ENQERE - Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz KErestecîoglu diyar kir ku Tirkiye bûye girtîgehekî nêv vekirî, parlamenter Mîthat Sancar jî diyar kir ku pêkanîna "bigire berde, careke din bigire" lîstikekî qirêj a hevkariya daraz û îktidarê ye.
Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu û parlamenteê HDP'ê Mîthat Sancad têkîldarî têkîliya daraz û îktidarê ya li Tirkiyeyê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Kerestecîoglu diyar kir 150 hezar kes bi KHK'ê ve ji karên xwe hatin avêtin zêditirî 150 rojnameger girtîne û wiha axivî: Welat bûye girtîgehekî nîv vekirî. Seroka Şuraya Dewletê qala maf û azadiyan dike. Guhertina qanûna bingehîn a bi referandumê derbas bû ve rejîma yek zilam dest pê dike, qala xurtbûna cudatiya hêzan dike."
Kerestecîoglu anî ziman ku gel rewabûna encamên referandumê pirsyar dike li pey dengên "Na" ne û wiha berdewam kir: "Tişta ku divê seroka Şuraya Dewletê bike binpêkirinên di referandumê de tespît bike û ger ku daxuyaniyekî bide divê ji bo vê yekê be, qala serdestiya hiqûqê bibe lê qala xurtbûna cudabûna hêzan dike. Hem jî di pêvajoya ku li Tirkiyeyê û cihanê hemû kes dibêjin li cudatiya di navbera hêzan nema vê yekê dibêje."
'DIVÊ HIKÛMET GUH BIDE GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Kerestecîoglu bal kişand li ser greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku bi KHK'ê ve ji kar hatin avêtin û 65 roj in di grevê de ne û wiha axivî: "Dİvê hikûmet gun bide vê yekê. divê li hemberî mirina 2 kesan temaşevan nemîne û dev ji îşkenceyê berde."
Kerestecîoglu bal kişand li ser rewşa parlamenterên girtî yên HDP'ê û got ku ÎDrîs Baluken berê li GirTîgeha Tîpa F a Kandirayê felc derbas kiriye û piştî ku derketiye emeliyat bûye, piştî emeliyatê divê tedawiya fîzîkî bidîta lê pêkûtî li nexweşxaneyê kirin û li ber deriyê nexweşxaneyê hate girtin, li girtîgehê ji bo bê dermankirin şert nehatine amadekirin.
SANCAR: SALVEGERÊN DAMEZIRANDINÊ VEGUHERİYE PEYAMÊN SERÎ TEWANDINÊ
Piştre parlamenterê HDP'ê Mîthat Sancar axivî û diyar kir di serî de şuraya Dewletê merasîmên salvegera vekirinê yên saziyên darazê y^ne blinid veguherîne peyamên serîtewandinê û ev yek tiştekî wehîm e.
Sancar wiha berdewam kir: "Dema ku em dozên hevserokê me yê giştî Selahattîn Demîrtaş dinêrin li gorî salan fezleke çawa hatine amadekirin dikare bê dîtin. Detî di 2011'an de 15 dosyayên wî hene, di 2012'an de 8, di 2013'an de 2 û piştî 2015'an ev hejmar qat bi qat zêde dibe û di 2016'an de 35 fezleke hatiye amadekirin. Piştî serokomar ferman daye jî dozgeran fezleke amade kirine. Fezlekeyên 2016'an bi daxwaza îkidarê hatine amadekirin. Der barê Demîrtaş de di 2016'an de du qatî fezlekeyên ku di 10 salan de hatine amadekirin, ji aliyê dozgerena ve hatiye amedekirin ev tesaduf nîne."
Sancar têkîldarî parlamenterên ku tên berdan û careke din tên girtin jî axivî û wiha got: "4 mînakên girîng hene. Îdrîs Baluken, ji aliyê 8'emlîn Dadgeha Cezeya Giran a Amedê ve biryara emsal a Balbay ve hate berdan. Îtirazî vî biryarê tê kirin û careke din biryara girtinê tê derxistin. Serokê heyeta ku biryara tehliyeyê da ji peywir hat girtin û tayînî ciheke din hat kirin ango hat cezakirin. Mînakên lîstika qirêj a bigire berde, careke din bigire ji bo Ferhat Encu, Nursel Aydogan û Besîme Konca jî em dibînin. Ev lîstikekî qirêj a bi hevkariya daraz û îktidarê tê lîstin e." Sancar got ku dozgerên ku fezleke amadekirine piraniya wan bi îdiaya têkîliya wan bi !FETO" re heye hatine girtin û îxrackirin. Sancar diyar kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn îxanetê felsefeya xwe ya damezirandinê dike û divê li dijî vê tevnegere.
Piştre Sancar û Kerestecîogmu pirsên rojnamegeran bersivandin.