ENQERE - Endamê Komîsyona Têkîliyên Derve yê KNK'ê Selahattîn Soro diyar kir ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulalh Ocalan ji bo kurdan destkeftî aniye û wiha axivî: "Di parvekirina dewletan a Sûriyeyê de kurd dê nebin leşkerekî yekî yan jî qurbanekî yekî. Kurd di siyasetê de bi bandor in û ji ber vê yekê jî gelek encamên girîng bi dest dixin."
Endamê Komîsyona Têkîliyên Derve yê Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Selahattîn Sora geşedanên li Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand. Soro têkîldarî opersyona rizgarkirina Reqayê ya hatiye destpêkirin ev gav şiband wekî "rizgarkirina Artêşa Sor a Berlînê" û diyar kir ku piştî şerê Reqayê dê şerê parvekirinê kurtir bibe û xeta 3'yemîn a ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêş dikeve ji vî şerî serkeftî derkeve.
* Hûn geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn çawa dinirxînin?
Li Rojhilata Navîn guhertinên dîrokî çêdibin, li cihanê krîza ku netewe dewlet dijîn û li Rojhilata Navîn bûne girêk ev ne surprîz e û divê mijareke bê gotin e. Niha li Rojhilata Navîn kevneşopî û modernîteya kapîtalîst ji hev hesap dipirsin. Hêzên ku kevneşopiyê tems^li dikin hene, Îran hêza kevneşopiyê ye, DAIŞ despotîzma berê ya ku wekî Sargonê Akadî gotibû me ji seriyên mirovan keleh çêkir an jî di efsaneya Newrozê de Dehaq çawa serê keç û xortên ciwan dixwe tê vegotin temsîla wan e roja me ye. Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan gote "Dîrok di roja me de veşarî ye em di destpêka dîrokê de" yanî ya dîrokî bi ya rojane, ya rojane jî bi ya dîrokî ve girêdayî ne, ji hev qut nînin. Pİrsgirêk her diçe zelal dibe, sentezek derdikeve holê û bi taybetî jî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û têkoşîna ku li Rojava derket holê li hemberî modernîteya kapîtalîst îradeya çareseriyê derdixe holê û ev her diçe ber bi çav dibe. Jixwe di warê leşkerî de serketin jî bi îdeolojiyeke xurt ve girêdayî ye dîsa ji ber ku xwedî li kurbûnekî civakî û dîrokî ye. Em di şexsê Sûriyeyê de têkoşîna 3 hêzên esasî dibînin.
* Ev demeke dirêj e qala hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê tê kirin piştî vê yekê jî Tirkiye û hin partiyên kurd ên bi "Peşmergeyên Roj" ve êrîşî destkeftiyên kurdan dikin dema ku mirov vê yekê dinêre gelo Tirkiye encama ku dixwaze bi dest xist?
Tirkiye niha ne avakarê lîstîkê ye rola wî ya esasî xirakirina lîstikê ye. Di vî mijarê de bi DAIŞ'ê re hin tifaq pêk anî. 2 hezar TIR şand û hemû jî her hal nedan Artêşa Azad a Sûriyeyê. Çek dan El Nusra,, Ahrar El Şam û DAIŞ'ê. Her roj dema ku operasyon dihat lidarxistin jî ev çekên ku Dewleta Tirkiyeyê daye ji aliyê hêzên QSD'ê ve ji destê DAIŞ'ê dihat derxistin. mijarekî din jî têkîliya dewleta tirk a bi PDK'ê de daniye. PDK jî statukoparêziya Rojhilata Navîn Temsîl dike ji ber vê yekê jî di warê îdeolojiyê de li hemberî DAIŞ'ê nîne. Reva wan a ji Şengalê, sekna wî ya pasîf a li hemberî DAIŞ'ê, nêzîkatiya wî ya li dijî Şoreşa Rojava bi vî rengî dikare bê nirxandin. Heza ku Tirkiyeyê li Rojava bi hêzên AAS, El Nusra û tomên din ên terorîst ve bi dest nexist, piştre ji bo ku Şoreşa Rojava ji başûrê Kurdistanê dorpêç bike bi PDK'ê re kete nava tifaqê. Hem li Şengalê xwest vî tevgerê asteng bike hem jî xwest Şoreya Rojava bifetisîne em dikarin bibêjin çeteyên uk tu eleqeya wan bi Roj û peşmergeyê ve tuneye, wekî hêzên paramîlîter ên kontrayên fermandar Zero êrîşî Şengalê kir ji wir xwest bikeve Rojava û şerê navxweyî di nava şorêşê de derxîne. Kete nava vî hewldanê lê ev hewldanên dewleta Tirkiyeyê hemû hate pûçkirin. NE li Şengalê encama ku xwest bi dest xist ne jî di ketina Rojava de encama ku dixwaze bi dest xist.
