, ji terorê re na, mafekî qanûna bingehîn, pênaseya bingehîn a demokrasiyê ye û divê xwedî li bingehê siyasetek nû derbikevin.”