'DEMA KU TEVGERA AZADIYA KURD MEWZIYAN QEZENC DIKE TIRKIYE BI HÊRS ÊRÎY DIKE'
* Tirkiye ev demeke dirêj e Tevgera Azadiya Kurd tehdîd dike û hemû polîtîkayên xwe jî ji bo destkeftiyên kurdan çênebe ava dikir. Herî dawî jî di 24'ê Nîsanê de li dijî Şengal û Xereçoxê êrîşa hewayî p^ke anî. Em van êrîşên Mi dijî Şengal û Xereçoxê binirxîne?
Li başûrê Kurdistanê û Rojava her ku Tevgera Azadiya Kurd pêş dikeve û mewziyan bi dest dixe hêrsa xwe negirt û di 24'ê Nîsanê de bi taybetî jî di salvegera qirkirina ermenan de biryargeha YPG-YPJ'ê ya li herêma Xereçoxê û mewziyên HPG û YBŞ'ê yên li Şengalê bombebaran kir û bi vî rengî xwest tolê bigire. Li vir hewldanekî "ger hûn min wekî mutefîk qebûl nekin, wekî hêzên herêmî plana min a 2023'yan a Rojhilata Navîn erê nekin ez ê jî planên we xira bikin, êrîşî mutefîkê we bikim" heye. Li vir divê aliyê navneteweyî jî bê pirsyarkirin. Hêzekî wekî Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn evqas rehet tevdigere, hespê xwe dibezîne ji Amerîka û Rûsyayê serbixwe nîne. Em baş dizanin ku sehaya hewayî ya Iraqê bi temamî di bin kontrola Amerîkayê de ye, sehaya hewayî ya Sûriyeyê jî di bin kontrola Rûsyayê de ye. Ji ber vê yekê jî heta ku ev welat erê nekin ne pêkan e ku balafirên Tirkiyeyê ne bikevin Şengalê ne Qendîlê ne jî li Garê, ne li Behdînanê ne jî li bajarekî Rojava operasyonê pêk bîne.
'BI ERDOGAN RE XETEREYA NAZÎZMA DUYEMÎN HEYE'
* Ligel ev xebatên lobiyê ya Tirkiyeyê Amerîka di sehayê de bi QSD'ê re ye, nekarî vê asteng bike. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
9'ê Gulana 1945'an roja ku li dijî faşîzma Hîtler serkeftin hate bidestxistin e. Di vî dîrokê de Amerîkayê aşkera kir ku dê çek bide QSD'ê, ev tesaduf nîne. Dîsa Serokomarê Fransayê Holland hevdîtina xwe ya bi Salîh Muslîm û Nûnerê Rojava Halîd Îsa re kiribû jî tesaduf nîne. Biryara dadgeha Burukselê "PKK rêxistina terorê nîne, tevgerekî azadiyê ye" û careke din dadgehkirin û rapora pêzanan a li dijî dozgeriyê jî tesaduf nîne. Polîtikaya Tirkiyeyê û yên girêdayî wê li Rojhilata Navîn nayê qebûlkirin. Siyaseta Tirkiyeyê navenda bêistikrariyê ye. Tirkiyeya ku 80 milyon e ger ku li ser îslama siyasî, îslama radîkal û netewperestiya etnîkê radikal bibe û ji kontrolê derkeve vê yekê ne Ewropa ne jî Rûsya nebûl nake. Ji ber vê yekê jî xetereya Nazîzma duyemîn li pêşberî me ye. Çawa ku Hîtler di 1940'an de ji bo cihanê tehdîdek derxist holê evqas bi baldarî nehatibû şopandin yê dema ku Hîtler diwarê Polonyayê qul kir û derbas bû êdî hemû cihan hat ber kerasetekî û bi xirakirina 3 parzemînan û windakirina 50 milyon kesan bi encam bû. Li Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan jî tiştekî bi vî rengî dikare bike tu garantiya vê yekê tuneye. bi hezeran endamên DAIŞ'ê ji Çîn-Uygur, Kazakistan, kirgizistan û çar aliyê cihanê anîna Sûriyeyê li ser Tirkiyeyê, niha jî li ser Tirkiyeyê careke din li cihanê tê belavkirin. Herî dawî jî çalakiya ku kesê le San Petersburgê kir hatina wî ya ji Tirkiyeyê, fînansa wî ji Tirkiyeyê kirin, dema ku vê bînin ber hev tehdîdekî cidî derdikeve holê.
'XETA SÊYEMÎN A OCALAN ÇARESERÎ YE'
* Şîroveyên ku felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her tim bi ser dixe hûn çawa dinirxînin?
Li vir bê dîtin ku çawa ku Wilson fikrên Lenîn di 1920'an de li gorî xwe bi kar anî û Amerîka bû hêzekî super, di rewşa heyî de jî sîstema cihanê paradîfmaya Ocalan li gorî siyaseta xwe veguherînin ev yek divê bê dîtin. Ji ber ku çareseriya riya sêyemîn çareseriya optîmal e. Ne dewletê ne jî civakan paşguh nake, ne pişta xwe dide paşverûtiya kevneşop ne jî paşverûtiya kapîtalîst, berovajî vê yekê modernîteya demokratîk wekî têzekî pêş dixe. Li Rojava, Şengalê, Kerkukê, li bakurê Kurdistanê xeta civakiya demokratîk, dostê xweza û xeta azadixwaz a jinê derdike holê ev yek bi Şoreşa rojava ve ber bi çav bûye. Ji ber vê yekê jî nepêkan e ku Amerîka û Rûsya çavên xwe li xeta sêyemîn bigire û dê bikevin anva tifaqê. Tifaq jî têkoşînek e. Li vir alî dê li hemberî hev têbikoşin û xeta xwe li ser hev ferz bikin. Lê bêguman dê li vir sertezek derkeve. Kesek nikare peşiya vê bigire. Ji ber vê yekê jî xeta ku li Rojava pêş dikeve xetekî maqûl e Amerîka jî dibîne ku ev qet bi her kesî dide qezenckirin û herî zêde jî li Tirkiyeyê pozîsyona paşverûtiya kevneşop dide windakirin.
'HÊZA HERÎ MEZIN A LI PÊŞ GASPA LI SER TIRKIYE TEVGERA AZADIYA KURD E'
* Ev çareseriya makûk ku hûn behsa wê dikin, dê çawa bandora xwe li Tirkiye bike? Kurd ji meseleya kurd ango paradîgmaya Ocalan ditirse?
Li Tirkiye fobiyek dîrokî ya kurd heye. ji dîyanetê heta rêyên bejayî û DSÎ hemû sazî û lijneyên Komara Tirk li ser înakra gelê kurd hatiye avakirin. Plana AKP'ê ya 2023'an ne tesadufî ye. Piştî 100'emîn sala Lozanê dixwazin ji nûve teşeyekê bidin gelê kurd. Dixwazin kurdan ji nûve li gorî xwe bi teşe bikin. Di hilbijartinên 7'ê Heziranê de statukoya kemolîst û îslamîst ser û bin bû. Kurd ji sala 1514'an û şûnde bi şirîkatiya bi tirkan re kurd hatin înkarkirin. Ji 1'ê mijdarê û şûnde siyaseta AKP'ê ya gaspê dest pê kiriye. Di serî de parlamento, HDP, Şaredariyên kurd û hemû vîna gelan gasp kiriye. Vîna hemû civak û gelan gasp dike. Xwest Tevgera Azadiya Kurd paşve bibe. Rojava û tevgera azadiya kurd xelas bike. Di referanduma 16'e nîsanê de me dît ku hêzek dîrokî heye. AKP hêz û xeta kevneperest û paşverû, CHP hêz û xeta modernîteya kapîlatîst û kurd jî xeta moderînetya demokratîk ku wekî xeta sêyemîn e temsîl dikin.
Ger ku kevneşopiya paşverû di referanduma 16'ê nîsanê de bi ser ketibûya û ji sedî 60 girtibûya dê Mertalên Dîcleyê jî ava kiribûna û têketina Şengal û Qandîlê jî. Dê têketina tevahiya Kurdistanê. Lê ev nayê vê wateyê ku dest ji van projeyên xwe yên dagirkerî û talankeriyê berdin. Dê hewl bidin ku di demên pêş de dîka van projeyên xwe têxin meriyetê.
'GOTINA 'EZ DÊ KURDISTANÊ AVA BIKIM' XAPANDINA KURDAN E'
* Serokê PDK'ê Mesut Barzanî dem dem dibêje 'Ez dê Kurdistanê ava bikim' Hêz û kapasîteya wî çiye?
Malbata Barzanî ne hêz û ne jî sedem û bingeha wan heye ku Kurdistanê ava bikin. Dem dem dibêje 'Ez dê Kurdistanê avabikim'. Ev gotin tenê xapandina kurdan e. Ji ber ku malbata Barzanî ji pergal û siyaseta emîrî, begîtiyê te. Ji bav derbasî kurd dibe. Hemû malbata wan di erkên revêberiye de digirin. Bav serok, birazê serokê îstixbaratê, pismam serokê asayişa pêşmergeyan û hwd. Kurd bi vî rengi qebûl nakin. Gotina 'Ez dê kurdistanê ava bikim' xeyal e. Ger dê Kurdistanê ava bikin divê gelê kurd biryara vê yekê bidin. Divê biçin referandumê. Ger ku armanca wan a bi vî rengî heye divê berî her tiştî xala 140'an niqaş bikin. Divê sînorê Kurdistanê fireh bikin.
'ŞERÊ MEZIN DÊ DI PARVEKIRINÊ DE DEST PÊ BIKE'
* Hûn tev li fikra ku 'Şerê esil dê ji niha û şûnde dest pê bike' dibin ya na? Divê mirov piştî şerê li Sûriye çawa bibîne?
Sedsala 21'an dê bibe sedsala kurdan. Ji ber ku kurd li cihê rast radiwestin. Sekna kurdan û nêzîkatiya kurdan a herî rast e. Ji bo stendina Reqqa weki stendina Artêşa Sor a Berlinê ye. Ev pêvajo, pêvajoya perçebûna Sûriyeyêbû. Di serî de Sûriye wekî sala 1946'an a Almanya niha li Rojhilata Navîn jî ji nûve tê parvekirin. Şerê herî mezin parvekirin e. Ji ber vê yek^Ke piştî Reqqa ji DAÎŞ'ê bê rizgarkirin şerê esil û esas hêj nû dest pê dike. Peymana sala 1916'an a Sykes-Picot û Belfrod Îngiltere û Fransa Rojhilata Navîn li hev parve kirin. Wan wê demêsînorê xwe zelal kirin. Ji ber vê yekê şerê esil ne perçekirin e parvekirin e.
'KURD NABE LEŞKERÊN AZAP ÊN TU HÊZAN'
* Şerê heyî dê bandorek çawa li ser kurdan bike û kurdan çawa bi teşe bike? Dê di vî şerî de kî bi ser bikeve?
Di şerê parvekirinê de dibe ku di navbera Îran, Tirkiye, Sudî Arabistan de nakokiyên mezin ên di navbera Şîî û sûniyan de dest pê bike. Ji ber ku kurd vê yekê dibînin rota û rêyae xwe rast nîşan dikin. Kurd xwedî projeyek mezin in. Avantaja kurdan a herî mezin xwedî projeya herî mezin in. Di vê alozî û nakokiyê de hêza 3'emîn a Modernîteya Demokratîk û xweseriya demokratîk in. Heta niha siyaseta rast dişopinin. Kurd di vî şerî de nabin leşkerên azap ê tu hêz û kesan. Ji ber vê yekê kurd dê di vî şerî de encamên mezin bi dest bixin. Bi gotina 'Kurd şervanekî baş e, nikarin wan sor bikin û bikin leşkerên xwe. Kurd di aliyê rêxistinbûn û birdoziyê de xwedi hêzek mezin in. Ji ber vê yekê di serdema pêş de dibe ku kurd zor û zahmetiyan bikişînin lê dê destkeftiyên kurdan zêdetir bin. Di vê pêvajoya li pêş me de dê destkeftiyên kurdan zêde û mayinde bin.
Selami Aslan - dihaber